Li Kurdistanê dengbêjî çandeke gelekî kevnar e û yek jê parêzvanên zimanê kurdî dengbêj in. Hemû herêmên Kurdistanê her yek bi rengek xwe yê çand û hunerî tê naskirin, Kerkûk jî bi dengbêjî û besteyên taybet ên devera Germiyan tê naskirin. Di vî warî de gelek hunermendên mezin derketine ku bûne nasnameya hunera kurdî, dengbêjî û parêzvanên dengbêjiyê.
Tevî hemû êş û êrişên ku dijminên gelê kurd li ser bajêr kirine, lê hîna jî huner evîna herî zindî ya bajêre. Yek ji van hunermendan jî hunermend Hesen Xerîbe ku beşeke ji huner, dengbêjî û dîroka hunerî ya deverê ye. Hunermend Hesen Xerîb derbarê jiyan û xebata xwe ya hunerî axivî. Hesen Mihemed Xerîb bi nasnav Hesen Xerîb di sala 1972’yan de li taxa Şorîce ya Kerkûkê hatiye dinê. Xwendina xwe ya seretayî jî li heman taxê xwendiye. Di heman salan de li gel xwendina xwe de li kebabxaneyek de kar kiriye. Ji ber hezkirina wî ji karê hunerî re hebû bi taybetî jî stran gotin, di temenê xwe yê zarokatî de di sala 1983’yan de tevlî dewreyek ya muzîkê dibe.
Dengbêj Hesen Xerîb di sala 1992’yan de yekemîn kaseta xwe li Kerkûkê belav dike û li ser berhemên xwe ev tişt anî ziman: “Di wê serdemê de sîdî nebû, tenê kaset hebûn me sitranên xwe li ser tomar dikir. Li ser kasetê dîroka derketinê, navê hunermend û stranên têde dihatin nivîsandin. Wê demê min dîmenek yê hunermend Nasir Rezazî li gel Merziye xan dît, di salên 2000’î de bû, ji nû hatibûn Kurdistanê. Ji wê rewşa ku ew têde bûn gelek bandor bûm min dît li Xerîbiyê çi zehmetî jiyan kirine. Wê demê min sitrana ‘Bargey xemim helgirtûwe û hatime bajarê xwe’ nivîsî. Min ew stran di sala 2001’an de li kasetek de tomar kir. Min wê strana xwe pêşkêşî Nasir Rezazî kir.”
Hesen Xerîb behsa berhemên xwe kir û wiha domand: “Di sala 1990’an ta sala 2004’an her sal min kasetek tomar kiriye. Her kasetek 8 ta 10 stran têde hebûn. Her wiha nêzî 40 klîb ji bo televîzyonan çêkiriye. Mixabin piştre televîzyona Kerkûkê çû li Bexdayê weşan kir. Şerê Amerîka yê li gel rejîma Baas (2003) bû sedem beşek zêde ya arşîva me tine bibe. Tenê beşek kêm a berhemên min mane. Ew jî di dema xwe de min li televîzyonê tomar kiribû. Wek pêwîst ne paqijin û hinek ji wan xira bûne. Li gel hunermend Mihemed Ebas Baram dixwazim karek hevbeş bikin. Daxwaza min ew e ku mamostayên dengbêjiyê stranên dengbêjî biparêzin û nifşê nû fêrî dengbêjiyê bikin.”