Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Li Mexmûrê hevşaredarên nû hatin diyarkirin

Di hilbijartinên şaredariyê yên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê de Edban Abdullah Yilmaz û Fatma Hilalî weke hevşaredarên nû hatin hilbijartin.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo diyarkirina hevşaredarên nû û encumenên meclisa şaredariyê, duh çû ser sindoqan. Hilbijartinên li Mexmûrê her du salan carekê tên lidarxistin.

Hilbijartin serê sibehê saet di 08.00’an de li 8 navendên wargehê dest pê kir û heta derengiya şevê domiya. Piştî hilbijartin bi dawî bû û deng hatin hejmartin, li ser navê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Wargehê Hadî Akêtî daxuyaniyek da.

Hadî Akêtî di destpêkê de spasiya kesên çûyîn ser sindoqan kir û wiha axivî: “Pergala netewa demokratîk a ku heta roja îro dimeşe, îro jî da diyarkirin ji ber vê yekê em spasiya xelkê xwe yê wargehê dikin. Niha jî ecnamên ku hatine diyarkirin em ê ji were ragihînin. 4 hezar û 336 kes çûn ser sindoqan. Li gorî vê; ji bo hevşaredariyê Fatma Hilalî hezar û 989 deng wergirt, Nizar Hacî Teter Nerexî jî hezar û 152 deng, Edban Ebdullah Yilmaz 2 hezar û 312 deng,  Cemîle Mihemed Repinî jî hezar û 113 deng wergirt. Li gorî vê Fatma Hilalî û Edban Ebdullah Yilmaz bûn hevşaredar.

Her wiha di nava encûmenan de jî Sedîq Hisên Hilalî hezar û 205 deng, Selman Mehmûd Şiwêdî hezar û 190 deng, Sozdar Mihemed Tahir Hilalî hezar û 70 deng, Bihar Salih Bilehî hezar û 59 deng, Sebrî Ehmed Mijînî hezar û 39 deng, Cehwer Cindî Nêrwehî hezar û 34 deng û Leyla Abdullah Çelî jî 991 deng girt.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar