PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Gerîlayên azadiyê agir berdan dilê Enqereyê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê berfirehiya dîmenê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan a ku 37 dagirker hatibûn cezakirin û amûrên dagirkeran hatibû şewitandin weşand. Dema ku 'baregeha dijmin' dişewite, gerîlayek dibêje 'Agir kete dilê Enqereyê'. Gerîla TV jî ji vê gotinê nav li fîlmê ji saetekê kir.

Gerîlayên azadiyê bi operasyonên şoreşgerî derbên mirinê li dagirkerên tirk ên faşîst xistin. Ji van operasyonan yek jê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan a ku di 15’ê sibata 2024’an de pêk hat e. Di dîmenan de ku bi navê ‘Agir kete dilê Enqereyê’ hatin weşandin, tê dîtin ku gerîla diavêje ser çeperên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li Herêma Şehîd Delîl a li Rojavayê Zapê û gelek çeperan îmha dikin.

Di fîlm de dîmenê çeperên dagirkeran ê bi droneyan hate kişandin, pêşveçûna gerîla ya li nava zinaran, axaftina bêdeng a navbera xwe ya ji bo koordînekirina çalakiyê û kêliyên şer tê nîşandan. Gerîlayên ku xwe ji ser têlan diavêjin, dema ku ber bi ‘çeperên dijmin’ ve diçin, dengê çekan nasekine. Gerîla yek bi yek dikevin nava çeperan, dest datînin ser çekên dagirkeran. Di vê kêliyê de jî gerîlayên jin dikin ’tilîlî’. Gerîlayeke jin dibêje ‘pêş ve biçin, çeperan kontrol bikin’. Di vê kêliyê de jî bombeyên destan bi ser çeperan ve têne avêtin. Gerîla ku bi lez û bez xeta parastinê ava dikin, dikevin hundirê hemû çeperan, baregehê bi temamî kontrol dikin û dest datînin ser çekan.

Dema ku ‘baregeha dijmin’ dişewite, gerîlayek dibêje ‘Agir kete dilê Enqereyê’. Gerîla TV jî ji vê gotinê nav li fîlmê ji saetekê kir. Di dema şer de gerîla şervan Şehîd dikeve. Hevrêyên wî jî wî diavêjin ser milê xwe û ji qadê dibin. Di vî dîmenî de ku hevrêtî û dilsoziya gerîla nîşan dide, gerîla radihêjin kincê bi xwîn ê gerîlayê şehîd ê li erdê. Cenazeyê şehîd li ser milê hevrêyê xwe ji nava zinaran tê daxistin.

Di daxuyaniya 18’ê Sibatê ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate ragihandibû ku di operasyonê de 37 dagirker hatin cezakirin, her wiha 15 çeper, 7 konteynir, cebilxaneyek, cihekî şer, cihekî çavdêriyê, 2 çekên A4, bombeavêjek, 2 sîstemên radar û 5 kamerayên mobesse hatine îmhakirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar