PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Gerîlayên azadiyê li Metînayê 3 dagirker ceza kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyand ku artêşa tirk a dagirker a li ser Metînayê ji bejahî û hewayî ve bi bombardûmanê dewam dike  wih ahat gotin. “hêzên me bersiv dan dagirkeran û çalakiyek kirin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.”

HPG’ê li ser çalakiyan û êrişên artêşa Tirk a dagirker ev agahî parve kir:

“Li herêma Metînayê;

21’ê nîsanê saet di 14:30’î de li Qada Şêlazê bi rêbaza êrişê li dijî dagirkeran çalakiyek hate kirin. Ji du baskan ve bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

20’ê nîsanê saet di 11:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

20’ê nîsanê saet di 12:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi taktîka sûîqestê hate îmhakirin.

21’ê nîsanê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

Êrişên artêşa dewleta tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

21’ê nîsanê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta tirk a dagirker;

19, 20 û 21’ê nîsanê li herêma Metînayê qadên Golka, Bêşîlî yên berxwedanê 2 caran, li herêma Xakurkê qada Goşînê carekê, li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm 2 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û Girê Baharê 9 caran, li herêma Garê qada Girê Reşît û Deşta Kafya 2 caran; bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

19 û 20’ê nîsanê li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Girê Şehîd Kerîm, Girê Şehîd Çekdar, Serê Mewtîna, Girê Ortê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar