Serdema şaristaniya demokratîk bi qasî ku ji nû ve zayîna gelan e, ji wê hîn diyarkertir jî, serdema ji nû ve zayîna jinan e. Ew jina ku hêza xwedawend a afirandêra civaka neolîtîkê ye, ji dîroka civaka çînî pê ve her dem bi windabûnê re rû bi rû maye. Di wateyekê de dîrok, li gel civaka çînî ku bilindbûyînekê de bû û hêz bi dest dixist, dîroka zilamê serdest e.
Karekterê çînî yê serdest bi karekterê zilam ê serdest re ava dibe. Di vir de jî, rêpîvana ku derbas dibe derewên mîtolojîk û cezakirinên derûnî ne. Di bin vê de jî, dijwariyeke çors ê pêşçav û rastiya dagirkeriyê heye. Karekterê zilamê serdest ê di civakê de, derfet nedaye ku heta roja me rastiya jinê bi zanistî were nirxandin. Mijara jinê ji olê zêdetir weke qadeke tabûyan hatiye hesibandin. Di rastiyê de, di bin navê namûsê de ew rastî û mafê jinê ku zilam bi hîleyan xayînî û bi dijwariyê bi dest xistiye tê veşartin. Di dîrokê de heta niha, jin ku ji nasname û kesayeta xwe dûr hatiye hiştin û her dem di destên zilam de dîl hatiye girtin, rastiyeke ku ji çînayetiyê zêdetir rê li ber encamên neyênî vekiriye. Dîlgirtina jinê ji bo koletî û ketina giştî, pîvanek e. Ji bo derew, dizî û zordestiya ku di civakê de belav bûye pîvanek e. Ji bo her cureyê qirêjî û nokeriyê pîvanek e.
Berevajîkirina vê dîrokê dê bi xwe re encamên civakî yê herî kûr bîne. Ji nû ve zayîna jinê ya bi rengekî azad, di hemû binesazî û jorsaziyên civakê de dê azadiyeke giştî ronakbîrî û dadê ava bike. Wê bide bawerkirin ku, şûna şer aştî hîna xwedî rûmet e û pêwîst e were pîrozkirin. Jina ku qezenc dike, tê wateya ku di her astî de civak û kesayeta ku qezenc dike. Ev çarçoveya kurt jî diyar dike ku demokratîkbûna di qada maf û azadiya jinê de çi qasî dîrokî ye. Di vê wateyê de, di sedsala 21’an de destpêkirina serdema jinê ya ku şiyar dibe azad dibe û bihêz dibe rastiyeke ku ji rizgariya çînî û netewî hîn xwedî nirx e. Dema şaristaniya demokratîk wê bibe serdema ku jin ji her demê zêdetir bilind dibe.
Di serhildana demokratîk a Rojhilata Navîn de cihekî taybet a jinê heye. Weke hêzeke afirandêr a neolîtîkê, ji aliyê civaka çînayetiyê ve ew biçûk xistina xwe tu caran bi xwe nedaye daqurtandin. Her dem li serdestiya zilam bi guman nihêriye. Ji her alî ve di zanebûna wê de ye ku, mafên wê tê xwarin. Bêçarebûna wê dihêle ku ew di nava êşên kûr de bimîne. Di wê zanebûnê de ye ku, tu caran ew layiqî wî tiştî nîne, ku ketiye wê rewşê. Di rastiyê de ew bi rengekî veşartî, dizî alîgirê çanda xwendawend e. Tu caran bi rengekî ciddî baweriya xwe bi xwedayên zilam neaniye. Di vê zanebûnê de ye ku her dem di nava valahiyekê de ye. Ew hezkirin û rêzdariya ku heq kiriye, bi êş û bi hêrs hîs dike lê nayê nîşandan. Tu caran ev qas li destê zilam nihêrînê efû nekiriye, hîna zêdetir jî xwe bi xwe efû nekiriye. Di wê zanebûnê de ye, zilam ji hezkirinê gelekî dûr e, çors e û bêsinc e. Baş dizane ew ji hêza evînê dûr e. Qurbaniya ev qas nakokiyan weke tê bawerkirin, jin nebiriye cehalet û nezaniyê, hîna nêziktirî alimtiyê kiriye. Dema ku bawer kir xwedî hezêkê ye ku girêdaniya herî xurt nîşan dide, di giştî de hemû jin bi taybetî jî jinên Rojhilata Navîn ji ber van taybetmendiyên xwe hêza zindî û çalak a civaka demokratîk in.
Serkeftina mayînde ya civaka demokratîk bi jinê ve gengaz e. Ji neolîtîkê hetanî niha ew gel û jinên ku li hemberî civaka çînayetiyê li bin guhê erdê ketine weke xwediyê rast ên pêngava demokratîk in. Wiha hem tola xwe ji dîrokê digirin, him jî di çepê şaristaniya demokratîk ku bilind dibe de cihê xwe digirin. Antîtêza ku pêwîst e ava dikin. Bi rastî jî çûyîna ber bi civaka yeksan û azad de sparteka civakî ya herî saxlem ava dikin. Di Rojhilata Navîn de, avakirina antîtezeke ji bo demokratîkbûnê hîn zêdetir dê bi rêya jin û ciwanan ve pêk were. Şiyarbûna jinê û weke hêza rêbera civakê di dika dîrokê de cihê xwe girtin xwedî nirxeke antîtêzbûyînê ye. Cîhana jinê, zanebûn, wijdan, hezkirin û parastina wê berendamê nirxên şaristaniyê yên cihê afirandinê ye. Ji ber pêwîstiyên karakterê çînî yê şaristaniyan û pêşketina serdestiya zilam, ji vî alî ve jî jinê tîne astekî ku bibe antîtezeke xwedî hêz. Hem di têperandina cihêbûnên çînî de, hem jî bi dawîkirina bihêzkirina zilam de xwedî nirxekî antîtezbûyînê wêdetir, sentezeke nû ye. Ji ber wê jî, asta jinê ya rêbertiyê di demokratîk kirina Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê de hem di asta antîtezbûyînê de ye, (çavkaniya xwe ji Rojhilata Navînbûnê digire) hem jî asta sentezbûna wê, bi xwe re taybetmendiyên dîrokî dide jiyîn. Li gor min ev xebatên jinê yên ku pêwîst bû, berîya xebata rizgariya welat û kedê bihata kirin, a herî zehmet bû. Jin, çîn, netew û zayenda destpêkê yê bingehîn ku ji aliyê paşverûtî û koledariyê ve hatiye perçiqandin bû. Di dîtinê de cihêbûna zayend ji bo neyeksanî û çewisandinê weke sedemekê tê nîşandan. Dema dîrok bi kûrahî were lêkolînkirin, dê were dîtin ku ji hemû aliyan ve jin qurbanê destpêkê yê serdestiya civakî û siyasî ye. Çînê destpêkê ye ku her cure neyeksanî û kolekirin li mirovahiyê tê ferzkirin. Piştî ku jin hate kolekirin û xistine rewşeke ku bibe amurekê malê ya ku hatiye kêdîkirin (ne kirde ye) dor hatibû civak û dewleta çînayetî were afirandin. Zilamê zalim û derewîn, piştî ku jin xist, bi wêrekiya ku ji vî tiştî wergirtiye ve xwast mirovên din û zayenda xwe jî biperçiqîne û dîl bigre. Ew pergala wan ê ponijandinê ku derewên mezin in, mîtolojî û ol afirandine. Di rastiyê de mîtolojî û olên ku gelan nêzî rastiyê dikin jî hene. Lê belê em li ser olê û mîtolojiyên ku serdest û dagirker jê derewan û zordestiyê hildiberînin diaxivin. Dema mirov li van ol û mîtolojiyan temaşe dike, jin bi hezarûyek fêlan û zordestiyê gav bi gav ji textê xwe yê xwendawendiyê yê balkêş tê daxistin, bênirx tê hiştin û herî dawiyê jî tê tunekirin. Ez bibim şervanê azadiyê û vî tiştî nebînim, ne gengaz e. Weke zarokekî azadiyê yê vê axê, ku olê xwedawenda dayik afirandiye û ji bo xwedawendên evînê yê destpêkê malevanî kiriye, min dê bixwasta mezinên me yên destpêkê û jêdera me ya azweriyê tê bigihêm, lêbikolim û sedemên hebûna wan bibînim.
Rawestîna min a li ser pirsgirêka jinê, ji pirsgirêka rûmeta kesayetî hîna wêdetir e. Bi hemû aliyan ve dijberî pêdiviyên zayendî yên ji rêzê ne. Ji bo min gihiştina zayendan a hev li ser astên ajoyên zayendî yên lawirî xistin û derxistina astekî ku bigihê dostanî û rêhevaltiyeke mezin. Ev jî weke mêrxasiyekî ji min re rastir hat, metirsiya xwe gihandina jinê, ji bo min weke tirsonekiyekê bû. Min wiha dît û ev yek derxistine zanebûnê. Zilamê serdest tirs afirandibû, ev lêyîstok di bin navê namûsê de dihate lêyîstin, dema ku dibêje, “ez ji te hez dikim” jî di cara duyem de kêr lê dixist. Neheqiya wî, mirov matmayî dihişt. Wekî zayend jin gelekî êşandibû. Fîzîk, hizir û hestên wê tarûmar kiribû. Jin ketibû kûrahiyên ku mirovan jê bawer nedikir. Zilamê ku herî zêde ji xwe re digot, ez sosyalîst im û heta jinên bi vî rengî jî, nekarîn xwe ji lêyîstokvanbûna vê lêyîstokê xilas bikin. Ew tîbûna mezin a ji bo azadiyê, hişt ku ez xwe bidim ser vê pirsgirêkê. Min di gelek jimaran de dahûrandin, diyalog û axaftinên kûr kirin. Ne ku weke xwediyê wan, weke hunermendekî ji sekinandina wan a fîzîkî, ya xweşik heta bibin çirûskekî hizirandinê heta bigihên astekî ku bi dengê zimanê xwe çêjekê bidin ku tu tişt nikaribe vê çêjê bide, min dest li her tiştekî wan werda. Gihiştin, mezin gihiştin, lê belê xeşîm bûn. Jiyana bi lenet û efendiyê wan ên zilam li ber serê wan bûn. Ew kesên ku xwedî ezmûn û hostabûnekî ku bikaribin li hemberî wan û bi wan re şerê zayendî yên cewher bidin, jê dûr bû. Bi êş xwe ji zinaran avêtin, di agiran de şewitandin, bi bombeyan xwe parçe kirin, wan bi navê qehremaniyê her tişt kirin, lê belê bi tenê bûn. Ew zilamtiya ku li hemberî wan bû, derveyî nêzîkbûnên çors ne dixwestin dostanî û rêhevaltiya mezin a yeksanan bînin bîra xwe. Weke gulan diçelmisîn û diçûn.
Bi qasî ku ez ji dil baweriyê bi hêza xwedawendan bînim, ez gihiştime hêza rêzdarî hezkirinê. Her çi qasî bixwazin şerê min ê mezin ê jinê ji çav bixin jî, min heqê wê dayê. Hem tuyê ji bo jinekê xiyanetê li erkên herî pîroz bikî û wekî protestokar bijî, hem jî ji bo rêhevaltiya jina pîroz tiştê ku dikeve ser milên te tuyê bi cih neynî. Di serî de ji PKK ê re û ji hemû pêwendîdaran re min nîşan da ku tu aliyekî şerê jinê ku mirov ji rêze bi dest bigre nîne. Pêwistiya naskirina cîhana xwedawend a ku hêza rastiyê û evînê ye, bi qasî xwedayê zilam ê zordest û derewîn, pêwîst e rêzdarî û hezkirin were nîşandan, min xwest vê yekê bi rêgez û ciddî heta dawiyê nîşan bidim û ferz bikim.
Her çi qasî xayîn û nokerên wan derbikevin jî, ji bo van hewldanên ku ji dil tevlîbûne, ji bîrkirina wan ne gengaz e. Hele şehîdên wan weke ezîzeyê herî pîroz ê van axan û gelê me dê werin bîranîn. Ew her yek xwedî astekî xwedawendên mêrxas in. Min yekîtî û partîbûyîna yên ku mane, bi rêzdarî pêşwazî kir û alîkarî kir. Min her dem got ku pêwîst e bibin parêzvanên jiyana azad û xweşik. Min bi baweriya ku rojek dê were, ewê zilamtiya paşverû, derewîn û zordest binîne rê, hewldanên xwe min hetanî dawiyê domandin. Mirov bi tenê jina ku milkê xwe ye ve mezin nabe. Nabe zilam. Min nexwest ez bi wî rengî mezin bim û ne jî bibim zilam. Heta min bi wî rengîbûyînê weke şikandina rûmetê dît. Ez dizanim ku min ew xistine rewşeke zehmet. Dizanim ku min ew xistine rewşeke ji agir parçeyek in. Ez dizanim di nava wan de yê ku dijmintiyê û gelek neheqiyê dikin jî hene. Ez dizanim min ew bi tenê jî hiştine lê belê rastiyeke herî girîng ku ez dixwazim ew bizanibin jî ev e; pêwîst e ew bi qasî ku qedera şer jî aştiyê jî diyar bikin, xwe bihêz bikin. Ger ev nebe jiyan heram e. Ger ev nebe evîn nabe. Ger ev nebe çi hesret nayên derbaskirin. “Tenêbûn û cihêbûn.” Ji bo destxistina van mezinbûnan û serdestkirina wan rêya ku hewceyî derbaskirinê heye û bedelên deynên ku pêwist e werin dayîn hene. Di welatê xwedawenda dayik û xwendawendên evînê bi hêza azadiyê û yeksaniyê ku bi hezaran salin hatine wendakirin, di xebat û şerkirina ku navenda wê jin e, dê xweşikbûn û hizir ji nû ve were afirandin. Bawerî û hêviya xwe di derbarê yên ku hene bi qasî ku bikaribin hevpeymana civakî jiyanî bikin, wê bigihîne hêza cewherî tînin ziman. Misogere ku ez ê bi qasî îdîayên xwe di rêhevaltiya jinê ya ku bi hezkirin û rêzdariyê ve dagirtiye berdewam bikim û hewldanên xwe weke karkerekî evînê heta dawiya nefesa xwe bidomînim. Bêgumane ku bi qasî wate bidin û pêwîst bibînin, ez yê rêhevalê jin im û her dem jî ezê bi wî rengî bimînim.
Rêhevaltiya di têkoşînê de xwedî rêgezekî ye ku bi girêdaniyên bêmiriniyê ve dimeşe. Ji bîr nekin ku rêhevaltiyên herî birûmet ên ku li ser vî bingehî bi we re ne, yên ku hezkirinên wan herî mezin bi we re ne û ev jî her cureyê hezkirinê û kêfxweşiyên kesayet birûmetir e. Bi wî rengî ye ku çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya takekes, ev partiyek dibe, hemû gel dibe, hemû mirovahî dibe, dema ku hûn serdestî van hemû tiştan bibin wê demê rûmeteke we ya jiyana takekesî dê çêbibe. Berevajiyê vê nêzîkbûna ku emperyalîzm ferz dike ye. Ev nêzîkbûn mirovahiyê înkar dike, gelan ji her cureyê nêzîkbûnên rizgarîxwaz tune dihesibîne. Ew bilindbûna azadiya takekes, ji rê derketin û lawirbûna ku emperyalîzm diafrîne hê ji niha ve tê zanîn ku dawiya dinyayê tîne. Pergala kapîtalîst, emperyalîst li ser vî bingehî dawiya dinyayê tîne. Têkîliyan weke lêmonê guvaştiye. Weke mirovahî guvaştiye, ava wê derxistiye û avêtiye aliyekî. Vê pergalê mirovahî tune kir.
Sosyalîzm tam di demeke wiha de xwedî li mirovahiyê û jiyanê derdikeve. Ji sedan salan hetanî niha gelek ol derketine holê. Olan xwestin li hemberî lawirbûnên bi vî rengî xwedî li mirovahiyê derbikevin. Niha jî dixwazin xwedî lê derbikevin. Gelo ma ev yek pêwîst e? Yan ji dunyaya bêşerefan, bêaran ên ku îşkence dikin û kirêtiyan dikin rizgarnebûna me ya ji wan, hîn baştir e? Ez bawer dikim, hêviyên we hene û hûn dixwazin di nava feraseteke baş de bijîn. Heta ez ji vê ewle me. Di vê mijarê de di asta niyet de mirov nikare tu qisurekê layiqî we bibîne. Lê belê ji bo ku niyetên baş pêşçav bibin, pêwîstî bi nêzîkbûneke wiha û şerê wê heye. Mirov nikare bi niyetên xwe weke dixwaze bijî, tenê dema ku pêwîstiyên jiyanê hatin bicihanîn dikare vê yekê bi ser bixe. Em jî şerê vê didin. Ji bo ketina bi hezaran salan, bi dîroka kurt a partiya me ve bersiv dayîn hêsan nîne. Bi feraset, bi sebir û ya herî girîng jî têkoşêr bin.
Pêwîst e di vê têkoşînê de jin jî cih bigirin. Em bi wan re rêhevaltiyê kûr bikin û tiştê ku wan wenda kiriye, di vê pêvajoya rêhevaltiyê de careke din bi wan bidin qezenckirin. Dîsa taybetmendiyên ku zilam weke zêdebûnekê dibîne, yên ku ji pergalên çewisînêr û dagirker mane, lê belê ji aliyê partiya me ve nayê qebûlkirin, derbaskirina wan tiştan armancên partiya me ne. Bi hemû hebûna xwe ve em şer bikin ku bigihên wê. Ew doza pîroz a ku em dibêjin bigihîjinê, li ser bingehê bi destxistina serkeftinê, çi ji destên me tê em pêk bînin. Ev ji bo me gelekî pêwîst e û em milîtanên vê rêyê ne. Ji bo me çi kêfxweşiyeke ku me ev rê girt û em bûn şervanekî baş ê vê rêyê.
Ez wisa bawer dikim ku milîtanên me yên birûmet zêde di zanebûna wê de nebin jî xwe di rêya jiyana pîroz de balkêş feda kirin. Baweriya xwe bi wê roja ku şeref, rûmet û hezkirin dê çêbibe anîn, radestî pergala kirêt û koledar nebûn. Dema em di vê mijarê de rojên destpêkê tînin bîra xwe, em ewle ne ku dê ev yek wiha be. Gerîllayên me yên ciwan, hezar caran jiyana ku pergala sexte ferz kiriye nehlet lê anîne. Ev dozeke mezin e û girêdana zanebûna wan bi vê armancê ve misoger e. Emê bi bîranînên şehîdan ve girêdayî bin. Jixwe ev tevger jî, weke pêwîstiyeke bi girêdaniya wan ve tê pêşxistin. Em bawer dikin ku hûn bi temamî li ser vî bingehî, bi hêviyan ve barkirîne. Ji ber ku ev hêvî, jiyana pîroz pêkan dike, em ji bo wê dijîn û şer dikin. Ev mirov bi şehîdên xwe ve, bi şervanên xwe ve, dibe ku piştî sedan salan jî yê şer bikin, bi wî rengî karekî herî pîroz dikin, wiha jî dê wate bidin ku rêya herî rast girtine, gelek asteng derbaskirine, weke di hemû dozên girîng ên di dîrokê de hatine dîtin û weke di jiyana milîtanan de hatiye peyitandin, ez ewle me dê mezinbûnekê pêk bînin û bi ser bixin. Ez ewle me ku, hun di mînaka me de jî, dibe kesayeteke herî pîroz ava bikin.
Me di vê çerçoveyê de hûn hetanî vir anîn. Pêwîst e baweriya ku her yek di we de heye, li ser bingehê vî tiştî ber bi pêş ve were birin. Me PKK li ser vî bingehî hetanî vir anî. Pêwîst e em navekî xirab neynin ser vê. Ji bo ku hîn kûrtir were jiyîn, pêwîst e hûn weke wateya bingehîn a jiyana me cihekî girîng bidinê. Pêwîst e em vî tiştî li ser her tiştî re bigirin. Di partiyê de serxistina vê esas bigirin û ji bo serdestkirina li hemû têkîliyan hişyarbin. Tu gumanên me nemane ku em komeke rêhevalan ên wiha ne. Çareserî bûye ya giştî. Çareseriyeke ku wiha bûye ya giştî jî, tê biserxistin.
Min hetanî niha bi vê yekê bawer kir û kar kir. Bi xebateke dilnizm ve min dunyayeke baweriyê û biryarê ya mezin afirand. Piştî ku min hûn û gel ev qas gihandin hev, dibe ku ji bo hindekan nepixandî be jî, ew kesê ku têra xwe nakin jî dikarin di nava mirovahiyê de bibin xwedî çareseriyekê. Em ji bîr nekin ku ên gelekî ketine, bilindbûna wan jî mezin çêdibe. Ew kesên li şûna mirovahiyê hatine hiştin, gavavêtina wan bi şoreşê ve gengaz e. Dibe ku bi vê gavavêtinê mirov dikare li pêş mirovahiyê be, weke hember sekinandina her cureyê pergalên zext û dagirkeriyê di cîhana azadiyan de, di asta têkîliyên jin û zilam de, li hemberî pûçbûnê û bêhezkiriniya mezin ku mirovahiyê dixwe, em ewle ne emê jiyanê û mirovahiyê temsîl bikin û di vê wateyê de em zêde ne. Ez dihizirim ku ev yek hatiye peyitandin, em gihiştine asteke hêza mezin. Pêwîst e hûn misoger zirarê nedin qezencên PKK’ê yên mezin ên di vê mijarê de. Ew jiyanên ku xwe feda kirine, em bi takekesiya xwe ve wan biçûk nekin û reş nekin. Ji ber ku pêwîstiya mirovahiyê bi vî tiştî heye. Hela gelên ku tenê perçiqandin hîna zêdetir pêwîstiyên xwe bi vê yekê hene. Pêwîst e ku balê li vê yekê bikşînin, li gel ji her demê zêdetir hûn xwe di feraseta partiyê de, kesayeta têkoşer û milîtan de ava bikin, pêwîst e hûn derfetê bidin serkeftinê ya ku her diçe kûrtir dibe. Dema ku em rast tevbigerin, em ewle ne ku li ser vê bingehê em ji bo ketîbûna jinê ya balkêş hêzeke çareseriyê ne û bi vê yekê jî kêfxweş in.
Bi dunya jinê re, bi vî rengî gav dayîna avêtin ji bo me jî hêzek ava kiriye. Jin hîna ji niha ve pêl bi pêl tên nava refên me. Em ê bawer bikin ku wan bikin çavkaniya rast a hêza xwe, bi rist qezenckirina wan ve em ê cihekî baştir bidine wan. Nêzîkbûna bi vî rengî di bûyera Rêbertiyê de girîngiyeke jiyanî ye. Ger rêhevalên zilam jî vê layiqê gavavêtineke Rêbertiyê dibînin, pêwîst e ji bo çareseriya wê jî alîkar bin. Çareseriya ku tê hêvîkirin jî ev e.