Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Gerîlayên azadiyê helîkopterek derb kirin

HPG'ê ragihand ku gerîlayên azadiya Kurdistanê li Metînayê 2 dagirker hatin cezakirin, li Avaşînê jî derb li helîkopterekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan û êrîşên dewleta tirk de daxuyaniyek weşand. HPG’ê diyar kir ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên gerîla li dagirkeran xistin ku dixwestin bi pêş ve biçin û liv û tevgera wan hate rawestandin. Li Metînayê 2 dagirker bi çekên ferdî hatin cezakirin, li Avaşînê jî ji du baskan ve derb li helîkopterekê hate xistin.

Daxuyanî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
29’ê gulanê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku dixwestin bi pêş ve biçin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
29’ê gulanê saet di 06:45’an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.
29’ê gulanê saet di 09:30’î de li Qada Berxwedanê ya Gire Amediyê li dijî dagirkerên ku dixwestin bi pêş ve biçin bi sabotajê çalakî hate kirin, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
Li herêma Metînayê;
30’ê gulanê li qada Enîşkê bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin, 2 dagirker hatin cezakirin.
Li herêma Avaşînê;
28’ê gulanê saet di 12:30’î de ji du baskan ve li helîkopterekê hate xistin. Helîkoptera ku derb xwar neçar ma ji qadê biçe.
Êrişên artêşa dewleta tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
29’ê gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 8 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr û 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
29’ê gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tunelên me 8 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;
29 û 30’ê gulanê li herêma Qendîlê qada Balayanê carekê, li herêma Garê qadên Dêreşê, Deşta Kafya, Gûzê, Zengilê 7 caran, li herêma Xakurkê qada Xinêrê ya Jor carekê, li herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Serê Metîna, Bêşîlî, Dergelê 4 caran, li herêma Şehîd Delîl a Zapê qada berxwedanê ya Girê Baharê carekê; bi giştî 14 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
28 û 29’ê gulanê li herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Golka û Dergelê, li herêma Xakurkê qadên Lolan, Kolît û Girê Şehîd Şerîf bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar