Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Şoreşa jinan wan ji Awisturyayê anî Kurdistanê

Welatiya awûstûryayî Anke Klavjer ji şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinan pêk hat û berxwedana kurdan bibandor bû berê xwe da Kurdistanê. Klavjer ev tişt anî ziman: "Min hinek jinên kurd nas kirin. Pir bihêz û afirîner in. Û têra xwe azad in. Gava ez li cem wan im, ez xwe pir bihêz û azad hîs dikim. Lewma min tesîr ji wan girt."

Gelê kurd bi p»şengiya jinên azad li dijî dewletên dagirker û çeteyên wan li ber xwe dan û çeteyên mîna DAIŞ’ê têk birin. Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan pêk hat bandor li ser hemû gelên cihanê kir. Bi taybetî jî têkoşîna “jin, jiyan, azadî” ya bi pêşengiya jinên kurd bala cîhanê dikişîne.  Ev berxwedan kir ku ji gelek deverên cîhanê kes berê xwe bidin Kurdistanê. Anke Klavjer û Nelson Wilson-Coffey ku hevjînên hev in û ji Awisturyayê ne, ji bo kurdan nas bikin hatine Kurdistanê.

Hevjînên hev Klavjer-Coffey, bandor ji pirtûka “The Kurdish Women’s Movement: History, Theory, Practice/ Tevgera Jinên Kurd: Dîrok, Teorî, Pratîk” Dîlar Dîrik bandor girtin. Kavjer-Coffey, piştî pirtûka Dîrîk xwendin lêkolînên xwe berfirehtir kirin û ji bo kurdan ji nêz ve nas bikin biryar dan ku bên Amedê.

Anke Klavjer bilêv kir ku ji bo çanda kurdan ji nêz ve nas bikin hatine Amedê û got: “Gava mirov bixwaze welatekî nas bike divê mirov fêm bike ku ew li ku êşê dikişîne û li ku têdikoşe.”

Klavjer wiha domand: “Di demên dawî de gava me bi gelê kurd re xeber da, me çend çîrok bihîstin. Têkoşîna wan a niha û yên berê, astengiyên li be rçand, ziman û fikirên wan… Bi rastî jî astengkirina deng û çanda mirovan min diêşîne. Ez dibêjim qey min di têkoşîna xwecihên Ewusturyaya Navîn de jî tiştekî wiha hîs kiriye.”

Klavjer destnîşan kir ku ji ber ku jinên kurd nas kiriye kêfxweş e û got: “Min komeke biçûk a jinên kurd nas kir. Ez wiha temîn dikim ku piraniya wan ji min ciwantir in û di warê fizikî de jî pri bedew in. Pir bihêz û afirîner in. Pir azad in. Gava ez di temenê wan de bûm ez ewqasî ne azad û bihêz bûm. Lewma min tesîr ji wan girt.”

Nelson Wilson-Coffeyî ev tişt anî ziman: “Çîrokên kurdan ên ku min li vir bihîstin nagihêjin gelên Awûstûryayê. Ez ê çîrokên wan bigihînim Awûstûryayê.”

Coffeyî anî ziman ku heya nehatibû Amedê kurdan tenê di pirtûkan de nas dikir û got: “Em li Awûstûryayê çûn pêşangeha wênesazekî mezin. Wê pêşangehê berê me da vir. Me gelek çîrokên cuda bihîstin. Ez dixwazim piştgiriyê bidim van çîrokan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar