Wezareta Karên Hundirîn a Tirkiyê îro li ser malpera xwe ya fermî îdîa kir ku di şerê li bejahiya Elbakê ya Wanê de 3 gerîlayên azadiya Kurdistanê şehîd bûne. Lê hat hînbûn ku gerîlayê bi navê Demhat Şêro Welat (Îlyas Ayaz) sax e û li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, Îlyas Ayaz birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku rewşa wî baş e û li ser hişê xwe ye.