Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Rojava amadekariyên hilbijartinê

Li rojavayê Kurdistanê di destpêka şoreşê de xetek hat diyarkirin û li gorî wê him rêveberî û him jî parastin hat kirin. Bi destpêkirina aloziya li Sûriyeyê ve li herêmên Efrîn, Kobanê û Cizîrê û heta tax û deverên Sûriyeyê ku piranî kurd lê dijîn, hatin birêxistinkirin. Ev rêxistin bi avakirina komun û meclisan hîmê wê hat danîn û hevserok û endam hatin hilbijartin.

Lê ji wê demê ve, aliyên ku niha navê ENKS li wan tê kirin, li dij derketin û nexwestin û êrîş kirin. Komîte û hêzên ji bo parastinê hatin avakirin û dîsa ev ENKS’ê li dij derket û gotin vaye hûn koman ava dikin û wê şer çêbibe. Paşê, Çeteyên El-Nûsra êrişî Serêkaniyê kirin û ji ber parastin hat kirin şer derket û vê ENKS’a niha rabû û wekî ku bêje; Ger hûn ne li wir bana, wê şer derneketa. Erê, ger YPG ne li wir ba, wê serbest ketibana Serêkaniyê û her der bê astengî talan û wêran kiribana. Di sala 2014’an de rêveberiyên xweser hatin avakirin û kanton hatin ragihandin û li vir dîsa derketin û gotin: PYD’ê van yekan dike û bi vê derûdorê li me sor dike û li dij derketin û heta ji wan hat êriş kirin û li dijî wê propaganda kirin. wilhasil di her avakirinekê de ev serkirdeyê ENKS’ê derketin û êrîş kirin û di her êrîşeke li ser herêmê de sedem PYD’ê didan nîşandan ku çima tevlî aliyên weke Nûsra û “artêşa azad” nebûne û lewma van komên çete êrîş kirin e.

Ev rêze bûyer bûn ku me anîn ziman lê li holê di van 10 salên derbasbûyî de bi dehan gotin û helwestên virtûvala yên van serkirdeyên ENKS’ê derketin holê û dawiyê li xwe mukur hatin ku hemû tişt ji bo 600 dolarê ku distînin dikin û ger nekin ew ê ev pere li ser wan were birîn. Lê tevî ewqas êrişên li ser herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê, her sal nûbûnek hebû ku pê herêm bi nav û deng dibû. Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê niha heye û ew berpirsê yekem di girtina biryaran de û pêkanîna berpirsyariyên li hember milet e. Ji nava van berpirsyariyan jî xizmetguzariye ku bi riya Şaredariyan dibe. Ji bo vê yekê jî hat aşkerekirin ku di 30 Eyarê de wê hilbijartin werin kirin û bang li hemû aliyan ku ENKS’ê jî di nav de ye ku amadekariyan bikin da beşdar bibin. Lê ENKS’ê ev meheke zêdetir e li ser dezgehên çapemeniyên yên ji wan re hatine diyarkirin li dijî hilbijartinan dijpropaganda dike û dibêje em tevlê nabin. Ev yek ji xwe diyar e ku fermana wan ji Tirkiyeyê tê û heta ji wan bê, li ser daxwaza seyîdên xwe wê êriş bikin.

Her wiha li gorî agahiyan, ji hemû kesî hatiye xwestin ku yên dixwazin di xebatên siyasî de cih bigrin, divê rûxsetê bigrin da karibin tevlî hilbijartinên 30 Eyarê bibin. Lê ENKS’ê ku heta niha qebûl nake rûxsetê ji Rêveberiya xweser bigre û offîsên xwe vekirîne, dibêje çawa ez ê ji we rûxsetê bigrim û hûn ne rewan e. ENKS komên çete yên Tirkiyê, dagirkeriya dewleta thilbijar5tin, rojava, irk rewa dibîne lê hebûna Rêveberiya Xweser rewa nabîne û wê qebûl nake.

Axir El-Kelam, subhandikeke di zimanê erebî de heye ku dişibihe vê rewşê ya dibêje; Karwan dimeşe û li dorê deng tê. Ew jî ENKS’ê ne û ew jî qîmeta wan e. Zêde hewce nake mirov qala hin tiştan bike lê ji bo hin caran wan bi bîra her kesî bixî, ji mecbûrî be jî tînî ziman. Rêveberiya Xweser wê di 30 Eyarê de hilbijartinana li dar bixe û xelkê li herêmê jiyan dike dengê xwe bikar bîne û nûnerên xwe hilbijêre. Em jî dibêjin, ji niha de ser xêrê be.

Nûçeyên Têkildar