Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek da û ragihand ku 38 kes bi gumana endamtiya şaneyên DAIŞ`ê, binçav kirine.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hêzên operasyonên leşkerî yên taybet ên HSD`ê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn vê sibê (20`ê nîsanê) li taxên bajarê Hesekê operasyoneke berfireh li dar xist. Di operasyonê de 38 kes bi gumana endamtiya şaneyên DAIŞ`ê hatin binçavkirin ku hewl didan êrîşên terorîst li herêmên cuda bikin. Her wiha bi wan re miqdareke çek û cebilxane hatin desteserkirin.”