Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Gerîlayên azadiyê bi teknîka taybet derbên giran li dagirkeran xist

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li dijî hêzên artêşa tirk a dagirker ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi teknîka taybet 6 çalakî hatin kirin. HPG'ê daxuyand ku di van çalakiyan de teqînên mezin li nava çeperên dagirkeran rû dan û dijmin windahiyên giran da."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî parve kir: “Li hemberî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi teknîka taybet 6 çalakî hatin lidarxistin. Li Girên Şehîd Pîrdogan, Şehîd Gelhat û Saha Komando yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê di 4’ê hezîranê de saet 07:17, 11:36, 15:05 û 5’ê hezîranê saet di 06:35, 16:44 û 22:07’an de li artêşa tirk a dagirker hate xistin. Di van çalakiyan de ku bi teknîka taybet hate kirin, di nava çeperên dagirkeran te teqînên mezin rû dan û dijmin windahiyên giran da.”

Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî dewam kir:

“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

5’ê hezîranê saet di 18:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

5’ê hezîranê saet di 20:20’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

4 û 5’ê hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 13 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bombekirin.

4’ê hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;

4 û 5’ê hezîranê li Herêma Garê qada Girê Sîserê 2 caran, li Herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Bazê, Bêşîlî, Dergelê, Serê Metîna û Şêlazê 7 caran, li Herêma Qendîlê qadên Şehîd Harûn, Şehîd Cîhan, Girê Zergelê 13 caran, li Herêma Xakurkê qadên Sinînê, Şehîd Şerîf 2 caran; bi giştî 24 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar