Desthilata faşîst bi hincetên bêbingeh Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş girt û qeyûmê xespker şand şaredariyê. Li dijî girtina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û tayînkirina qeyûm li şaredariyê li gelek deverên Colemêrgê çalakî tên lidarxistin. Li navenda bajêr tevî dorpêça polîs û leşkeran jî ciwanan meşiyan.
Ciwanan gelek caran bênavber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Colemêrg wê ji qeyûm re bibe goristan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin.
Polîsan li gelek nuqteyan êrîşî ciwanan kirin. Li hemberî êrîşa polîsan ciwanan li taxan bend danîn û bi kevir û daran bersiv dan êrîşan.
Li gelek deverên bajêr berxwedan didome.