Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

YPJ: Şervana me Narvîn Hogir şehîd bû

Fermandariya YPJ’ê diyar kir ku şervana wan Narvîn Hogir di 22’yê nîsanê de li ser rêya Sirînê şehîd bû û diyar kir ku ji Narvîn dawîkirina dagirkeriya li ser welat û avakirina pergala demokratîk û azad a li ser bingeha pergala Rêber Abdullah Ocalan armanca sereke bû.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) derbarê şehadeta şervana YPJ’ê Narvîn Hogir (Dîlan Derwêş)  daxuyanî da. YPJ’ê ragihand ku Narvîn Hogir di encama qezaya seyarê de şehîd bû û wiha got: “Dê xwestek û xeyalên rêhevala Narvîn ji bo me erk û wesiyeta bingehîn bin.”

Daxuyaniya Fermandariya YPJ’ê wiha ye:

“Hevrêya me Narvîn Hogir di sala 1995’an li bajarê Qamişlo di malbateke welatparêz de hate dinê Ji ber welatperweriya malbatê, ji temenê biçûk bi rastiya gelê xwe û doza azadiyê hesiya û tim jî bala wê li ser têkoşîna azadiyê bû.

Hevrê Narvîn di pêvajoya destpêkirina şoreşê, bi berpirsyarî û wêrekiyeke mezin tevlî nav refên YPJ’ê bû. Herdayîm dikir ku di qadên herî dijwar û erkên herî zehmet li pêş be. Di hemleya Til Hemîsê ya salên 2013 û 2015’an bi awayekî aktîf cih girt û tecrûbeyên girîng yên şer bidest xist. Pişte berê xwe da eniya Tirbespiyê, di hemleyên rizgarkirina Tişrîn, Minbic û Reqayê de jî beşdar bû. Di pêvajoya ku dagirkeriya faşîst ya Tirkiyê êrîşî Girê Spî kir bû xwedî têkoşîneke girîng. Tim di eniyên pêş ên têkoşînê de cih girt. Bi dilnizmî û coşa xwe ya jiyanê hate nasîn û hate hezkirin.

Rêhevala me Narvîn Hogir bi destanên qehremanî yên şervanên azadiyê mezin bibû. Wê jî dabû ser şopên sê kurapên xwe ku di salên 1990’an de li çiyayên azad ên welat şer kiribûn û şehîd bibûn. Ji bo rêhevala Narvîn dawîkirina dagirkeriya li ser welat û avakirina pergala demokratîk û azad a li ser bingeha pergala Rêber Apo, armanca sereke bû. Lewre jî xwe hem di warê leşkerî, hem jî birdozî perwerde dikir. Ne tenê di warê biranşên leşkerî pispor bû, pê re jî di warê îdeolojîk de jî gihîşt danehev û kûrbûneke berbiçav.

Em rêhevala xwe Narvîn Hogir, bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Didin diyarkirin ku dê xwestek û xeyalên rêhevala Narvîn ji bo me erk û wesiyeta bingehîn bin. ”

Nasnameya şehîd Narvîn Hogir wiha ye:

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar