Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Pazartesi - 1 Temmuz 2024

HPG: Gerîla bi awayekî koordîneyî li dagirkerên tirk xist

HPG'ê ragihand ku gerîlayên azadiyê li herêma Metînayê bi awayekî koordîneyî li artêşa tirk a dagirker xist û got ku di çalakiyekê 6 dagirker hatin cezakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên bibandor ên ger,layên azadiyê de daxuyanî da. HPG’ê ragihandin ku li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya li herêma Metînayê, hêzên gerîla dagirker xistin bin kontrola xwe û bi rengekî koordîneyî lê dan. Li gorî daxuyaniyê, baskên yekemîn û duyemîn ên çalakiyê derbên giran li çeperên dagirkrean xistin û di encamê de 6 dagirker hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Li Herêma Metînayê;

12’ê Hezîranê saet di 18:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hêzên me li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî kirin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên ferdî û nîv otomatîk li çepereke çeka giran a A4 xist. Di encamê de 2 dagirkerên di hundirê çeperê de hatin cezakirin, çeka A4 û çeperek hatin îmhakirin. Di heman demê de li çepereke din hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin, bombeavêjek û çeperek hate îmhakirin. Baskê duyemîn jî derbên giran li dagirkerên di hundirê çeperê de xist. Li vê derê jî 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin.

Di encama çalakiyê de bi giştî 6 dagirker hatin cezakirin, çekek giran a A4, bombeavêjek û 3 çeper hatin îmhakirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;

13 û 14’ê hezîranê li herêma Xakurkê qada Sinînê carekê, li herêma Garê qadên Gûzê, Deriyê Hirçê, Girê 3 caran, li herêma Heftanînê qada Kanî Biyê 2 caran, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metîna carekê; bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar