Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

25 gerîla di nava çeperên azadiyê de cihê xwe girtin

25 gerîlayên ku dewreya perwerdeyê qedandin, diyar kirin ku wê vê perwerdeyê bikin bingeha têkoşîna têkbirina sîstemê û ev tişt anîn ziman: “Werin tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibin. Li ber wê sîstema qirêj rabin. Êdî bes e."

Gerîlayên azadiyê bi hêza ji berxwedana bêhempa ya Rêber Apo digirin li dijî dagikerkerên Kurdistanê şer dikin û derbên mirinê li wan dixin. Di serî de jin û ciwan ji hemû gelan kes berê xwe didin nav qadên gerîla û dibin gerîlayên azadiyê. 25 ciwanên kurd ên tevlî nava refên gerîla bûn, li çiyayên Kurdistanê dewreya perwerdeyê qedandin. Şervanên nû ku bi îdîa û kelecaneke mezin belgeyên xwe yên mezûniyetê wergirtin, daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gelê kurd di pêvajoya hebûn û tunebûnê de ye, bi taybetî jî şerekî taybet li dijî ciwanên kurd tê meşandin û wiha hat gotin: “Hewl didin ku bi vî rengî ciwanên kurd ji rastî û lehengiya wan dûr bixînin. Dixwazin ciwanên kurd bikin amûrên mekanîk ku xizmetê ji sîstemê re dikin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew naxwazin di nava vê sîstemê de bijîn ku mirovan vediguherînin mîna robotan û hate gotin, “Yekane cihê ku em lê bijîn çiyayên Kurdistanê ye û Tevgera Azadiyê ye. Li ser vê bingehê em tevlî nava refên gerîla bûn. Weke 25 heval me Dewreya Şehîd Serxwebûn Serhed a Dibistana Şehîd Erdal bi rengekî serketî qedand. Bi aqil û îdeolojiya Apoyî ya ku me ji vê dewreyê wergirt em ê xwe kûr bikin. Me dîsîplîna leşkerî, çand û exlaqê Apoyî nas kirin. Em ê vê perwerdeyê bikin bingeha têkoşîneke têkbirina sîstemê. Em bang li ciwanên kurd, ereb û Rojhilata Navîn dikin; tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibin. Li ber wê sîstema qirêj rabin. Êdî bes e.”

Gerîlayên nû piştî daxuyaniyê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” berz kirin û berê xwe dan qadên wezîfeyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar