Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya partiya xwe ya li Amedê geşedanên di rojevê de nirxand.
“Divê were dîtin, tundî û mîlîtarîzma ku di sedsala 21’emîn de zêde dibe û didome; ji dubendiya jin û mêran ne cihê ye. Modernîteya kapîtalîst û feraseta mêrsalar a ku hêza wê ya pêşeng e, di heman demê de pişta xwe dispêre nijadperestî, zayendperestî, dînperestî û polîtîkayên şerê taybet û tundiyê zêdetir dike. Ji ser pergaleke nû ya baviksalariyê hewl dide civakê û bi taybetî jinan beralî bike û hebûna xwe li ser êrişên bi pergal bidomîne. Ev êrişên bi pergal li Êlihê dibe êrişa bi unîforma ya ku tecawizî Îpek Erê kiribû, li Dêrsimê dibe windabûna Gulistan Doku ya ku ji aliyê hêza bi unîforma hatibû windakirin. Di heman demê de li Şirnex û Wanê jî dibe tacîz, tecawiz û êrişên ku ji aliyên kesên bi unîforma ve tên kirin. Ligel ku li Enqereyê danişîna 4’emîn a zarokeke êzidî ya 9 salî ya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû revandin hate kirin jî, di dozê de tu kesên girtî tune ne, ev jî dibe dawiya êrişên li dijî nasname û bedena jinê.
Polîtîkayên şerê taybet tên meşandin
Gelekî aşkera ye ku polîtîkayên şerê taybet ên ku li Kurdistanê tên meşandin, beriya her tiştî têkoşîna rêxistinkirî ya jin û ciwanan dike hedef. Di hilbijartinên herêmî de jî bi zanebûn ferasetên ku hewl dide pergala Hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev bêwate û bêqîmet bike, li hinek deran derket holê û hate deşîfrekirin jî, li hinek deran tê kamûflekirin. Li dijî jinan ji aliyê kê û ji ku êrîş werin jî, em ê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ya bi rêxistinkirî li dijî van êrîşan li ber xwe bidin û ev rêgeza me ya sereke ye. Dema li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî jinên kurd sûcên êrişa zayendî tên kirin, hinek aliyên mûxalif û medyaya alîgirê desthilatdariyê bêdeng dimînin. Ev jî diyar dike ku polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê bi qestî tên kirin û sîstematîk in.
Hevserokatî xeta me ya mor e
Di serdemeke ku li Kurdistanê êriş û tundiya li dijî jinan zêde bûye de, hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê xwedî girîngiyeke cuda ne. Jinên kurd û gelê kurd ên ku li dinyayê tiştekî yekemîn kirin, di hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adara 2024’an de jî li ser esasê ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’, pêvajoyeke hilbijartinê qedand in. Ji kesên ku pergala Hevserokatiyê di nav fermiyetê de dixeniqînin, ji tifaqên paşverû yên wekî AKP, MHP û Hîzbulkontra ku pergala hevserokatiyê dikin hedef, tehamula wan ji destkeftiyên jinan re tune û hewl didin rengê çarşefa jinan diyar bikin re em vî tiştî dibêjin; Pergala hevserokatiyê li dijî polîtîkayên we yên mêrane û dixwaze jinan bike kole; hêvî bi xwe ye. Em careke din diyar dikin ku di serî de pergala hevserokatiyê, em ê dev ji tu destkeftiyên xwe yên ku çavkaniya xwe ji felsefeya ‘jin, jiyan û azadiyê’ digire, bernedin. Di hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de me pergala hevserokatiyê xist meriyetê. Niha jî li her cihê ku em lê ne, em ê ji bo jin, zarok û ciwanan bikin bajarên ku mirov dikarin lê bijîn. Bêguman destkeftiyên me, ne bi tenê ev tişt in. Li çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengiya jinan girêk bi girêk şoreşek tê ristin. Jinên ji Rojava yên ku li dijî netewe-dewletê di avakirina modernîteya demokratîk de bûne hêviyek, bingeha civaka exlaqî û polîtîk datînin û pergala xwe ya hiqûqî ava dikin.
Tevlî danişîna Doza Kobanê bibin
Li Rojava li hemberî modela ‘Makeqanûnê’ bi ‘Peymannameya Civakî’ re li ser esasê azadiya jinan, mafê zarokan, jiyana ekolojîk û mafên wekhev hiqûqekê ava dikin û bi xebatên qanûnên jinan, mafên jinan diparêzin. Li hemberî van geşedanan li Tirkiyeyê jî desthilatdariya siyasî xebatên makeqanûna nû daye destpêkirin û dixwaze temenê xwe dirêj bike. Makeqanûna sala 1982’yan a darbeyê heta niha 19 caran hatiye guherandin û pînekirin lê nebû peymannameya civakî. Ji ber ku li vî welatî dema desthilatdarî dikevin nav krîza rêveberiyê, guherandina makeqanûnê ji xwe re kirine alava guherandina rojevê. Ji bo ku mirov fêm bike hiqûqa serdestan çi ye, mirov li berdana mêrên ku faîlên tundiyê ne û li tacîza darazê ya li ser mûxalifan binêre, bes e. Yek ji van dosyeyan jî Doza Kûmpasê ya Kobanê ye. Em ji vê derê careke din diyar dikin ku di 16’ê gulanê de em ê tev li danişîna biryarê ya dozê bibin ku gelek hevalên me yên jin lê tên darizandin û li dijî tarîtiya DAIŞ’ê em ê xwedî li îradeya jinan a ku bûye hêvî, derkevin.
Çalakiyên xwe derbasî asteke nû kirine
Tê zanîn ku desthilata AKP’ê û MHP’ê dixwaze tecrîda mutleq a li Îmraliyê wekî pergalekê li her derê bidomîne, pê re jî hewl dide wê pergalê di serî de zindan li ser hemû civakê pêk bîne. Li dijî vî tiştî di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ de ya bi Meşa Azadiyê dest pê kir û bi hêza ku sînerjiya civakî ya ku di 8’ê Adarê, Newroz, hilbijartinên 31’ê Adarê, li Wanê dema gel bi berxwedanê xwedî li îradeya xwe derket û di 1’ê Gulanê de derkete holê; em balê dikişînin ser vî tiştî ku heta azadiya fizîkî ya rêzdar Abdullah Ocalan pêk were, em ê bi biryardarî hemû çalakiyên xwe bidomînin. Wekî ku tê zanîn girtiyên siyasî yên di zindanên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji 4’ê Nîsanê û vir ve çalakiyên xwe derbasî asteke nû kirine. Girtiyên siyasî bi dirûşma ‘Jiyana di bin şertên wekî yên rêzdar Abdullah Ocalan de’ dernakevin hevdîtinên bi malbatan re, dadgehan boykot dikin û û mafê xwe yê axaftina bi telefonê bi kar naynin.
Xweparastin û xwebirêxistinkirin girîng e
Di heman demê de di serî de dayikên di Nobeta Edaletê de, xizmên girtiyan bi daxwaza ‘Azadî ji rêzdar Abdullah Ocalan re’ bi mehan e Nobeta xwe ya Edaletê didomînin û li gelek bajaran bi dirûşmeyên ‘Deng bide azadiyê’ û ‘Dawî li tecrîdê bîne’ nobeta xwe, bi çalakiyên cuda didomînin. Em weke Meclisa Jinan a DBP’ê dibêjin ku daxwazên girtiyan û yên malbatan daxwazên me ne û em ê di hemû çalakiyan de bi malbatan re bin.
Di heman demê de daxwaza edaletê ya dayika Emîne Şenyaşar a ku li pêşiya Wezareta Edaletê ji sed rojan zêdetir di Nobeta Edaletê de ye jî, daxwaza me ye.
Em weke Meclîsa Jinan a DBP’ê girîng dibînin ku bi periyodên diyar xebatên xwe bi we re par ve bikin. Li ser vî esasî di 8’ê Adarê de di serî de li Riha, Amed û Sêrtê em jin li gelek bajaran daketin qadan. Jinên ku bi coş û serhildana 8’ê Adarê daketin qadan, dîsa bi heman coş û biryardariyê di Newroz, 31’ê Adarê û herî dawîn di 1’ê Gulanê de li qadan bi awayekî aşkera peyamên xwe anîn ziman.
Li Kurdistanê tevî qirkirina siyasî ya li dijî jinên kurd, êrîşên wisa hene ku her roj di nav civakê de bi sedan jin tên qetilkirin, ber bi fihûşê ve tên birin, tacîz û tecawiz li wan tê kirin. Ji xeynî tundiya fizîkî, li dijî cîhana me ya ruhî, fikrî û hestîyariyê jî her dem tundî tê kirin. Li dijî van êrîşên tundiyê û feraseta mêrsalar; zanebûna xweparastinê û xwerêxistinkirina wê, tekane rêya rizgariyê ye. Ji vî alî ve ji bo ku civak bigihêjin feraset û pergala demokratîk, alavên herî bingehîn in. Xweparastin dibe zanebûn, rêxistinkirin û çalakbûn.
Têkoşînê mezintir bikin
Li ser vî esasî em Meclisa Jinan a DBP’ê di pêvajoyên pêşiya me de, li her kolan, tax û bajarê ku em lê dijîn, wê hedefa me ya sereke rêxistinkirina komîsyon û meclîsên jinan be. Di heman demê de li dijî êrİşên şerê taybet ên ku li ser jin û ciwanan tê ferzkirin û li hemberî polîtîkayên cezanekirinê yên di tundiya li dijî jinê de; em ê di çarçoveya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan diparêze xebatên xwe yên rêxistinkirinê û bîrbûna xwepararastinê ya di Berxwedana Wanê û Şirnexê de derket pêş, têkoşîna xwe mezintir bikin. Jin, jiyan, azadî!”