Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Parêzer Qurbanî: Jiyana gerîla Rêgeş di xetereyê de ye

Parêzer Alî Qurbanî derbarê cezayê darvekirinê yê li gerîlayê HPG’ê hatiye birîn diyar kir ku ger bertekeke civakî çênebe dibe ku ji nişka ve bê darvekirin û wiha got: “Ev înfaz, dibe ku di nêz de çêbibe. Lewma divê her kes bertek nîşan bide.”

Gerîlayê HPG’ê Rêgeş (Hatem Ozzdemîr) di sala 2019’an de li rojavayê Kurdistanê bi birîndarî ket destê hêzên Îranê. Rejîma Îranê hemû mafên gerîla Rêgeş ên parastinê binpê kir û ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îranê ve bi îdiaya “li hemberî dewletê serîhildana çekdarî” cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Parêzerê Alî Qurbanî der barê ceza û rewşa gerîla Rêgeş de agahî da MA’yê diyar kir ku ew bi dilxwazî parastian Oazdemîr dike, lê belê rejîma Îranê mafê parêzertiyê yê Ozdemîr qebûl nake.

Qurbanî ragihand ku Ozdemîr bi birîndarî hatiye girtin û ji dêvla ku sewqî nexweşxaneyê bê kirin li binkeya leşkerî hatiey îşkencekirin û got: “Hatem Xoy, bi birîndarî sewqî Urmiyeyê tê kirin. Jixwe li Urmiyeyê tahde li kurdan tê kirin. Lê gava yê bê girtin gerîlayê HPG’ê be zext zêdetir dibin. Li gor agahiyên bi dest me ketin, ji dêvla ku Hatem bibin nexweşxaneyê wî birine binkeyeke leşkerî û li vir 50 rojî hatiye îşkencekirin û nehatiey dermankirin. Me xwest em pêwendiyê pê re deynin lê rejîma Îranê nahêle.”

Qurbanî da zanîn ku bi tu awayî nikarin xwe bigihînin Ozdemîr û got: “Piştî îşkenceyeke 50 rojî ew sewqî dadgehê kirin û bêyî parêzerê wî hebe parastin kir. Ji ber ku di pêvajoya dadgehê de mafê wî yê parêzertiyê esas nehat girtin me nikaribû parastinê bike û hewldanên me yên di vî warî de bêbersiv man. Me îtiraz kir û ji bo careke din bê darizandin me nivîs ji Dadgeha Urmiyeyê re nivîsand, lê dadgehê par bê parêzer ew darizand û cezayê darvekirinê lê birî.”

Qurbanî gwiha dawî li axaftina anî: “Ger bertekeke civakî çênebe dibe ku ji nişka ve bê darvekirin. Ev înfaz, dibe ku di nêz de çêbibe. Lewma divê her kes bertek nîşan bide.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar