Welatiyê bi navê Gultekîn Ozturk (58) ku dema di 6’ê gulanê de xwest li Bûlwara Dîclekent a navçeya Peyas a Amedê derbasî aliyê din ê rê bibe motosîkleta polîsên bi lez dajot lê dabû û giran birîndar bûbû.Ozturk ê bi bandora lêdanê xwîn çûbû ser mejiyê wî rakirin beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl. Ozturk ê du roj di bêşa lênêrîna awarte de bû jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Ozturk piştî otopsiyê radestî malbata wî hat kirin û li Goristana Yenîkoy a Rezanê hat definkirin. Hevserok û rêveberên DBP û DEM Partiyê yên Amedê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û gelek kes tevlî merasîma cenaze bûn.