Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Kartal: Bila hemû partiyên me bibin xwedî helwesteke neteweyî

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir ku li Rojhilata Navîn çareserî di fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye. Kartal banga helwesta neteweyî kir û got: “Hilweşîna dewleta tirk ji bo Kurdistanê tê wateya azadiyê.”

Civîna dema navber a Desteya Giştî ya 22’yemîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi tevlibûna bi sedan delegeyan dewam dike. Di civînê de nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên kurdistanî mafê axaftinê girtin. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal wiha got: “Ev civîn di pêvajoyeke dîrokî de tê lidarxistin. Li Kurdistanê bûyerên girîng diqewimin. Di vê pêvajoya dîrokî de gelê kurd li her çar parçeyan, bi moral û motîvasyoneke girîng têdikoşe.”

Kartal di axaftina xwe de qala krîza li Rojhilata Navîn jî kir û anî ziman ku çareserî di paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye û wiha pê de çû: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 25 sal in li Îmraliyê dîlgirtî ye. 3 sal in em agahî jê nagirin. Ev tecrîda giran di heman demê ji bo dewamkirina şerê li dijî gelê kurd, tê pêkanîn. Lewma li dijî Rêber Apo tecrîda giran pêk tînin. Dewleta tirk ji van pêvajoyan encam wernegirtiye û ber bi têkçûnê ve diçe. Di civîna me de wê di vê çarçoveyê de nîqaş bên kirin û biryar bên dayîn. Bila hemû cîhan bizane ku gelê kurd wê di nava yekdengî û yekîtiyê de bibe xwedî helwest. Têkoşîna ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ li hemû cîhanê hat meşandin. Bi taybetî bi têkoşîna ku 6 mehên dawî tê meşandin, ev mijar ket rojeva raya giştî ya cîhanê. Bi vê çalakiyê gelê kurd daxwaz û têkoşîna xwe bilind kir.”

Kartal destnîşan kir ku îradeya gelê kurd dewleta tirk paşve biriye û ev tişt got: “Ev pêla faşîst şikest. Di konsepta wan a şer de şikestineke mezin derket holê. Vê dewletê hemû derfetên xwe seferber kir, dixwest di şer de encamê werbigire. Lê li hemberî gel û gerîla, di vî şerî de encam wernegirt. Piştî hilbijartinê amadekariya şerekî mezin dihat kirin. Eger hêz û baweriya wî hebûya, wê heta niha karîba vî şerî bimeşîne. Zehmetiyê dibîne. Lewma dixwaze piştgiriyê bistîne. Serdana dewletên Iraq û ereban, dewletên Ewropa û Amerîkayê dike û piştgiriyê dixwaze. Ev di heman demê de îspata vê yekê ye; dewleta tirk nikare li hemberî Gerîlayên Azadiyê encam werbigire.”

Remzî Kartal qala têkçûna AKP’ê ya di hilbijartinên xwecihî de jî kir û got: “Hilweşîna dewleta tirk ji bo her çar parçeyên Kurdistanê tê wateya azadiyê. Lewma divê ne tenê weke partiyekê, divê weke gelekî em helwestekê zelal bikin ku hemû alî û siyasî di nav de bin. Bila hemû tevger û partiyên me yên siyasî bibin xwedî helwesteke neteweyî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar