Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jiyana penaberê li Sirbistanê girtiye di xeteriyê de ye

Mûsa Pîroglû derbarê rewşa penaber Ecevît Pîroglû yê 114 roj in di greva birçîbûnê de ye got ku li nexweşxaneyê greva birçîbûnê didomîne û kîloya wî daketiye 47'an û wiha axivî: “Ecevît ev 3 sal in di nava tecrîdê de dijî. Ewlehiya girtiyên siyasî bi awayekî cidî di xeteriyê de ye. Pêwîste saziyên navneteweyî bikevin dewrê.”

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê li her derê dijiminatiya kurdan dike. Penaberê kurd Ecevît Pîroglû dema ji Rojava dixwest derbasî Ewropayê bibe di hezîrana 2011’an de li Sirbistanê hat girtin. Dewleta tirk daxwaza radestkirina Pîroglû dike. Li dijî daxwaza radestkirinê, Pîroglû di 12 sibata 2024’an cara duyemîn dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû û ev çalakî di roja xwe ya 113’mîn de didome. Hevdîtin û hewldanên li Balyozxaneya Sirbîstanê ya ji bo Pîroglû ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê giran bûye û daket 47 kîloyan jî, bê encam man. Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Mûsa Pîroglû got, “Derketina Ecevît a ji wir, ancax bi zexta gel pêkan e.”

Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Mûsa Pîroglû derbarê rewşa Ecevît Pîroglû de axivî û da zanîn ku Ecevît Pîroglû bi hinceta bultena sor a ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye derxistin li Sirbistanê hatiye girtin.

Mûsa Pîroglû diyar kir ku di encama pêvajoya darizandina du salan de dadgeha bilind biryar da ku ji bo Ecevît şertên dersînorkirinê nîne û wiha domand, “Di vê navberê de, sê roj piştî ku ji girtîgehê derket, bi komployeke ku hikumeta Sirbîstanê ava kir, careke din hate girtin. Salek cezayê girtîgehê lê hate birîn. Dadgeha jêrîn di dawiya salekê de careke din biryara dersînorkirina Ecevît da û ferman da ku di nava 15 rojan de welêt biterikîne. Dadgeha Bilind biryara dersînorkirin rawestand. Hikûmeta Sirbistanê zextên dewleta tirk weke hincet nîşan dide û derketina Ecevît asteng dike. Di nava sê salan de ev cara duyemîne dest bi çalakiya greva birçîbûnê dike. Ya pêşî 134 roj dom kir û ya niha jî 113 roj dewam dike.”

Pîroglû da xuyakirin ku Ecevît Pîroglû demeke dirêj li navenda bi şûn de şandinê dihat ragirtin û ji ber ku personelên tibî û revîrek nîne, rewşa wî ya tenduristiyê gav bi gav xirabtir bûye û wiha domand: “Bi bandora zexta navneteweyî re ev 4-5 roj in ranekirine nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê greva birçîbûnê didomîne û kîloya wî daketiye 47’an. 50’î rojên destpêkê hikûmeta Sirbistanê ew nebir nexweşxaneyê jî. Piştî zextên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û çapemeniyê ew rakirin nexweşxaneyê. Niha jî ji ber zexta navneteweyî qebûl kirine ku li nexweşxaneyekê bê razandin.”

Pîroglû, destnîşan kir ku ji ber zextên hikûmeta tirk, hikûmeta Sirbistanê ku serî ji bo berjewendiyên xwe tewandiye nahêle Ecevît biçe welatekî din û wiha bi dawî kir: “Divê zexta civaka navneteweyî bi hêz be da ku Ecevît serbest were berdan. Ecevît ev 3 sal in di nava tecrîdê de dijî. Ewlehiya girtiyên siyasî bi awayekî cidî di xeteriyê de ye. Pêwîste saziyên navneteweyî bikevin dewrê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar