Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Desthilatdar tekçûne lê hê jî pêhîna dûmahî nexwarine!

Di siyaseta Tirkiyeyê de germahiyek nû destpê kir. Usa dixuye ku ew ê piştî cejna qurbanê siyaset zêdetir germ bibe. Erdogan piştî hilbijartina 31’ê adarê destê ku Ozgur Ozel dirêj kir, girt. Bi raya min ev ji bo Erdogan mecburiyetek bû. Lê pişt re xwest ku ew destên ji alî CHP’ê ve hatiye dirêjkirin ji bo berjewendiya desthilatdariya xwe bikar bîne. Di vê navberê de çapemeniya CHP’ê sedema kûştina Sînan Ateş germ kir. Ev cînayet hema her roj di çapemeniya nêzî CHP’ê de bû rojev. Tiştê tê dîtin ev e ku CHP dixwaze bi rêya vê cînayetê nakokiya navbera AKP û MHP’ê zêdetir bike. CHP jî, AKP jî û hemû cîhan jî dizane ku Sînan Ateş bi fermana MHP’ê hatiye kuştin. MHP ji bo ev cînayet deşîfre nebe, desthilatdariya xwe bikar tîne. Polîs û dozgerên girêdayî partiyê ne bikar tîne. Ya herî dawî jî bêdengî û serdegirtina Erdoganê bikar tîne. Lê diyar e hin AKP’yî ji vê rewşê eciz in. CHP niha vê eciziyê jî dikole.

Usa dixwûye ku siyaseta CHP’ê bandora xwe kir. MHP aşkere dijberiya serokê CHP’ê kir û serfaşîstê MHP’ê bang li Ozgur Ozel kir ku bi tevî AKP’ê tifaqek nû çêbike. Ev serfaşîst her weha piştgiriya xwe ya Erdogan jî dûbare kir. Ev jî peyamek bû ji Erdogan re.

Erdogan bersîva peyama Bahçelî da. Ew jî Ozgur Ozel sucdar kir û got, “Zata li ser CHP’ê têkîliyê me yê ji bo nermbûnê bikar tîne.” Careke din jî hat famkirin ku vê beyana Erdogan jî mecbûriyetek bû. Heke vê bersîva nedaba Bahçelî, dihat gotin ku ew ê Bahçelî piştî cejnê banga hilbijartineke pêşwext bike. Erdogan bi bersîva xwe ya li vegera Îspanyayê bilêvkir, niha herî kêm rê li vê ‘xeterê’ girt. Bahçelî êdî li ser vê beyanê bangeke ji bo hilbijartineke pêşwext nake. Lê ev nayê wê wateyê ku di navbera AKP û MHP’ê de nakokî an jî krîzek tune ye. Krîz heye, her diçe zêdetir dibe û dema Erdogan bawerî bi qewîbûna xwe bîne an jî bi CHP û Îyî Partiyê re rêyek nû bibîne ew ê krîz careke din lê ev car bi aşkereyî destpê bike.

Di vê germahiya dûmahî de li hember kurda tu gûherînek tune ye. Dîsa her cûre zilm li kurdan tê kirin. Dîsa bi rêya qeyûman îrada gelê kurd tê gespkirin. Dîsa bombebarana li ser başûr û rojavayê Kurdistanê didomin. Dîsa bi dozên qûmpas siyasetmedar û rojnamevanên kurd bi dehsalan tê zîndanîkirin.

Bi qasî van bêhiqûqiyan girîng jî rewşa aborî ya Tirkiye ye. Di xezîneya Tirkiyeyê de yek qirûşek nemaye. Mehmet Şîmşekê karmendê Erdogan ji bo pere bibîne serê xwe li her kevirê dixe. Lê yên pere didin jî hin şertan datîne ber dewleta tirk. Erdogan niha di nav xelîl û celîl de ye. Heke van şertan bi cî neyne ew ê krîz mezin bibe û tu kes ew ê nikaribe li ber vê krîzê raweste. Heke şertan bi cîh bîne divê rê li civat û siyasetê veke ku ev jî dawiya desthilatdariya wî ye. Niha rewş ev e.

Di vê rewşê de divê em hêza dîplomasiyê zêdetir bibîrbînin. Niha di qada navnetewî de piştgiriya Erdogan lawaz bibe jî kêm nebûye. Erdogan hê jî dikare nakokiya navbera hêzên hegemonîk bikar bîne. Hêzên hegemon jî bikaribin Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin, çav li gelek xerabiyan digrin. Heta pirî caran dibin şîrîkê sûcên Erdogan. Heke kurd û dostên kurdan, çepgir, şoreşger û demokratên Tirkiye û Kurdistanê dixwazin ev rewş bigûhere divê di qada dîplomatîk de çi rê ji desthilatdarên xwînmij re nehêlin. Ev ne hêsan e lê gelek rê û olaxên vê yekê jî hene. Divê ev rê û olax hemû werin bikaranîn.

Kin û kurt: Rewşa Tirkiye ne baş e û her diçe xerabtir bike. Di vê rewşê de desthilatdar tenê dikarin ser krîzê bigrin, nikarin krîzê ji holê rakin. Heke pêşî li vê krîzê neye girtin û rêyên gûherîna desthilatdariyê neye dîtin, harbûna desthilatdariyê jî mumkun e. Ev jî dehî zêde xwîn, dehî zêde mirin e. Erdogan û Bahçelî çavsor û çavxwîn in. Ew bi aşkereyî dibêjin “Yên ji me re nebin bila ji tu kesî re nebe.” Yên din jî divê ev rastiyê bibînin û tedbîra xwe bi gor vê yekê bigrin.

Nûçeyên Têkildar