PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Ciwanên Marsîlyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan

Ciwanên Kurdistanê yên li Marsîlyayê dijîn ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşeke bi heybet li dar xistin û gotin, "Heta ku Rêber Apo azadiya fîzîkî bi dest nexe, kes nikare ji xwe re bêje azad in. Rêber Apo xeta me ya sor e. Rêber Apo xeta azadiya jinê ye.”

ANF Images

Çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Ewropayê bênavber didomin. Ciwanên kurd û dostên wan li ser banga Ciwanên Kurdîstanî yên Fransayê (CKF) û Meclîsa Şehîd Tîjda Ekeciîk a Marsîlyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de li Qada Canebiere hatin cem hev.

Girseya gel bi berzkirina dirûşmeyan heta meydana Vîeûx Portê meşiyan, broşûra fransî ya tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û têkoşîna Abdullah Ocalan vedibêje hate xwendin û pankkartên ku bangewaziya CPT’ê dikin hatin hilgirtin.

Girseya gihîşt qada Vîeûx Port û ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin.

Çalakî bi axaftina Berdevka CKF ya Marsîlyayê Serhildan Varto berdewam kir. Serhildan Varto bal kişand ser têkoşîna ciwanan û gelê kurd, diyar kir ku ew di pêvajoyên gelekî girîng re derbas dibin û got: “Tecrîdeke gelekî giran li ser Rêbertiyê heye. 38 meh in me tu agahî ji Rêbertî negirtiye. Em dizanin ku ev tecrîda li ser Rêbertiyê ji aliyê dewletên NATO’yê ve tê kirin. Li vir em li ser navê ciwanan vê tecrîdê şermezar dikin û diyar dikin ku em ê her tim li dijî van dewletan bin. Rêber Apo di tecrîda mutleq de ye. Heta ku Rêber Apo azadiya fîzîkî bi dest nexe, kes nikare ji xwe re bêje azad in. Rêber Apo xeta me ya sor e. Rêber Apo xeta azadiya jinê ye. Rêber Apo xeta gerîlayên azadiyê ye. Weke ciwanên kurd em dubare dikin ku heta kurdek tenê bimîne jî em ê li ser rêya şoreşê bin. Em ê Rêbertiyê bişopînin û piştgiriyê bidin. Hûn çi bikin bila bikin, em ê di dawiyê de bi ser bikevin.”

Serhildan Varto, anî ziman ku ew weke ciwan di van 2 salên dawî de hem rastî qirkirina çandî û hem jî ya siyasî hatine. Serhildan Varto got ku weke ciwanên kurd van pêkanînan qebûl nakin û di şexsê Abdullah Ocalan de ew jî di bin tecrîdê de ne û ev tişt anî ziman: “Weke ciwanên CKF’ê heta ku ev pêkanîn neyên rawestandin em ê kolanan neterikînin. Em ne tenê bi dirûşman, bi awayekî objektîf jî fedayiyên Rêbertiyê ne.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar