Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Di hezîranê de wê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ bên lidarxistin

Di çaroveya pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de di navbera 15-22'ê hezîranê de rojên çalakiyên navneteweyî yên bi navê “Diyaloga bi Ocalan re” wê bên lidarxistin. Însiyatîfê bang li her kesî kirin ku li her derê çalakyên diyaloga Rber Apo li dar bixin.

Dostên gelê kurd di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cihanê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re zadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destêkirin. Pêngava azadiyê li cihanê deng veda û li her derê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Însiyatîfa ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî” didomîne bang li her kesî kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê li çar aliyên cîhanê beşdarî çalakiyên “Diyaloga bi Ocalan re” bibin û fikrên wî belav bikin.

Însiyatîfê bang li rewşenbîr, zanyar, kedkar, aktîvîst, hunermend, sendîka, tevgerên civakî û siyasetmedaran kir ku di navbera 15-22’ê Hezîranê de bi şêweyên cuda çalakiyan li dar bixin û got ku çalakiyên xwe bi ramanên Abdullah Ocalan û diyalogê li dar bixin.

Daxuyaniya Înîsiyatîfê wiha ye:

“Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in li Tirkiyeyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û têkîliya wî bi derve re qut bûye. Herî dawî di Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk anîbû. Ji Adara 2021’ê û vir ve hemû têkilî qut bûne û derbarê tenduristiya wî de fikarên cidî hene. Êdî ne pêkan e ku mirov baweriya xwe bi Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT), Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bîne.

Nivîsên Abdullah Ocalan îlhamê dide rewşenbîr, azadîxwaz, zanyar, kedkar, aktîvîst, hunermend, sendîkavan, tevgerên civakî, siyasetmedar û hemû civakan. Abdullah Ocalan 25 sal berê piştî komploya navneteweyî wek rêberekî kurd ji Sûriyeyê derket û piştî salan wek pêşengê civakeke demokratîk a azad, pir-neteweyî, pir-olî û demokratîk vegeriya. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke civakî ya xweser, li ser esasê fikrên azadiya jinan, ekolojî û demokrasiya radîkal a Abdullah Ocalan derdikeve pêş. Felsefeya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, ji bo îmkana sîstemeke civakî ya demokratîk hêviyek nû dide me. Di hucreya girtîgehê de “Jin jiyan azadî” formule kir; di sedsala 21’an de dirûşma têkoşîna azadiya jinan û rênîşanê hemû jinên serhildêr û têkoşer e.

Nivîsên Ocalan derbarê jiyana bê dewlet de jêpirsîneke bêhempa ye û vîzyoneke civaka demokratîk-ekolojîk e ku perspektîfeke nû pêşkeşî lêgerîna sosyalîzmeke nû dike. Daxwazên Abdullah Ocalan ên ji bo rêgezên demokratîk ên rêxistinbûyîna civakî, bala kesên ku bi ramana civakî ya avaker an jî ji nû ve avakirina civakê li ser xetên femînîst û ekolojîk re eleqedar e, heq dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar