Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin û ev 38 meh in agahî ji Rêber Apo nay» girtin. Mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re yê Abdullah Ocalan hatiye hatiye xespkirin. Li hemberî vê tecrîdê saziyên rayedar bi taybet jî Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bêdeng dimînin. Komîserê Hiqûqnasên Navneteweyî û Profesorê Hiqûqê yê Navneteweyî yê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Cenevreyê Marco Sassolî nirxandinên xwe yên têkildarî aliyên hiqûqî yên tecrîda li Îmraliyê û statûya girtiyên PKK’yê nerînê xwe anî ziman.
Marco Sassolî bal kişand ku şerê di navbera dewleta tirk û PKK’yê û gelê kurd de ne şerekî navneteweyî ye û ev yek anîn ziman: ’’Tirkiye ne alîgirê Protokola 1’ê ya Peymana Cenevreyê ye. Xala 4’an a Protokola 1’ê ya Peymana Cenevreyê dibêje ku têkoşîna gelekî ya ji bo diyarkirina çarenûsa xwe, dibe şerekî navneteweyî. Lê belê ji ber ku Tirkiye ne aligir e girêdayî vê xalê jî nîne. Ji ber vê yêkê min anî ziman ku şerê di navbera dewleta tirk û PKK’yê û gelê kurd de ne şerekî navneteweyî ye. Di şerekî ne navneteweyî de statuya rehînên şerî tune ye. Ev yek wiha were qebulkirin jî hewce ye êdî her kesên ku di şerî de cih negirtibe miamelêya baş bîbînin, bi êşkenceyê re rû bi rû nebîne û mafê xwe yê hevdîtina bi malbatê re bi kar bîne. Ji ber ku rewşa niha li Tirkiyeyê serdest e ne rewşeke şerekî çekdarî yê navneteweyî ye jî li gorî hiqûqa navneteweyî girtiyên PKK’yî ne xwedî statûya rehînên şerî ne. Hewce ye hiqûqa mafên mirovan were esasgirtin û ew jî weke hemû girtiyên din mafên xwe bi kar bînin.’’
Sassolî destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û got: ‘’Tecrîda li Îmraliyê weke DMME’yê jî dibêje binpêkirina mafên mirovan e. Ji ber ku mafê girtiyên hikûmxwarî jî ye ku miameleya baş bibînin. Tecrîd li dijî PMME’yê ye. Her wiha mafê girtiyan e ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Jixwe beriya niha jî DMME’yê têkildarî Ocalan hin binpêkirinên mafan tespît kiribû. Lê belê Konseya Ewropayê xwedî artêşekê nîne ku bişîne Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê ger Tirkiye li gorî van biryaran tevnegere li gorî pergala Konseya Ewropayê berpirsiyariya biryardayînê aîdî Komîteya Wezîran e.’’
Marco Sassolî got ku ji ber rastiya penaberan Tirkiye gefan li Ewropayê dixwe û Ewropa jî li hemberî vê yekê stûyê xwe xwar dike û axaftina xwe wiha domand: ‘ Rastiyek e ku hewcedariya gelek welatan bi Tirkiyeyê heye. Ji ber ku Tirkiye ji Ewropayê re gefa şandina 2 milyon penaberên sûriyeyî dixwe. Ev yek gelek caran anîn ziman. Her wiha dewletên ku dixwazin mafên mirovan biparêzin jî ji ber van gefên Tirkiyeyê xwe bêdeng dikin ku Tirkiye ji wan re dibêje ku hûn me gelekî rexne bikin, em ê deriyan vekin û rê bidin penaberan ku werin Ewropayê. Yanî Tirkiye di çarçoveya rewşeke derqanûnî de gefan li Ewropayê naxwe. Bi tiştekî ku ne binpêkirina mafan e, gefan li Ewropayê dixwe. Ewropa jî li hemberî van gefên Tirkiyeyê stûyê xwe xwar dike.’’
Marco Sassolî got ku tecrîda li Îmraliyê li gorî DMME’yê binpêkirina mafan e û wiha axivî: “Tecrîda li Îmraliyê rasterast êşkenceyek e. Weke tê zanîn beriya niha Dadgeha Swîsreyê derheqê endamekî Fraksiyona Artêşa Sor a Elmanyayê de biryar dabû ku endamê berbehs bi temamî di bin tecrîdê de were girtin. Lê belê DMME’yê biryar da ku ev yek cureyekî êşkenceyê ye biryareke dermirovî ye. Yanî bi kurtasî rewşa li Îmraliyê kiryareke dermirovî ye û ji aliyê DMME’yê ve hatine qedexekirin.’’
Sassolî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa CPT’yê ya li hemberî Îmraliyê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ’’Mafê CPT’ê heye ku kengî bixwaze biçe Îmraliyê. Beriya niha jî çû Îmraliyê û piştre ji bo Tirkiyeyê raporek amade kiribû. Ger dewlet qebûl bike, CPT dikare wê raporê li gel raya giştî parve bike. Weke qaîde hewce ye hemû dewlet parvekirina raporê erê bikin. Lê belê xuya ye ku Tirkiye qebûl nekiriye ku rapora CPT’ê a dawî ya têkildarî seredana Îmraliyê bi raya giştî re were aşkerekirin.’’