Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sîxurê dewletê Mustafa Haskiri li zindana Yozgatê girtî ye

Girtiyên PKK û PAJK'ê ragihandin ku Mustafa Haskiri yê ku di gelek qadan de cih girtiye û herî dawî li girtîgeha Yozgatê girtî ye, bi yekîneyên Îstîxbarata Cendirmeyên re dixebite.

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya têkildarî xiyanetkarê bi navê Mustafa Haskiri yê ku demek dirêj li gelek herêmên Kurdistan û Tirkiyeyê sîxurtî kiriye û herî dawî li girtîgeha Yozgatê girtî ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Heke pirsa di dîroka civakan de bi giştî û rastiya Kurd û Kurdistanê bi taybetî di warê desthilatdarî û mêtingeriyê de trajediya herî mezin çi ye bê pirsîn dibe ku bersiva hevpar a vê yekê ev be; ‘Yê ku xiyanet li cewher û civaka xwe kiriye’ û tiştên di nava dewleta lanetkirî kiriye, yanî îxanet û hevkarî be.

Bi îcada teknîk û kevneşopiya desthilatdariyê, kesan ji civaka xwe dûr dixe, dijber dike û dike amûrên dewleta û desthilatê ya tê bikaranîn. Hêzên şaristaniyê her tim vê rêbazê bi kar tînin. Ji ber bandora vê yekê ye ku bi hezaran sal in mîna têkoşîna tarî û ronahiyê, qencî û xerabiyê, heqîqetê û nerastiyê, têkoşîna xiyanet û berxwedanê heye. Li ser vê bingehê têkoşînê ye ku mirov ji dêvla ku bibe mirovekî fezîlet û azad ê civaka xwe, ji bo çend quriş pere û jiyana bêbext a bi navê modernîte bedelê giran dibîne, qelsiyên xwe tercîh dike û bibe kesayeta îxanetê ya lanetkirî, li ser bingeha vê têkoşînê derdikeve holê.

Yek ji yên herî dawî ku tevlî vê karwanê îxanetê bû, mîna ku pênaseya diyalektîka me ya jiyanê piştrast bike: “Eger hûn pişta xwe bidin kesên ku we ronî dikin, hûn ê di tarîtiya xwe de bifetisin”; MUSTAFA HASKIRI yê ku demeke dirêj li gelek herêmên Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên sîxuriyê kir û herî dawî jî di girtîgeha Yozgatê de ma. Lêpirsîna ku tevgera me li dijî vê hêmanê pêk anî, bi dawî bû û derket holê ku TC a faşîst a mptinger di pêvajoyên ku erk û çalakiyên xwe dimeşîne, ji aliyê YEKÎNEYÊN ÎSTÎXBATARTÊ YA CENDEIRMEYAN ve hatiye wezîfedarkirin û ji bo vê yekîneyê dixebitî. Ew pêkanînên sîxur/xiyanetê ku ev hêmana ku ji bo jiyana ferdî xisitn zindana Yozgatê, em vê pratîka xiyanetê şermezar dikin; Em pêkhateyên ku bi sîxurên bi vî rengî re hevkariyê dikin jî bi awayekî cidî hişyar dikin û bang li wan dikin ku destên xwe yên qirêj ji nirxên ku gelê me bi hêviyên mezin bilind kiriye, ji vê gola îxanetê derkevin û ji van sûcên xwe yên li hemberî gelê Kurd ê hêja kirine vegerin.

Erk û berpirsyariya me ye ku em hemû gelê xwe û raya giştî ya demokratîk bi taybet hevrêyên xwe yên li girtîgehan agahdar bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar