Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Prof. Balanche: Erdogan wê bibe mîna Mûssolînî

Prof. Fabrîce Balanche diyar kir ku Tirkiye dixwaze herêma kurdan a li Sûriyeyê ji holê rake û wiha got: “Tirkiye li Rojava paqijiya etnîk dike. Di dawiyê de Erdogan wê Tirkiyeyê ber bi rêyeke mîna Mûssolînî ya salên 1920 û 1930’an ve bibe.”

Erdnîgarînas Siyasî ya Zanîngeha Lyon-2 a Fransayê û Wezîfedarê Lêkolînê ya Enstîtuya Thînk-Thank a Washîngton, Pisporê Sûriyeyê Prof. Fabrîce Balanche derbarê geşedanên li Rojhilata Navîn de pirsên nûçegihanê ANF’ê Serkan Demîrel bersivand.

Gelo hûn dikarin bi kurtî pêvajoya ji şerê hundir ê Sûriyeyê yê 13 salan û geşedanên li qadê şîrove bikin?

Şerê Sûriyeyê di nuqteya ku em hatinê de, dibe weke şerekî qerisî bê pênasekirin. Ji sala 2020’an ve li Sûriyeyê şerên mezin çênebûn. Lê bombebaranên Îsraîlê yên li ser baragehên Îranê û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava, ji Îlona 2023’yan ve dewam kir.

Her wiha Tirkiye bi balafirên bêmirov û biçek jî êrîşên xwe yên li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk didomîne. Tevî vê yekê jî êrîşên mezin ên mîna 2018’an li Efrînê yan jî 2016’an li Helebê, êdî ne di rojevê de ne. Aktorên herêmî ji vî şerî westabin jî, sedemê herî mezin ê rewşa nebûna şer ew e ku aktokrên navneteweyî yên mîna Rûsya, Îran û DYA’yê naxwazin bikevin nav şer.

Ev qada statukoyê, çavkaniya xwe ji êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê û vir ve ji pêdiviya Rûsyayê ya ji bêalîtiya Tirkiyeyê digire. Artêşa Sûriyeyê ku ji aliyê Rûsya û Îranê ve destekkirin, niha hewl nade Îdlibê bigire. Îdlîb di bin kontrola Heyet Tahrîr el Şam (HTŞ) a baskê Sûriyeyê ya El Qaîdeyê ye. Ji ber ku Tirkiye li dijî derdikeve ku Îdlib ji aliyê rejîmê ve dîsa were girtin. Tirkiye hîn jî dixwaze cîhadiyên li wê derê biparêze. Di vî warî de em niha bi şerekî qerisî re rû bi rû ne.

Şerê li Xezeyê hinekî rewşa li Sûriyeyê jî hişyar kiriye. Di Îlona 2023’yan de li herêma Dêrazorê me dît ku ereb li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) rabûn ser piyan. Tê zanîn ku ev ji aliyê Îranê ve hate organîzekirin. Bi şerê li Xezeyê re Îran dixwaze baragehên Emerîkayê yên li rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê hedef bigire û van baregehan xalî bike.Bi vî rengî Îran dixwaze li Lubnan, Sûriye û Iraqê kontroleke bêyî asteng bi dest bixe.

Yek ji aktorên esas ên hilweşîna li Sûriyeyê dewleta tirk e. Di vê qonaxê de hûn polîtîkaya dewleta tirk a ji bo Sûriyeyê çawa dinirxînin?

Tirkiye dixwaze herêma kurdan a li Sûriyeyê ji holê rake. Ev polîtîkaya wî pir aşkere ye. Tirkiyeyê sala 2018’an kontrola Efrînê bi dest xist û nifûsa kurdan ji vir revand. Piştre Girê Spî û Serêkaniyê jî dagir kir û kurd ji vir jî derxistin. Stratejiya wê ya niha jî serweriya xwe ya li ser bajarên mîna Amûdê, Dirbesiyê û Qamişlo berfireh bike. Her çendî ku hîna êrîşeke leşkerî nebe jî, Tirkiye binesaziyên sivîl ên mîna elektrîk û petrolê bombebaran dike û dixwaze li Rojava krîza ekonomîk ava bike û bi vî rengî gelê herêmê neçarî koçê bike. Armanca esas a Tirkiyeyê ew e ku kurdan ji vê herêmê derxîne û li şûna wê nifûsa ereb, bi taybetî jî nifûsa ereb û tirkmen ên li Îdlibê li vir bi cih bike û paqijiya etnîk pêk bike. Erdogan dixwaze li şûna kurdên herêmê, Kemera ereban biafirîne. Mînak, mîna Komara Bakurê Qibrisê dixwaze ‘Komara Bakurê Sûriyeyê’ girêdayî xwe biafirîne.

Erdogan wê her derfeta ku welatên Rojavayî pêşkêş dike, binirxîne. Di dawiyê de Erdogan wê Tirkiyeyê ber bi rêyeke mîna Mûssolînî ya salên 1920 û 1930’an ve bibe.

Dewleta tirk Rojava ji bo xwe weke gefekê dibîne. Gelo em dikarim bibêjin ku Rojava ji bo dewleta tirk weke gefekê ye?

Rojava ji bo Tirkiyeyê ne gefeke leşkerî ye. Lê belê weke sembolîk em dikarin bibêjin ku tehdîdek e. Tehdîdeke sembolîk e çimkî kurdan nîşan da ku wê li Sûriyeyê herêmeke xweser were avakirin. Ev yek di nava kurdên bakurê Kurdistanê de jî hema fikrê peyda dike ku kurdên li wir jî  bi dehan salan e bi zext û zilmê re rû bû rû ne. Rojava ji bo kurdên bakurê Kurdistanê sembol û hêviyek e. Çalakiyên kurdên li Tirkiyeyê yên ji Rojava re tên bîra min. Ciwanên ji bo ku piştevaniya têkoşîna Rojava bikin û hatin Pirsûsê tên bîra min. Li dijî wan ciwanan êrîşek pêk hat û tê îdiakirin ku bi destê DAIŞ’ê hatiye kirin, lê belê tê gumankirin ku li pişt vê êrîşê hin hêzên din hene. Li gorî min ev êrîş bi tenê ne bi destê DAIŞ’ê pêk hat.

Hem ev sempatiya ji bo Rojava û hem jî hebûna Rojava ji aliyê Erdogan ve weke talûkeyekê tê dîtin. Tirkiye bi fikar e ku kurdên li Tirkiyeyê jî wê daxwaza xweseriyê bikin.

Mijareke din a girîng hebûna DAIŞ’ê ya li herêmê ye. Tevî têkçûna leşkerî ya 2019’an jî hê jî li herêmê hebûna xwe didomîne. Her wiha bi hezaran cîhadî di girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne. Nediyarbûna rewşa wan didome. Hûn têkildarî hebûna DAIŞ’ê ya li herêmê û nediyarbûna rewşa cîhadiyên girtî çi difikirin?

Erê rast e, DAIŞ hê jî li herêmê weke tehdîdekê ye. Nêzîkî 15 hezar endamên DAIŞ’ê yên ku di navbera Iraq û Sûriyeyê hebûna xwe didomînin û êrişî Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (HSD) û leşkerên rejîmê dikin, hene. Gelek caran êrîşan pêk tînin. Dîsa DAIŞ çeteyên nû perwerde dike.Ne tenê yên ji derve tên, ciwanên Sûriyeyî û Iraqî jî beşdarî çeteyên DAIŞ’ê dibin. Rewşa aborî ya xirab rê vedike ku ciwanên Sûriyeyî beşdarî  DAIŞ’ê bibin.Ji ber zêdebûna bêkarîyê, zêdebûna ciwanên ku dev ji dibistanê berdidin û zêdebûna bikaranîna tiryakê, ev ciwan xwe ji pêşerojê mehrûm dibînin. DAIŞ mehê 40,50 dolarî dide wan. Ev pere bikaranînan tiryakê jî di nav de têra pêdiviyên wan yên rojane dike. Ji wê wêdetir kalaşnîkofan dide wan ciwanan û li gel wan hesta aîdiyeta dozekê peyda dikin. Ev rewş rê vedike ku ciwanên Sûriyeyî beşdarî  DAIŞ’ê bibin. Mixabin ku rêjeya beşdarbûna ciwanan a ji DAIŞ’ê re zêde ye.

Du salan beriya niha dema ku ez li herêma Rojava û bi taybet jî li Dêrazorê min bi gelek malbatên ereb re hevdîtin kirin. Li herêmê hîn jî gel piştgiriyê dide DAIŞ’ê. DAIŞ li herêmê hê jî tehdîdeke mezin e. Ev yek rewşeke cidî ye.

Ji xeynî van rastiya çeteyên DAIŞ’ê yên li girtîgehên Rojava tên girtin jî heye. Tu kes van çeteyên DAIŞ’ê naxwaze.  Bo nimûne ger em qala welatiyên fransî yên li wir bikin, gava ew hatin vegerandin, hewce ye li Fransayê werin darizandin. Lê belê,  dijwar e ku were îsbatkirin ku ew bi rasterast beşdarî çalakiyên terorî bûne. Delîl tune ne ku ew beşdarî DAIŞ’ê bûne. Hemû jî dibêjin ku ew ji bo alikariyê hatine Sûrîyeyê.  Ji bo cezakirina wan jî hewce ye di destê Fransayê de delîl hebin, bo nimûne wêne û şahidên ku çalakiyên wan îspat bikin. Gava ku delîlên bi vî rengî nebin, cezakirin ne pêkan e, yanî zehmet dibe. Li gorî rayedarên Fransî, îro bi fermî ji ber beşdarbûna ji DAIŞ’ê re nêzîkî 50 kes di girtîgehê de ne. Ev hejmar teqez pir kêm e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar