PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be!

Cejna Zimanê Kurdî yan jî roja zimanê kurdî rojeke pîrozbahiyê ku her sal di 15’ê Gulanê de tê pêşwazîkirin.

Di 15’ê Gulana 1932’an de, cara yekem, ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve Kovara Hawarê li bajarê Şamê tê çapkirin. Kovara Hawar destpêkê bi 23 hêjmarên bi tîpên erebî û paşê 34 hejmar ên dawî bi tîpên latînî  derdikevin. Ev destpêk bû ku zimanê kurdî bi tîpên latînî hat danîn.

Tê gotin di sala 1987’an de nivîskar Firat Cewherî diçe Şamê û hemû hejmarên kovarê kom dike û di 15’ê gulana 1998’an de, di salvegera roja destpêkirina çapa yekem a Kovarê de, diweşîne. Ev roj wekî roj an jî Cejna Zimanê Kurdî tê naskirin.

Kovara Hawarê bû bingeh ji bo zimanê nivîsî yê kurdî û bi sedan pirtûk hatin çapkirin û belavkirin. Li Kurdistanê bi her awayî zexta li ser zimanê kurdî û pirtûkan hebû, lê dîsa jî xebat hatin meşandin. Pirtûk carna peyda dibûn lê ger bi kesî re bihata dîtin, ew bi sûcdariyê dihat tohmetbarkirin. Vê rewşê heta destpêkirina Şoreşa Rojava dewam kir. Lê bi şoreşa Rojava re her tişt hat guhertin û mamoste û xebatkarên zimanê kurdî roj bi roj belav û pir dibûn û saziya zimanê kurdî hat avakirin. Ev xebatkar wekî Gêrgêrîkan bê navber xebitîn û kedeke mezin dan. Di rastiyê de mirov dikare bibêje şoreşa li Rojava aliyekî xwe yê sereke şoreşa ziman bû. Dema tê gotin miletek bi zimanê xwe milete û zimanê mirov hebûna wî ye, wê demê îşaret bi girîngiya vê xebatê jî tê kirin.

Îro roj li Rojava Kurdistanê saziyên ji bo zimanê kurdî dixebitin gelekin û di nava wê de saziyên perwerdehiyê ne. Bi dehhezaran şagirtinên dibistanê ji wêje heta zanistî û civaknasiyê bi kurdî dibin û dixwînin. Ev gaveke pir girîng e ku zimanê kurdî derbasî qonaxeke nû kiriye. Dagirkeran dixwastin zarokên kurdan li ser çand û zimanê erebî an tirkî  an jî farisî mezin bikin û ji vê yekê dest bi asîmlasyona kurdan dikirin. Lê gavên derbarê ziman de ku li Rojava hatine avêtin, zexta bi dehan salan hat meşandin pûç kir. Îro roj navên zarokên kurdan bi kurdî ne, zarokên kurdan bi kurdî dixwînin û dinivîsînin ku ew bingehin û wê karibin qîmeta vî zimanî bidin naskirin. Zimanê kurdî zimanê Ehmedê Xanî ye ku pê çîroka Mem û Zînê gotiye û zimanê Feqiyê Teyran e ku pê bi teyr û tilûran re axivî û gotiye hey av û av.

15’ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî di sêrî de li xwendekarên biçûk û zarokên Kurdistanê ku li dibistanan qîmetê didin zimanê xwe û hemû kedkar û xebatkarên ziman pîroz be.

Nûçeyên Têkildar