Biryarên dadgehê ragihandî wiha ne:
Ahmet Turk: Ji “endamtiya rêxistinê” 10 sal cezayê hefsê hate birîn.
Alî Urkut: Cezayê muebbeta giran daxistin 16 sal cezayê hefsê. Ji ber helwesta di dema darizandinê de ev ceza daxistin 13 sal û 4 mehan. Biryara rewşa domandina rewşa girtî hate dayîn.
Alp Altinors: Bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 18 sal cezayê hefsê hate birîn. Ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Her wiha bi îdiaya “Sorkirina ji bo sûc” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn.
Altan Tan: Ji CMK’ê 223’yan biryara beraetê hate dayîn.
Ayhan Bîlgen: Hem ji 302’yê û hem jî ji “endamtiya rêxistinê” biryara beraetê hate dayîn.
Ayla Akat Ata: Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 6 meh cezayê hefsê hate dayîn. Bi zêdekirin û daxistinê re 9 sal û 9 meh cezayê hefsê hate birîn. Dema pêvajoya girtîmayînê dayîn berçav, biryara tehliyeyê hate dayîn.
Aynur Aşan: Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê hefsê hate birîn. Bi hinceta gumana revê, biryar hate dayîn ku rewşa wê ya girtî bidome.
Aysel Tugluk: Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara beraetê hate dayîn.
Ayşe Yagci: Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê hefsê hate birîn. Rewşa wê ya girtî dan ber çavan û biryara tehliyeyê hate dayîn.
Bulent Parmaksiz: 16 sal ceza hate dayîn. Ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Bi îdiaya “Ji bo sûc bê kirin sor kiriye” 2 sal cezayê hefsê hate birîn. Ceza piştre derxistin 4 sal û 6 mehan.
Dîlek Yagli: 16 ceza lê hate birîn. Bi îdiaya yıl ceza verildi. Bi îdiaya “Ji bo sûc bê kirin sor kiriye” 2 sal ceza hate birîn. Ev ceza hate zêdekirin û derxistin 4 sal û 6 mehan. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.
Emîne Ayna: Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara beraetê hate dayîn, ji ber îdiaya “Endamtiya rêxistin” 10 sal ceza hate birîn.
Beyza Ustun: Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara beraetê hate dayîn. Tevdîra kontrola edlî hate rakirin.
Fîgen Yuksekdag: 19 sal cezayê hefsê hate birîn û ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Ji hêla “endamtiya rêxistinê û birêvebirina rêxistinê” ceza nehat dayîn. Bi îdiaya “tehrîkkirinê” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate dayîn. Ji ber îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Li gel cezayên bi îdiayên cuda hatina birîn, bi giştî 32 sal û 9 meh cezayê hefsê hate birîn.
Gulfer Akkaya: Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara beraetê hate dayîn. Şertê kontrola edlî hate rakirin.
Gultan Kişanak: Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara beraetê hate dayîn. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal ceza hate birîn. Nîviya ceza hate zêdekirin û derxist 12 salan. Biryara tehliyeyê hate dayîn.
Gunay Kubîlay: 16 sal cezayê hefsê hate birîn û biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Bi îdiaya “ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn.
Îsmaîl Şengul: 16 sal cezayê hefsê hate birîn. Ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.
Îbrahîm Bînîcî: Biryara beraetê hate dayîn.
Mesut Bagcik: 9 sal ceza hate birîn. Tevdîra kontrola edlî hate rakirin.
Nazmî Gur: Cezayê muebbeta giran hate dayîn, ceza daxistin 18 salan. Bi îdiaya “ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn.
Pervîn Oduncu: Cezayê muebbeta giran hate dayîn, ceza daxistin 18 salan. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.
Sebahat Tuncel: Ji ber îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal ceza hate dayîn. Ceza derxistin 12 salan. Dema girtîmayînê hate destgirtin û biryara tehliyeyê hate dayîn.
Selahattîn Demîrtaş: Bi îdiaya “Alîkariya ji bo xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 20 sal cezayê hefsê hate dayîn, bi îdiaya “Ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” jî 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Her wiha ji ber axaftina di Newroza 21’ê Adara 2016’an de 2 sal û 6 meh cezayê hefsê, ji ber axaftina xwe ya di 29’ê sibata 2016’an de ya li Amedê bi îdiaya “Ji bo gel bi qanûnan neke sor kiriye” salek û 6 meh cezayê hefsê hate dayîn.
Sirri Sureyya Onder: Der barê hemû îdiayan der barê wî de biryara beraetê hat dayîn.
Zekî Çelîk: Bi îdiaya “xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê” cezayê muebeda giran hat dayîn. Ceza ji ber “alîkariyê” daket 18 salan. Her wiha biryara girtina wî hat dayîn. Ji xeynî vê bi îdiaya “tehrîkkirina sûc” 4 sal û 6 meh cezayê hepsê hat birîn.
Zeynep Karaman: Bi îdiaya “xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê” cezayê muebedê hat dayîn. Ev jî bi hinceta “lîkariyê” ceza daket 18 salan. Her wiha bi hinceta “tehrîkkirina sûc” jî 4 sal û 6 meh ceza hat birîn.
Der barê 36 kesan de, biryara beraetê hat dayîn.
5 TEHLIYE
Der barê Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel, Ayla Akat, Ayşe Yagci û Meryem Adibelliyê yên di Doza Kobanê de girtî, biryara beraetê hat dayîn.