Di hilbijartinên herêmî de jinên DEM Partiyî pêşengî kirin û bi pergala hevserokatiyê destkeftiyeke mezin bi dest xistin. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu der barê pêvajoya hilbijrtinê û kampanyaya ku wê di rojên pêş de bidin destpêkirin de nirxandin kir. Halîde da zanîn ku encamên hilbijartinê di serî de ji bo jinan û hemû civakê nîşaneya dema nû ne û wiha got: “AKP-MHP’ê li gelek deveran winda kir. Li Kurdistanê polîtîkaya qeyûm bidawî bû. Me faşîzm şûnde xist. AKP bû partiya duyemîn. DEM Partiyê 78 şaredarî bi dest xistin. Gel bersivek girîng da qeyûman. Ev berxwedan berxwedana jin, ciwan û gelan e.
Ji bo şûndexistina faşîzma li Tirkiyeyê, di mijara naskirina îradeya gel de piştevanî çêbû. Bi saya berxwedana gelê Wanê hêzên demokrasiyê piştevanî av akir û desthilatdarî neçar ma dest ji polîtîkayên xwe berde. Berxwedana gelê Wanê ji bo hikûmetê bersivek girîng bû. Divê hikûmet ji vê rewşê dersan derbixe. Li hember berxwedana Wanê û peyama ji bo qeyûman hatiye dayîn siyaseta demokratîk ev peyam û berpirsyarî qebûl kirine. Divê AKP, MHP û partiyên din yên siyasî van peyam û berpirsyariyan qebûl bikin. Moral û motîvaasyona ku muxalefetê ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê girtiye ji bo hemû gelên Tirkiyeyê û kurdan girîngiya siyaseta demokratîk derdixe holê.”
Halîde bi lêv kir ku DEM Partiyê di hilbijartinan de destkeftiyek girîng bi dest xistiye û wiha pê de çû: “Ev serkeftina DEM Partiyê li Kurdistanê bi destxistiye ne tenê ji bo partiyê ji bo hemû siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê û avakirina komara demokratîk, divê wek hêvî û pêşketinekê bê dîtin. Kevneşopiya têkoşîna me, zayendperestî, yekparêzî û nijadperestiyê qebûl nake. Em partiyeke ku demorkasiya herêmê temsîl diken e. Hemû şaredarên me wê bi vê paradîgmayê bixebitin. Divê em berpiryariya xwe ya ku vê hilbijartina dîrokî daye ser me bi moral û motîvasyonê xurt bikin. Nexşerêya hilbijartinê nîşan da ku gel li ku ye.”
Halîde anî ziman iu di dema nû de wê DEM Partî li ser rêxistinbûn û berfirehbûnê bisekine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hedefa me ev e ku modela DEM Partiyê li Tirkiyeyê zêdetir esas bê girtin. Rêveberiyên herêmî qadeke ku paradîgma me bi herêmê re hatiye gel hev e. Di civînên me bi şaredarên xwe re kir de ev model hat axaftin û wê xizmetek çawa bê kirin hat nîqaşkirin. Bêguman diyarkirina perspektîfa siyasî jî peywira meclîsa me ye. Dema de em ê pêvajoya kampanyek nû bidin destpêkirin û em ê naveroka kampanya xwe bikin. Kampanya me; kampanya rêxistinbûn, hişmendiya îdeolojîk, perwerde û çalakiyan e.”
Halîde Turkoglu: Em ê nexşerêya xwe amade bikin
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu diyar kir ku di hilbijartinên herêmî de peyam û berpirsyariya gel girtine ser milên xwe û wiha got: “Em ê nexşerêya xwe amade bikin. Kampanyaya me; kampanyaya rêxistinbûn, hişmendiya îdeolojîk, perwerde û çalakiyan e.