Ewrê siyaseta şer, roj bi roj li ser ezmanê Îranê tarîtir û girantir dibe.
Berê jî çend nîşanên ku di herêma me de, Îran bibe navendek ji şerê cîhanê 3’yan re dihat xuyakirin.
Jixwe piştî şikestina rejima Şahinşahî ya 1979’an û bi avabûna desthilatiya îslamî-şîa ya Xumeynî re ketibû ber armanca DYA’yê.
Ji bo rûxandina vê desthilatî-rejîma Ayetullahan, di pêşengiya DYA’yê de dewletên NATO pir hewl dan; gelek siyaset, stratejî û tektîkên piralî û dijwar, hem ji derve hem ji hundir ve, li dijî vê dewleta Îranê dan xebitandin.
Lê weke tê zanîn û dîtin bi ser neketin. Dibe ku ne şert û mercên hundir ne jî konjuktura cîhanê derfetên bikêrhatî pêşkêş nekiribin.
Belê wisa diyar dibe, şert û mercên hundir û bi giranî jî yên derve, ne bi tinê derfetê û zemînê pêşkêş dike, hewcedarî û naçariyê bi êrîşek mezîntir û berfirehtir dike.
Di vê çarçovê de ji aliyê derve ve dixwazin rol û karê mezin bidin ser milê dewleta tirk û her çend hêza wê lawaz be jî, li pey dewleta tirk rol û misyonekê didin dewleta Iraqê jî.
Bêguman bi giştî li cîhanê, hem di rûxandinan de him di avakirinan de, rola hêza hundir ji ya derve xurtir û mayîndetir e.
Loma li vir jî, rola herî mezin dikeve ser milê hêza hundirîn ya Îranê, ew jî hêza gelê Kurdistanê ye, jiber ku gelê herî birçiyê azadiyê ye û her wiha xwedî hişmendiya hemdemî û herî rêxistinkirî ye.
Hilbet hêz, ji rêberiya xurt û rêxistinbûyîna mezin tê û ev hêz, ne bi tînê ya parçeyekî ye, ya her çar parçeyên Kurdistanê ye.
Rêxistinên xwedî mezintirîn hêz, ên li ser qadê û dikarin rola herî kêrhatî hildin ser milên xwe; PDK, YNK û PKK ne.
Bêguman van rêxistinên mijara gotinêne, hêza xwe ji piştgiriya gel digirin. Di nava van rêxistinan de jî, yên herî bêhtir gel baweriya xwe pê tîne û piştgiriyê didê PKK û YNK ne.
Jiber ku PDK’ê, bi tevayê xwe spartiye desthilatiya çete û MAFYAyî ya dewleta tirk a Recep Erdogan û Bahçelî, êdî baweriya gel jê şikestî ye û di çavê gel de bêrûmet bûye.
Lewma DYA’yê û hevalbendên wê, behtir giraniyê didin ser YNK’ê. Her wiha têkiliyên YNK’ê, hem bi PKK’ê û Şoreşa Rojava re jî êrênî ye û hem bi erdnîgarî jî nêzî gelê Kurdistanê yê Rojhilat e.
Gera serokê YNK’ê Bafil Talabanî ya niha li DYA’yê, ne ji derveyî vê çarçovê ye.
Her wiha gera serokê herêma Başûr Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê jî ne ji derveyî vê çarçovê ye. Her çendîn bêjin “ji bo hilbijartinan çûye” jî, lê sedema bingehîn a çûyîna wî, li ser heman mijara gotinê ya sereke ye.
Ji ber ku ne bi tenê Îran, belê hemû dewlet ji bo berjewendên xwe, piştgrîya gelê Kurdistanê mîna rolekî kilît dibînin. Lewma her dewlet wê bixwazîn hêzên Kurdistanê bikişînin aliyê xwe û destekê jê bigrin!
Hilbet li vê derê, ji bo gelê Kurdistanê hem derfetek hêja û mezin derdikeve holê, her wiha heke hostayî, zanebûn û wêrekî nebe, xeterek mezin jî li ber deriyê çarenûsa gelê me ye.
Mîna gotina pêşiyên gelê Kurdistanê; “çavê li deriya, xwelî li seriya”, divê êdî kesên xwe pêşeng û rêberên gelê Kurdistanê dibînin, bes biçin ber deriyên Bexdayê, Tehranê, Enqereyê, Şamê, Washingtonê, Londonê û hwd!
Êdî bes e, divê weke xwazokan û parsekan neçin ber deriyên biyaniyan/ecnebiyan.
Belê bêminet û bêserhevdî biçin ber deriyên hevdu û ber deriyên gelê xwe. Ev helwest, bes e ji bo me hemûyan û têra me hemûyan dike, ev helwest a herî birûmet û biqîmet e!
Jixwe li goreyî xuya ye û her wiha serpêhitiyên giran ên heta niha, hêvî û baweriyek mezin dide mirovan ku bi giştî Tevgêra Azadiya Gelê Kurdistanê, wê ji vê derwaza giran a tije hûrgilî û dijwarî, bi serfirazî rizgar bibe û bi serkeftî derkeve.