Di serdema desthilata faşîst a AKP’ê heta niha li Tirkiyeyê herî kêm 894 rojnameger hatin girtin. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an jî zextên li ser rojnamegerên kurd û muxalîf zêde bûn. Di 2016’an de 145 rojnameger hatin girtin, di sala 2017’an de ev hejmar derket 206’an. Li gorî daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ya 2023’yan, 42 rojnameger girtî ne û gelek jî ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên darizandin. Koordînatorê Şopandina Navenda Azadiya Çapemenî û Medyayê (ECPMF) Gurkan Ozturan têkildarî zextên li ser rojnamegeran axivî.
Gurkan Ozturan diyar kir ku Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de serdema xwe ya herî nebaş dijî û wiha got: “Gelemperiya medyaya li ser yek nêrînê ye. Ev jî bandoreke neyînî li ser piranîparêziya di qada medyayê de û xwendin-nivîsandina civakê dike. Li cîhanê welatê herî zêde rojnameger lê tên girtin Tirkiye ye. Dema em li îfadeyên nediyar, nehevgirtina sepanan û hwd. dinêrin, dibînin ku sererastkirina qanûnî bipirsgirêk e. Dadgehên herêmî, biryarên AYM’ê nas nakin. Tevî xalên qanûnên ên hatine betalkirin jî bi heman madeyê lêpirsîn tê vekirin. Pêdivî bi sererastkirineke hiqûqî ya lezgîn heye.”
Di berdewamê de Ozturan anî ziman ku çapemeniya kurd her tim hedef tê girtin û wiha pê de çû: “Piştî pêvajoya kin a aştiyê (2013-2015) çapemeniya kurd dîsa bû hedef. Sepanên heyî yên li Tirkiyeyê li pêşiya mafên agahîgirtinê û azadiya çapemenî û xweîfadekirinê astengiyên mezin e. Rojnameger weke aktoreke derî qanûn-siyasî tên dîtin û tên tawanbarkirin. Zext, derbê li pêvajoyên demokratîkbûnê dixin. Azadiya çapemeniyê eleqeyeke xwe ya nêz bi aramiya civakê, pêşketina aborî û hwd. heye. Divê her welatî bi vê mijarê re eleqedar be.”
Ozturan, bal kişand ser daneyên Nexşeya Azadiya Medyayê û ev nirxandin kir: “Di sala 2022’yan de 118 xebatkarên kurd rastî binpêkirinan hatin. Gelemperiya wan jî êrişên hiqûqî ne. Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayûmat mînakên vê yên herî nêz in. Em di her danezana xwe de dibêjin ku rojnamegerek divê ji ber xebatên rojnamegeriyê neyê girtin. Me weke 27 saziyên azadiya çapemeniyê di vê mijarê de bang li Tirkiyeyê kiribû. Berpirsyartiyeke mezin a xebatkarên medyayê jî heye. Divê her tiştê bi serê rojnameger û xebatkarên medyayê tên ji saziyên têkildar re ragihînin. Rêxistinên pîşeyî jî dê van daneyan kom bikin û pêşengtiya nîqaşa civakî bikin. Em amade ne ku raporên xwe pêşkeşî aliyên siyasî yên dixwazin qanûnan derxînin bikin. Em careke din bang li Tirkiyeyê dikin ku astengiyên li pêşiya azadiya medyayê û xweîfadekirinê rake.”