Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

KCK: Li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk bi hev re têbikoşin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê dkomkujiya dewleta tirk a dagirker li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar û ev bang kir: “Divê her kes li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê bi hev re tevbigerin.”

Democratic Confederalism flag waving at wind, slow. Loop

Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî komkujiya dewleta tirk a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk anî daxuyanî da û bang têkoşîba hevpar lio her kesî kir. Daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Dewleta tirk a qirker û mêtinger car din li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê êrîş pêk anîn, gel û hêzên parastinê hedef girtiye. Bi balafirên bêmirov û biçek li mal, wesayît, komên tenduristiyê hatiye xistin. Di daxuyaniyên hatine dayîn de, hat gotin ku 4 şervanên QSD’ê şehîd bûne û ji gel jî 12 kes birîndar bûne. Em vê komkujiya ku ji aliyê dewleta tirk ve hatî kirin, bi tundî şermezar dikin û bang li her kesî dikin ku van êrîşan şermezar bikin û li dijî êrîşan helwest nîşan bidin.

Wê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hilbijartinên xwecihî bên kirin, ev êrîş jî di vê pêvajoyê de pêk hatin. Ev demeke şefê faşîst Tayyîp Erdogan û berdevkên desthilatdariyê dibêjin ku ew ê nehêlin hilbijartin bên kirin û wê asteng bikin. Piştre jî ev komkujî pêk hat. Bi van êrîşan re şefê faşîst Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî wê yekê ye ku li Sûriyeyê civak birînên xwe bipêçe, jiyanê jinûve biafirîne û sîstemeke demokratîk bi dest bixe û car din derket holê ku êrîş bi vê armancê tên kirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku mutlaq dijminê kurdan e, ji şer tîmar dibe û ji bo ku li Rojhilata Navîn şer hîn kûrtir û belavtir bibe, dixebite. Li ser kûrbûn û belavbûna şer a li Rojhilata Navîn, armanc dike ku siyaseta xwe ya qirkirina kurdan bidomîne. Hemû êrîşên li ser Rojava, di çarçoveya vê zihniyet û siyasetê de tên kirin.

Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP’ê li bakurê Kurdistanê bi tayînkirina qeyûm îradeya gelê Kurd desteser dike û ji bo ku li Rojava jî kurd nebin xwedî îrade, dikeve nava liv û tevgerê û di vê çarçoveyê de êrîşan pêk tîne. Ji ber ku Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP’ê li her derê, li rojhilat, rojava, başûr û bakur dijminê gelê kurd e. Van êrîşan, ev yek car din nîşan da. Divê hêzên Kurdistanî yên welatparêz li dijî vê zihniyet û siyaseta qirker bi hev re tevbigerin, hevkarî û xiyanetê teşhîr bikin, berxwedan û têkoşînê esas bigirin. Di serî de gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, divê hemû gelên Sûriyeyê jî bi perspektîfa jiyaneke wekhev û hevpar li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê bi hev re tevbigerin. Divê gelên cîhanê yên bindest û hêzên demokrasiyê jî hîn zêdetir piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava. Em bang li her kesê dikin ku li ser vê bingehê li dijî êrîşan bi hestiyar bibin û bi perpirsyarî û rast tevbigerin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar