Operasyona mezin a başûrê Kurdistanê ku vê dawiyê dest pê kir ne êrîşeke asayî ye. Digel ku ev yek encama xwezayî ya siyaseta komara Tirkiyeyê ya zêdeyî heftê sal in li Kurdistanê dimeşîne û di heman demê de ev operasyon hemû xitimandin û nakokiyên ku tê de ye nîşan dide. Çi dibe bila bibe hewl dide bi hemû hêza xwe polîtîkayên xwe yên dagirkerî, wêrankerî û komkujiyan bi her awayî bidomîne û ji bo bi encam bike hemû hêza xwe daniye holê. Li gorî rastiya dîrokî û ya îroyîn, hemû hêzên hundir û derve ne tenê ji bo destkeftiyên gelê başûrê Kurdistanê bifetisînin, bi wê re ji bo şikandina şerê şoreşgerî yê li Bakur li ser bingeha senaryoya “19’ê Gulanê ya duyemîn” bi awayekî hovane bieciqîne û encamê bigire.
Eger van operasyonên ku tên kirin weke operasyoneke tenê ya girêdayî Başûr binirxînin dê kêmasiyeke mezin be. Dema ku em bi perspektîfeke siyasî û dîrokî û berfireh lê binerin û rastiyên ku roj bi roj di pratîkê de derdikevin holê binirxînin, em dibînin ku hemû gelê me û heta gelên herêmê bi êrîşeke xetere re rû bi rû ne. Ger hişyariyeke berdewam neyê nîşandan û tedbîrên şoreşgerî neyên girtin û pêşxistin, weke mînaka qirkirina gelên ermen û rûm a di salên destpêks komarê pêk hatin bi qirkirineke wiha re rû bi rû bimînin. Jixwe derxistina fizîkî ya gelê kurd ji welatê xwe heta asteke pir pêşketî hatiye pêşxistin. Heta ku jê tê wê bi şer tune bike, heta ku dikare bû cerdevaniyê pêş bixe û hêzên ku li ber xwe didin li çiyayan asê bike û wan li wir tune bike. Divê em bibîniin ku bi pêvajoyeke herî xeternak re rû bi rû ne. Ji bo vê jî divê em peywira ku dikeve ser milên me bi cih bînin.
Ev ne tenê pêwîstiya parastina nasnameya gel e, heta peywireke rizgariyê ye; Ev pêdiviyeke ku mirov li ser piyan bimîne. Wekî din, çarenûseke ku di destê faşîzmê de bûne meymûn li pêşiya wan e. Kesên kêm be jî karibin rojevê binirxînin wê bibêjin ev nirxandineke rast e û di cih de ye.
Şerê taybet ê komara tirk niha ne tenê bakurê Kurdistanê, başûrê Kurdistanê û ji ber vê yekê jî tevahiya Kurdistanê ji xwe re dike hedef. Komara tirk şerekî dij-şoreşgerî dimeşîne ku dikare bibe sedema bêmirovkirina vî welatî. Ne tenê hêza şerê şoreşgerî, ptexfîyekarina hevkarên bikaranîne jî di nav de her tiştê ku li ser navê nasnameya neteweyî tê jiyîn wê ji holê rakin.
Yên ku aqûbeta xwe ji “Hêza Çakûç” re dihêlin, ji şerê şoreşgerî ditirsin. Çawa ku pirsgirêka wan bi şerê şoreşgerî re nîne, erka wan jî heye ku pêşî lê bigirin. Di rastiyê de bingeha astengkirina PKK’ê ev e. Nexwe ne ji ber wê ye ku PKK li Başûr xistiye bin kontrola xwe. PKK li wir e ku bi hemû hêza xwe alîkariya têkoşîna şoreşgerî ya gelê Başûr, gelê Kurdistanê û heta gelê Iraqê bike. Bila têkoşîna şoreşgerî bi pêş bixin û bi hêza xwe li ber xwe bidin, em ê rojekê jî li wir nesekinin. Ez vê pir aşkera dibêjim. Lê beriya her tiştî em enternasyonalîst in, ji bo pêşxistina têkoşîna şoreşgerî dikevin wir, heta dawiyê têdikoşin. Em welatparêz in, em jî şoreşgerên çînayetî ne, em li cem gel in û heta dawiyê têdikoşin. Ev pêwîstiyeke şoreşgeriyê ye.
Hin qasidên ku wan destnîşan kirine û dev ji pêkneanîna peywiran xwe berdin, em baş dizanin ku ji salên 1990’î ve bi tundî di vî warî de kar dikin û PDK ji sala 1965’an ve li pey vê yekê ye. Ma ne PDK’a tirk ji aliyê rêveberiya hevkarên Başûr ve radestî MÎT’ê hate kirin û ma ne bûn amûra kontrolkirina gelê bakurê Kurdistanê? Ma ew hîn jî difikirin ku em nikarin vê yekê fêm bikin? Dîsa, eger ne ferzkirina serkirdayetiya burjûwaziya biçûk a Başûr û bi darê zorê gelek rêxistinên burjuwaziyê li Bakur bi cih kirin çi ye? Di rastiyê de yên ku beriya derketina PKK’ê destwerdana bakurê Kurdistanê kirine kî ne? Heke ne PDK a Bûşûr be wê demê kî li seranserê, Botan kir eniya li pişt xwe û wek qada xwarinê birêxistin kir? Û ma ne PDK ye bi navê PDK a tirk, bi nûnerên xwe yên girêdayî wê re, herî zêde bi MÎTê re hevkariyê dike? Îcar kî mudaxeleyî karê kê dike? Bakur destêwerdana Başûr dike yan Başûr li Bakur dike? Wekî din, ew vê yekê li ser bingehek neheq û hevkariyê dikin, di xizmeta şerek taybet a xeternak de.
Divê tu kes ji bo berjewendiyên teng an jî çend dolar bi paşeroja gelê me nelîze, divê hûn firsendê nedin wan ku bilîzin. Berê mixabin we ji bo berjewendîyên wan yên sade zirar û êşên mezin xwar. Em naxwazin careke din ev yek pêk were.
Hêvîdarim hemû hêz, PDK, YNK û hêzên din ên mezin û biçûk ên dost û di serî de hemû gelê me, hemû eşîr û kesayetên navdar; di vê çarçoveyê de hûn ê nirxeke mezin bidin erkên me yên şoreşgerî, welatparêzî û demokratîk ku em bi berdêlên mezin hewl didin ji bo we pêk bînin û teqez hûn ê erka xwe pêk bînin. Hûn ê bi moraleke bilind, bi berpirsyarî û kedeke mezin erka xwe pêk bînin, zanibin ku ji bilî vê tu riyeke din a rizgariyê nemaye û dawî û têkçûna vê jî windakirina we hemûyan e. Ez careke din tekez dikim; Ev derfeteke dîrokî ye. Di heman demê de ger ev derfet li ser esasê berjewendiya gelê me neyê nirxandin, wê bibe windahiyeke tevahî. Lê dîsa jî ez di wê baweriyê de me ku bi tedbîrên ku me girtine û bi piştgirî û hevgirtina ku we nîşan da, ez hêvîdar im ku hêzên berpirsyar ên PDK û YNK’ê ku divê dersên pêwîst ji siyaseta dijminan a parçe bike, dabeş bike û bi rê ve bibe derxin. Gavên erênî bavêjin ku careke din nebin amûrê lîstikên dijmin. Bi taybetî careke din PDK’ê hişyar dikim. Divê dev ji hevkariyeke bi vî rengî ya dilxwaz a dijmin berde. Belkî jî tekane rê û şansa dawî ji bo wî ew be ku dev ji van hewldanên dijminatiyê berde û bi helwesteke niştimanperwerî berê xwe bide qadan. Ger vê yekê nekin, belkî rojên xwe yên dawî dijîn, tu hêz nikare wan ji êşa dawî ya dijwar xilas bike.
Divê ew bizane ku ger ew helwestek biratî, bihevre û ne li ser hesabên piçûk be, zirarê nade me. Bi rastî, divê mirov bi berpirsyarî tevbigere, bizanibe ku hebûna xwe bi tevahî deyndarê me ye. Ev hişyariya me ya dawîn e, divê em zanibin ku dema ku hewcedarî bi cih werin ev ê riya çêtirîn be. Divê kêliyekê jî guh nede ku ger di vê siyasetê de israr bike dê bi vê helwesta şaş a giran dawiya wî bi êş bibe. Di vê rewşê de divê ew bizane ku em ê ti berpirsiyariyê negirin. Divê bawerî bi sozên dijmin neyê.”