Girtiyên PKK û PAJK’ê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di 27’ê mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kirin û di di 4’ê nîsanê de çalakî veguherandin boykotkirina dadgehan, derneketina telefon û hevdîtîn malbatan didomînin. Çalakiya berxwedêrên zindanan di roja 180’ê de bi biryardarî didome. Girtiyên ji bo balê bikêşin ser tecrîda Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dibêjin “Em ê şert û mercên Îmraliyê bijîn” di domandina çalakiyên xwe de bibiryar in.
Nilufer Şahîn a 20 sal in girtî ye û di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de tê ragirtin, bi nameya şand qala çalakiya girtiyan, bendewariyên xwe yên ji derve, derbarê rêxistinên sivîl ên civakî yên li Tirkiyeyê û bêdengiya parastvanên hiqûqê nirxandin kirin.
Şahîn balê kişand ser çalakiyên xwe yên piştî grava birçîbûnê a “Di şert û mercên Serokatiyê de jiyan” û sedemên destpêkirina vê çalakiyê sekinî û got: “Nahêlin birêz Ocalan û 3 hevalên li Îmraliyê tên ragirtin bi malbatên xwe re hevditinê bikin, mafên xwe yên telefonê bi kar bînin, nahêlin bi derve têkiliyê deynin, nahêlin mafên xwe yên di çorçoveya qanûn û hiqûqê de hatine diyarkirin bi kar bînin. Ev yek tecrîd e. Em jî dixwazin bi kar neanîna van mafan dixwazin balê bikêşin ser tecrîdê û rewşa tecrîdê bidin fêmkirin. Çalakiya me îtîraza binpêkirina mafên edalet û hiqûqa di çarçoveya netewî û navneteweyî yên Rêberê me yê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan e. Tecrîd û îzalasyon li kê were sepandin îşkence ye. Li gorî edaletê û hiqûqê tecrîda girankirî wek şêwazekî îşkenceyê tê dîtin. Dema ev yek li rêberê gelekî tê sepandin bandora vê yekê berfirehtir û watedartir e. Bi milyonan kurd vê tecrîda dewletê ya bi ser birêz Ocalan dide sepandin, wekî ku bi ser xwe tê sepandin dihesibîne. Em wek hezaran girtiyên siyasî, bandora tecrîdê hem wek fizîkî hem wek derûnî girantir hîs dikin. Li aliyê din em bandora birêz Ocalan a li ser welatê xwe, Tirkiye û gelên li herêmê dizanin. Bêyî Ocalan çareseriyek pêkan nîn e, rasteqîn nîn e. Em dizanin ku tecrîdkirina birêz Ocalan a ji hêla dewletê tê sepandin di şer de israrkirin e. Em ji bo ev şêwaza sisasetê dawî bibe di çalakiyê de ne.”
Şahîn bal kişan ser armanca derbaskirina qonexekî din a çalakiyê û ev tişt gotin: “Em hewl didin şert û mercên tecrîda ser Abdullah Ocalan tên meşandin ji civakê re vebêjin. Em nikarin bi şert û mercên li birêz Abdullah Ocalan tên sepandin bijîn lê belê em dikarin heya astekî van şertan bijîn. Ji ber ew di girtîgehekî li giravê tê ragirtin û derveyî 3 girtiyên tu têkiliya wî bi derve re nîn e. Tevî vê yekê jî telefon nekirina me ya malbatan, boykotkirina dadgahan û derneketina hevdîtina bi malbatê re, bi ser malbatan gelek bandor dike. Bêguman birêz Ocalan û 3 hevalên li gel li dijî şert û mercên giran li ber xwe didin. Em jî dê vê berxwedana xwe bidomînin.”
Şahîn diyar kir ku şert û merc û cihê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Mandela dikarin wekî hev werin nirxandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Afrîqaya Başûr di rakirina cihêkariya neteweyî de bandora bandora Mandela çi be, li Tirkiyeyê jî di çareserkirina pirsgirêka kurd de cihê Ocalan jî wekî hev in. Mînakekî nûjentir jî heye. Em wek mînekekî neyînî li pirsgirêka Filîstîn û Îsraîlê binêrin. Encama demdirêj a tasfiyekirina Arafat û Rêxistina Rizgariya Filîstînê (FKO) yê. Encama tasfiyekirina Arafat bû qirkirina gelê Filîstînê li aliyê din ji Îsraîlê re bû şer û krîzên kurtir. Bi Arafat û FKO’yê bingeha lihevkirinê ya ji bo her du gelen jî hebû. Heke gelê Îsraîlê û saziyên demokratîk têkoşîna îro didin di wê rojê de dabana dê bêguman şert û mercên ewle, wekhev û azadtir hebana. Bi kurtasî birêz Ocalan ji bo Tirkiye û kurdan tê wateya aştî, azadî û jiyanekî ewle. Ji bo her du gelen jî rola wî dîrokî ye. Em wek kurd vê yekê dizanin û dixwazin bi çalakiyên xwe ve vê yekê vebêjin, taybetî jî ji bo şert û mercên wî yên tenduristî û ewlehiyê baştir bikin, piştevaniyê têkoşîna tê dayîn dikin.”
Şahîn anî ziman ku têkildarî tecrîda ev 25 sal in bênavber tê meşandin li 74 welatên cîhanê bi pêşengriya nivîskar, rewşenbîn û akademîsyenan kampanyeyek hatiye destpêkirin, rêxistinên civakî yên sivîl û hiqûqê yên li Tirkiyeyê têra xwe bertekan rêxistinê nekirine û got ev rewş jî tengbûna asoyên rêxistinên sivîl ên civakî nîşan dide.
Şahin di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku “bîrdoziya dewletê” bi têra xwe kûr e û wiha pê de çû: “Demokrat û rewşênbîrên wê jî nikarin xwe ji vê bîrdoziyê rizgar bikin. Dema ku mijar dibe kurd, ev bîrdozî rasterast dikeve meriyetê. Axaftina Rêberê gelê kurd, anîna ziman a şert û mercên derveyî mirovahiyê yên tê de tê ragirtin, îtîraz kirin, ji anîna ziman a pirsgirêka kurd bêhtir, wêrekiya siyasî, zanebûna demokrasiyê û parêzvaniyekî rast a hiqûqê divê. Em organîzasyonên demokratîk ên tirk, saziyên sivîl û kesên bi vî awayî nabînin. Em yek ji şert û mercên salên 90’î xirabtir e. Bifikirin ku di demên şer herî giran bûn de nûnerên medya giştî yên wêrek hebûn ku bi birêz Ocalan re roportajê pêk bînin. Rewşenbîrên tirk, hiqûqnas ên li dijî bîrdoziya fermî ya wê demê û mekanîzmayên şerê taybet derdiketin hebûn. Berdêla van liv û tevgeran, di wan rojan de gelek girantir bûn. Lewma divê berpirsyariya wijdanî û rewşenbîriya demokratîk a rewşenbîran hebe. Ev di hêla asta rewşênbîr, demokratên tirk de astekî girîng e. Bi desthilata AKP’ê re ev helwest lewaz bû. Qirkirina ferasetê ya bi vî awayî hate jiyîn. Pîvanên demokrasî û hiqûqê hatin berovajîkirin. Rêgezên hiqûq û demokrasiyê xistin asta ‘berjewendiyên neteweyî’. Hiqûq û demokratî ji ber nêzîkatiya ‘netewperestiya laîk’ û ‘netewperestiya olperest’ ketiye ber dest û piyan. Dewlet û rewşenbîr dema ku mijar dibin Rêberê gelê kurd û kurd di siyaset û hiqûqekî taybet de dibin yek. Rewşenbîr û demokratên li Tirkiyeyê, rêxistinên sivîl ên demokratîk û saziyên hiqûqê bi vê feraseta xwe ve dibin mêtinger. Bifikirin ku di polîtîkayên şerê taybet ên li dijî birêz Ocalan tên meşandin de tewşenbîr û demokratên li Tirkiyeyê dibin yek û bêdeng dimînin. Bi vê yekê derveyî exlaqî û hiqûqî domandina vê tecrîdê re dibin alîkar. Îro mixabin Sartreyekî (Jean-Paul Charles Aymand Sartre, rewşenbîr û nivîskarê Fransî) Tirkan hebana dê di vê qonaxê de şansekî çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd jî heba. Rola birêz Ocalan, çareseriya pirsgirêka kurd, derfetên çareseriyê û krîza Tirkiye ketiye tê de, dê baştir bihatana dîtin.
Şahîn di dawiya axaftina xwe de wiha bang li malbat û civakê kir: “Banga me ji malbatan ew e ku li derve bêhtir xwedî li çalakiya me derkevin, ji bo careke din me bibînin bila bêhtir ked bidin ku îşkenceya tecrîdê were rakirin. Ji hemu civakê bendewariya me ev e. Divê baş li ser xizanî, bêkarî, û gelo şer çima heye, were sekinîn. Dewlet di budçeyê de para mezin ji şer re vediqetîne. Desthilata xwe bi vî awayî didomîne. Çalakî balê dikişîne ser mijarekî tevahiya Tirkiyeyê eleqedar dike. Azadî û aramî ji çareserkirina pirsgirêka kurd derbas dibe. Ev yek bi birêz Ocalan re pêkan e. Bi vî aliyê xwe ve, ji bo her kesekî, ji bo civakê, ji bo tirk û kurdan şansek e. Niha ya ku dewlet dîl girtiye û tecrîd kiriye di heman de mê de derfeta aştiyê ya gelen e. Em bi çalakiya xwe berjewendiyên civakê difikirin, bi ser navê civakê tevdigerin, bang li kesên baweriya xwe bi rêgezên hiqûqê yên gerdûnî tînin dikin. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd a aştiyane, ji bo rakirina tecrîda ser birêz Ocalan rabin.”