PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Gerîla Dêrsîm: Rêber Apo bi avakirina PKK’ê bersiva da şehadeta heval Heqî

Ji gerîlayên YJA Starê Bêrîtan Dersim diyar kir ku bersiva herî mezin a ku Rêberê me da şehadeta hevalê Hakî Karer avakirina PKK'ê bû û wiha got: “Naskirina hevalê Hakî naskirina PKK'ê ye. Fêhmkirina hevrêtiya wî ya bi Rêbertî re fêhmkirina hevrêtiya PKK'ê ye."

Yek ji kadroyên pêşeng ê tevgera azadiya Kurdistanê Heqî Karer di 16’ê Gulana 1977’an de li Dîlokê ji hêla kontrayan ve hat xistin. Ji gerîlayên YJA Starê Bêrîtan Dersim di salvegera 48’an a şehadeta Hakî Karer de hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî. Dêrîsm diyar kir ku şehîd hêza têkoşîn û manewî ne û wiha axivî: “Hakî Karer tevî ku tirk bû bi Rêbertî re xwedî dilsozî û hevrêtiyeke mezin bû. Weke hevalekî enternasyonal ji bo gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn têkoşiya ku vê têkoşîna wî bandor li mirovan kir. Bi taybetî hevrêtiya Rêberê me û hevalê Hakî gelekî kûr bû, dilsoziya wan gelekî cuda bû. Bersiva herî mezin a ku Rêberê me da şehadeta hevalê Hakî Karer avakirina PKK’ê bû. Bi vî rengî tola hevrê ji sîstemê û kujerên faşîst hate hilanîn.

Dersim destnîşan kir ku bi avabûna PKK’ê re di nava gelên bindest de hêviyeke mezin a azadiyê ava bû û wiha domand: “Weke jinekê dikarim bibêjim ku hêviyeke mezin a azadiyê ava bû. Jinan pêl bi pêl berê xwe dan çiyê, tevlî nava têkoşîna azadiyê bûn. Avabûna PKK’ê xwedî taybetmendiyeke enternasyonal e. Di avabûna koma destpêkê de yekîtiya têkoşînê ya ciwanên Kurd û Tirk, xwedî armanca têkoşîneke azadiyê ya gelan e. Ji destpêkê heta niha bi sedan ciwanên enternasyonalîst ji bo jiyaneke azad û wekhev a gelan têkoşiyan û şehîd bûn. Sîstem gelan li ber hev radike, ti cihêrengiyê qebûl nake, dîroka bindestan tine dike. Li hemberî vê yekê jî îdeolojiya Rêberê me bû ronahiyeke mezin ji gelên cîhanê re.”

Dêrsîm destnîşan kir ku naskirina Hakî Karer naskirina PKK’ê ye, fêhmkirina hevrêtiya wî ya bi Rêber Apo re fêhmkirina hevrêtiya PKK’ê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dijmin bi şehîdxistina hevalê Hakî re xwest pêşî li têkoşîna azadiyê bigire. Rêber Apo jî bi wêrekiyeke mezin û ji bo hilanîna tola hevalê Hakî Tevgera Azadiyê ava kir. Di nava têkoşîna me ya azadiyê ya 51 salan de bêyî cudahî di navbera ol, ziman û nijadê de bê kirin PKK ji bo gelên bindest li dijî sîstema kapîtalîst têkoşiya, veguherî hêviyek ronahî û gelan. Bîranînên hevrêyên şehîd bi taybetî jî yên hevalê Şehîd Hakî û mîrateya têkoşînê ya ku ji me re hiştin hîn zindî ne. Di nava têkoşîna me de hêza me ya herî mezin hevrêtî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar