Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dr. Pencewînî: Divê hêzeke kurd êrîşî hêzeke din a kurd neke

Dr. Mehmet Emîn Pencewînî diyar kir ku ger hêzeke kurd bi artêşa tirk re êrîşî hêzeke din a kurd bike, ev yek wê zirareke mezin bide yekitiya neteweyî û wiha got: “Rewş wê bibe şerekî navbera kurd û kurdan. Wê ev şer ne şerê kurd û dewleta tirk be. Di nava PDK'ê de beşek alîgirê wê yekê ne ku tevlî şerê Tirkiyeyê yê li dijî PKK'ê bibe.”

Malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê ji bo berjewendiyên şefê faşîst Erdogan stsûya başûrê Kurdistanê dixe xetereyê. Endamê KNK’ê siyasetmedarê kurd Dr. Mehmet Emîn Pencewînî derbarê xayintiya malbata sîxur û çeteyên wê axivî. Dr. Pencewînî diyar kir ku dewleta tirk li gel Îran û Iraqê ev 3 sal in amadekariyên êrîşa li dijî gelê kurd dikin û got ku seredanênTayyîp Erdoganî ên ji bo  Başûr û Iraqê jî parçeyeke van amadekariyên êrîşê ne.

Pencewînî bal kişand ser Wezareta Parastinê ya Iraqê ku ji dewleta tirk re gotiye ku ew beşdarî êrîşên li dijî PKK’ê nabin û ev yek anîne ziman: ‘’Çimkî Iraqê gotiye li Iraqê PKK ne di lîsteya ‘terorê’ de ye û em PKK’ê weke terorîst nabînin. Bi taybet YNK û serokê wê Bafel Talabanî û gelek partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê gotine ku ew tevlî şerê Tirkiyeyê yê li dijî PKK’ê nabin. Çimkî PKK ne li herêma YNK’ê ye.’’

Tirkiyeyê ji Îranê jî xwest ku di heman demê de êrîşê bibe ser PJAK’ê, lê belê Îranê ev yek qebûl nekir. Îran naxwaze artêşa tirk a endamê NATO’yê nêzî sînorê wan bibe, lewma piştgiriyê nade vî şerî. Rewş heta niha bi vî rengî ye. Tê gotin, beşek ji hêzên Herêma Kurdistanê wê tevlî vê êrîşê bibe. Di vê mijarê de hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Lê belê li gorî gotinên di nava siyasetmedarên başûrê Kurdistanê de têne gotin, di nava PDK’ê de beşek alîgirê wê yekê ne ku tevlî şerê Tirkiyeyê yê li dijî PKK’ê bibe. Beşek ji PDK’ê dibêje, ev yek tiştekî nebaş e. Heta niha rewş bi vî rengî ye. Lê belê gelê başûrê Kurdistanê vê êrîşê, êrîşa hêzeke kurd bi artêşa tirk re ya li ser Qendîlê qebûl nake, li ber radibe. Wê bibe felaketeke mezin. Di rewşeke bi vî rengî de derba destpêkê wê li başûrê Kurdistanê bikeve. Eger hêzeke kurd bi artêşa tirk re êrîşî hêzeke din a kurd bike, ev yek wê zirareke mezin bide yekitiya neteweyî, rewş wê bibe şerekî navbera kurd û kurdan. Wê ev şer ne şerê kurd û dewleta tirk be. Nûnerên hemû partiyên kurdistanî yên tevlî civîna KNK’ê bûn û kesayetênk di axaftina xwe de xwestin, ti ji hêzên Başûr alîkariyê nedin êrîşa artêşa tirk a li ser gerîlayên Kurdistanê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar