Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

KCK: Rojnameger Başlangiç hevreyekî gelê kurd ê hêja bû

KCK’ê li ser wefata Celal Başlangiç peyama sersaxiyê weşand û got: “Dostê hêja yê gelê me û mirovê têkoşînê Celal Başlangiç serî li ber ti zext û gefan netewand û dest ji cihgirtina bi heqîqetê re û aşkerakirina heqîqetê berneda. Bû xwediyê têkoşîn û sekneke bi israr û biryar.”

Rojnameger Celal Başlangiç li bajarê Koln ê Elmanyayê li nexweşxaneya ku tedawiya penceşêrê lê didît, jiyana xwe ji dest da. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Celal Başlangiç peyama sersaxiyê weşand û ev tişt parve kir:

“Me bi xemgînî zanî ku nivîskar, rojnameger û têkoşerê hêja Celal Başlangiç wefat kiriye. Destpêkê em ji malbat, xizm, dost û civata çapemeniyê re sersaxiyê dixwazin.

Bêguman windakirina dostekî wiha têkoşer, pir giran e. Celal Başlangiç bi sekin û têkoşîna xwe li cihê rast sekinîn çawa ye, nîşan kir û bi vî rengî bûye mirovekî hêja yê têkoşînê. Di demên herî zehmet de bi têkoşîna gelê kurd re bû ku her kes ji vê têkoşînê direvî û ji nedîtî ve dihat. Her cure xeterî li ber çav girt û êş, zehmetî û komkujiyên ku bi serê gelê kurd hatine, nivîsand û anî ziman. Gelek sûcên ku dewletê li Kurdistanê kirî, derxist holê û têkildarî rastiyê raya giştî agahdar kir. Sûcên dewletê yên li Kurdistanê, derxist holê û tevkariyeke mezin kir ku rastiya dewleta tirk bê dîtin. Bûye dostekî rast ê gelê kurd û lêgerînvanekê mezin. Ji ber ku rastî digotin û bi têkoşîna bi maf a gelê kurd re bû, ji aliyê dewletê ve zext û ceza lê hatine ferzkirin. Lê serî li ber ti zext û gefan netewand û dest ji cihgirtina bi heqîqetê re û aşkerakirina heqîqetê berneda. Bûye xwediyê têkoşîn û sekneke bi israr û biryar.

Dostê hêja yê gelê me û mirovê têkoşînê Celal Başlangiç gelek tevkarî û ked ji bo çapemeniya kurd jî kiriye. Heta kêliya wefat kirî, bi çapemeniya azad re di nava piştevaniyê de bû. Weke tê zanîn ji ber piştevaniya xwe ya bi çapemeniya azad re, rû bi rûyê zext û cezayan ma û lewma neçar ma ku biçe sirgûnê. Di sirgûnê de jî sekin, helwest û têkoşîna xwe domandiye. Çapemeniya kurd gelek tiştan deyndarê wî ye.

Em bi rêzdarî bejna xwe li ber hevrêtiya wî ya bi gelê kurd re, vegotina wî ya bi wêrekî ya rastiyê, baweriya wî ya bi têkoşîna demokrasiyê û hewldanên wî yên ji bo van hemû nirxan ditewînin. Car din ji malbat, xizm, dost û civata çapemeniya azad a demokratîk re sersaxiyê dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar