Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî nasnameya fermandarê HPG’ê de daxuyanî da. HPG’ê ragihand ku fermandar Şevger Çiya di 22’yê çileya 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye û wiha got: “Hevrê Şevger ji Mêrdînê heta Gabarê, ji Cûdî heta Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek herêmên Kurdistanê ji bo erkên xwe yên şoreşgerî pêk bîne, kedeke mezin da.”
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Em hevrêyê xwe Şevger Çiya, leheng ê gelê Kurdistanê, şervanê qehreman û fermandarê xwe yê hêja, di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Hevrêyê me Şevger ku bi exlaqê partiyê û hişmendiya kûr a welatparêziya ku bi dest xistibû, li ser bingehek watedar û rast dest bi têkoşînê kir, heta nefesa xwe ya dawî têkoşîna azadiyê bi awayekî serketî meşand. Hevrêyê me yê ku 24 salan di nava têkoşînê de cih girt, ji Mêrdînê heta Gabarê, ji Cûdî heta Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek herêmên Kurdistanê ji bo erkên xwe yên şoreşgerî pêk bîne, kedeke mezin da. Hevrê Şevger ku ji bo azadiya Rêbertiyê û Kurdistana Azad bêyî navber têkoşiya, ji bo pêkanîna vê armancê di bin her şert û mercî de bû leşkerekî bêhempa yê xeta partiyê.
Kesayetiya hevrêyê me Şevger a fedakarî, sadebûn û karekterê fermandariya wî her tim ji aliyê me hevrêyên wî ve bibe mînak û em ê xeyalên hevrêyê xwe bi serkeftinê tacîdar bikin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja, gelê me yê welatparêz ê Mêrdînê û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.
Agahiyên nasnameya hevrêyê me Şevger Çiya wiha ne:
Nasnav: Şevger Çiya
Nav û Paşnav: Sedat Aksû Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn Navê Dayik û Bav: Xensê – Nûrî Cih û Dîroka Şehadetê: 22’ê Çileya 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Hevrêyê me Şevger Çiya di malbateke welatparêz de li gundê Eqres ê navçeya navendî Artûklû ya Mêrdînê ji dayik bû. Hevrêyê me yê ku di malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû, bi nirxên xwe yên bingehîn mezin bû. Hevrêyê me yê ku demeke kin çû dibistanên pergalê, jiyana xwezayî ya gundê xwe esas girt. Hevrêyê me yê ku di zarokatiya xwe de bi gerîlayên ku dîtiye mezin bû, xeyala gerîlatiyê dike. Wek şahidê şewitandina gundan û kuştinên kiryar nediyar ên di salên 90’î de li Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatin kirin, mezin bû. Ji ber ku malbata hevrêyê me Şevger cerdevaniyê qebûl nedikir, piştî ku derbasî navenda Mêrdînê bû têkiliya wî ya bi partiyê re demeke kurt qut bû. Lê paşê ew bi rêya zindanê têkiliyên xwe ji nû ve danî. Hevrêyê me yê ku di nava xebatên milîsan de cih digire, hemû erkên xwe bi baldarî û cidiyeteke mezin bi cih tîne. Hesasiyeta wî ya di nêzîkbûna erkan de bala hevrêyên xwe yên gerîla dikşîne. Serkeftina wî ya di xebata bajêr de û xebatên wî ji gelek kesan re bûne mînak. Hevrêyê me ku di çalakiyên bajaran de jî cih girtiye, bi lêgerîn û xeyalên xwe yên derbên mezin li dijmin xisti û her tim çalak bû. Sonda xwe ya ji bo tola pismamê xwe Ferhat Aksû yê di sala 1991’an de li Mêrdînê şehîd bû û apê xwe Celal ê di sala 1994’an de li Bismilê şehîd bû û di nava xebatên milîsiyê de cih girt, her tim zindî kir. Piştî ku bi salan li bajêr xebitî, di sala 1998’an de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Hevrêyê me Şevger ku di sala 1998’an de li herêma Bagokê gihişte çiyayên azad, di demeke kin de ji bo her kesê ku bi motîvasyona tevlîbûna jiyana gerîla bibe, bû milîtanekî amade. Piştî perwerdeya yekem li vir bi awayekî aktîf beşdarî xebatên pratîkî bû. Di perwerdeyan de bi balkişandina li ser analîza kesayeta Rêbertiya me di xwe de guhertinên mezin afirand. Tevî ku gerîlayekî nû bû jî, bi beşdarbûna çalakiyan ve pêşketina wî ya leşkerî derket pêş. Hevrêyê me yê ku di sala 1999’an de derbasî herêma Gabarê bû û bi coşeke mezin çalakiyên xwe yên gerîla berdewam kir, bi biryara vekişînê ya di heman salê de li herêma Heftanînê erka xwe ya şoreşgerî berdewam kir. Hevrêyê me yê ku li herêma Heftanînê di dewreya peywirdarkirinê de cih girt, ji bo ku gelek hevalên xwe bi silametî bigihêjin cihên xwe, hewl da. Du salan di Şehîdgeha Heftanînê de xebitî. Xebat, temîrkirin û paqijkirina goristana şehîdan kir. Hevrêyê me yê dilsozê şehîdan û nirxên partiyê bû, bi baldarî li gora her hevrêyên xwe yên şehîd nêrî. Dizanibû ku PKK partiya şehîdan e, erka xwe bi giranî bi cih anî. Hevrêyê me yê di sala 2001’an de li herêma Heftanînê di operasyonekê de birîndar bibû, bi lez sax bû û şerê xwe berdewam kir. Hevrêyê me yê ku di Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an de vegeriya herêma Botanê, beşdarî çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatin xistin bû. Hem bi ezmûna xwe ya leşkerî hem jî bi zanebûna xwe ya bîrdozî di qada Botanê de bû milîtanekî mînak. Li hemberî êrîşên dijmin bi moraleke bilind, bi bawerî û îradeya Apoyî têkoşînê di her warî de pêş xist. Di dema ku şer gur dibû jî, ew weke milîtanekî nemir ê pîvanên partiyê dihat bibîranîn. Hevrêyê me yê ku di bin her şert û mercî de xeta Apoyî bi cih anî, li derdorên ku lê bû da jiyandin
Piştî demeke giran a pratîkê, di sala 2007’an de derbasî Akademiya Hakî Karer dibe. Bi balkişandina li ser kêmasiyên pratîkî yên di hawîrdora perwerdeyê û şêwaza ku digihêje serkeftinê dixwest bibe Apoyiyên fedaî. Hevrêyê me piştî 5 salan li Akademiya Şehîd Îbrahîm perwerdeya xwe ya fermandariyê bi dawî kir. Wî bi xwendina parêzname û analîzên kesayeta
Rêberê me muhesaba wijdanî kir. Bi balkişandina li ser perspektîfa gerîla ya serdema nû û Şerê Gel ê Şoreşger pêşniyarên qadên şer ên germ kir. Bi sekna xwe ya exlaqî, cesaret, durustî û kedkariya xwe bi şêwazê Apoyî erkên xwe yên fermandariyê bi cih anî. Wî gelek kar û berpirsiyarî hilda ser xwe. Bû fermandarekî serketî ku di her qada ku lê bû de hemû hevrêyên xwe bi pêşengiya şehîdên serdemê ji xwe re mînak girt. Hevrêyê me Şevger ku her kêliya jiyanê bi hemû hêza xwe jiya, bi ked û fedekariya xwe dîrokek têkoşînê ya jibîrnekirî ji me re hişt.
Hevrêyê me Şevger di 22’ê çileya 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên şehîdên xwe bişopînin û têkoşîna ku ji me re mîras dane bigihînin serkeftinê.”