Careke din Belçîka û careke din çapemeniya azad.
Roja duşemê 126 saliya rojnamegeriya Kurdistanê bû. Hiş û mejiyê me li ser vê rojê bû û ev roj jî kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Her wiha şehîdên çapemeniya azad jî nehatin jibîrkirin. Di vê oxirê de dehan hevalên me yên leheng bûn cangorî. Eger îro em gihîştibin van rojan jî, bi saya wan hevalan e.
126 salên bi zext û zorê derbas bûye me li pey xwe hişt. Çapemeniya azad jî tevî ewqas girtin, kuştin û astengiyan jî heta îro hat. Dema ku me ev roj derbas kir û şûnde ango derengê şevê polîsên dewleta Belçîkayê bi ser avahiyên Stêrk Tv û Medya Haber Tv de girtin. Ew avahî jî ne cara pêşî bû ku serdegirtin lê çêdibû. Di dema Med Tv, Medya Tv û Roj Tv de jî heman tişt qewimî bûn. Lê me digot êdî Belçîka careke din rê û rêbazên bi vî rengî naceribîne. Yanî wekî mirovan wê biçe avahiyên wan televizyonan û çi dixwaze bibîne. Lê mixabin a zor bi kar anî. Ango terora xwe xist meriyetê û serî li zordariyê da.
Bi sedan polîsên Belçîkayê dor li avahiyên televizyonan girtin û êrîşa xwe pêk anîn. Deriyên studyo û cihên xebatê şikandin. Gelek alavên teknîkê jî xera kirin. Hinek alav jî bi xwe re birin. Yanî ji bo xerakirinê hatibûn. Derdê wan ew bû ku ji Erdogan re bêjin; tişta te dixwest me kir. Ev yek jî bi dilê dewleta tirk bû.
Li pişt vê êrîşê peyamek hebû. Ew jî peyama dewleta tirk bû. Yanî ji kurdan re digot; hûn biçin ku derê jî em li pey we ne û em ê we rehet bernedin. Erê raste derdê dewleta tirk bi me re heye. Lê ya Ewropayê çi ye? Ma ne Ewropa qala demokrasî û mafê mirovan dike ? Hiqûq û qanûnên wê li ku ne ?
Şev nîvê şevê bi ser avahiyên televizyonan de digirin û terorê pêk tînin. Eger saziyek ne qanûnî û ne fermî be, wê demê çawa dibe ku hûn destûra weşana wê didin ? Na eger fermî be, wê demê li gorî fermiyeta wê hurmetê nîşan bidin. Tişta ku dewleta Belçîkayê kir teror bû. Eger hûn dixwazin terorê û terorîstan nas bikin, li êrîşa wan binerin. Dema ku em ketin avahiya televizyonê em li terora dewleta Belçîkayê rast hatin. Me ev dîmen li Gever, Cizîr û Nisêbînê dîtibûn. Dewleta tirk bi heman barbariyê ev zilm li kurdan dikir. Eger Belçîka rabe û vî tiştî bike, wê demê çi ferqa wê ji dewleta tirk a faşîst heye ?
Ew çapemeniya azad ku we êrîşî wê kir, di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê de xwedî li Belçîkayê derdiket. Dema ku DAIŞ’ê bombe li Brukselê diteqandin, tenê şervanên kurd li dijî DAIŞ’ê di nava tevgerê de bûn. Ew şervan ji bo parastina Ewropayê jî canê xwe feda dikirin. Lê îro Belçîka radibe dewleta tirk ku çeteyên DAIŞ’ê şandibûn Ewropayê diparêze. Ma wê bersiva Belçîkayê ji bo canfedabûna kurdan wiha bûya gelo?
Belçîka bi vê kirina xwe ya dawî hevkariya xwe ya qirêj a bi dewleta tirk re aşkera kir. Ne tenê Belçîka, gelek dewletên din ên Ewropayê jî di qirkirina kurdan de li hev kirine. Ev jî nîşan dide ku planeke din a konsepta qirkirinê di meriyetê de ye. Ev yek jî nûjenkirina komployê ye.