Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyêli dijî tecrîda mutleq bexwedaneke bêhempa dimeşîne û zêdetirî 38 meh in agahî jê nayê wergirtin. Fîlozofên xelatgirên Aştiyê ya Nobelê, akademîsyen, rojnameger, saziyên rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîst, nûnerên saziyên jinan û kesên navûdeng di 10’ê cotmehê de li 74 navendên cîhanê pêngava ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’’ dan destpêkirin. Di çarçoveya pêngava azadiyê de dostên gelê kurd di 10’ê kanûnê de kampanyaya ‘’Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’’ dane destpêkirin. Gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî bi awayekî çalak tevlî kampanyaya ku li qada navneteweyî hatiye destpêkirin, dibin.
Weke li hemû bajarên bakur û rojhilatê Sûriyeyê gelê Helebê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê jî pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dixwînin. Ji bo xwendinê pirtûkên Rêber Apo yên bi navê; Şaristaniyê: Serdema Xwedawendên Birûpoş û Qralên Niximandî, Sosyolojiya Azadiyê, Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk û Çareseriya Neteweya Demokratîk: Parastina Gelê Kurd ê li ber Qirkirina Çandî hatin diyarkirin. Her wiha wê hemû pirtûkên Rêber Ocalan werin xwendin. Di meclîs û komunan de ku ji 4 koman hatiye birêxistinkirin, 121 jin wê pirtûkên Rêber Apo bixwînin. Her wiha bi sedan kesên ku di meclîsa giştî û komunan de hatine birêxistin jî tevlî kampanyayê dibin.
Jinên ku li Meclisa Şehîd Gulê Selmo kom dibin, heya niha 4 parêznameyên ewil ên Rêber Apo xwendine û dest bi xwendina pirtûka ‘Çareseriya Neteweya Demokratîk: Parastina Gelê Kurd ê Li Ber Qirkirina Çandî’ kirine. Koma jinan a ku ji 36 kesan pêk tê piştî hemû sernavên pirtûkan têkildarî mijaran nîqaşan dikin.
Leyla Eloyê di kêliyên nîqaşan de nirxandinên xwe anîn ziman û wiha got: ‘’Rêber Apo di parêznameya 5’emîn de qala mijarên çand û zimanî dike. Çand û zimanê gelan rasterast terz û şêwejiyana nîşan dide. Hemû gelan çand û zimanekî cuda heye. Qirkirina li ser gelan jî têkildarî çand û zimanî pêk tê. ‘’
Ji beşdarvanan Zelûx Îzzet Ebdo jî nêrînên xwe bi van gotinan parve kirin: ‘’Dixwazin ku ziman û çanda gelan tune bikin. Afirînerên pergala kapîtalîst ku dijminahiya gelan dikin, dixwazin gelan ji cewhera wan dûr bixin. Bi taybetî li dijî gelê kurd zext û zilmeke mezin heye. Zimanê gelê kurd nayê qebûlkirin. Kurdî kakila zimanê gelan e. Lê belê zimanê gelekî tê astengkirin û dixwazin qedexe bikin. Hebûna gelekî bi zimanê wî gelî tê îfadekirin. Bi qedexekirina zimanê me, dixwazin me tune bikin.’’
Fatma Emîrê destnîşan kir ku ew her roj bi awayekî bi rêk û pêk pirtûkên Rêberê Apo dixwîne û ev yek anîn ziman: ‘’Em weke jin kom dibin û pirtûkan dixwînin. Em tenê naxwînin, her hiwa hemû hevalên jin nêrînên xwe jî tînin ziman. Ev yek jî me gelekî pêş dixe. Bi xwendina pirtûkên Rêber Apo em dizanin ku em kî ne û em çi dixwazin. Paradîgmaya Rêber Apo ne tenê ji bo gelê kurd e. Îro pitûkên Rêber Apo li seranserê cîhanê tên xwendin û paradîgmaya wî li seranserê cîhanê belav bûye. Bi saya paradîgmaya Rêber Apo xwişk û biratiya gelan pêk hat û hate pêşxistin.’’
Ciwana Keçxemîsê jî bal kişand ser paradîgmaya Rêber Apo û nêrînên xwe bi van gotinan anîn ziman: ‘’ Rêber Apo di pirtûkên xwe de her tim qala edalet, wekhevî û çareseriyê dike. Di perspektîfên xwe yên têkildarî gelan de bi awayekî berfireh li ser mijara çareserîya şeran disekine. Rêber Apo di pirtûkên xwe de gelekî girîngiyê dide mijarên weke têkiliyên di navbera gelan de, ji nû ve xurtkirina wan têkiliyan û xwedîderketina ciwanan ya çand û exlaqê. Rêber Apo di pirtûkên xwe de nîşanî me dide ku pêşketina civakê girêdayî çand û zimanî ye. Belavkirina ilm, felsefe û paradîgmaya Rêber Apo weke jinan erk û berpirsiyariya me ya sereke ye.’’