Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 17’ê gulanê de ji bo muwekîlên xwe Rêber Apo û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên ev 39 meh in li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin û tu agahî ji wan nayê girtin, serlêdana “çalakiya lezgîn” li Raporvanê Taybet ê Îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. Her wiha parêzeran ji raporvanê taybet ê bi karûbarên pêkanîna peywirê re eleqedar dibe re jî heman serlêdan kirin.” Parêzeran şert û mercên ragirtina muwekîlên xwe, astengkirina pêkanîna pîşeya xwe bi belgeyên ji agahiyên berfireh ên di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî hatine amadekirin pêşkeşî raporvanan kirin. Parêzeran anîn ziman ku ji bo zirarên ku pêşî lê nayê girtin pêk neyên divê serlêdan wek “lezgîn” were destgirtin.
Ji parêzerên Rêber Apo Cengîz Yureklî têkildarî serlêdana ji raporvanên girêdayî NY’ê kirine agahî da nûçegihanê MA’yê Îbrahîm Irmak. Yureklî da zanîn ku ji dema ava bûye heya niha peywira venêrîna Girtîgeha Îmraliyê ser Neteweyên Yekbûyî (NY) ye û vê peywirê jî CPT pêk tîne. Yureklî diyar ku CPT peywira xwe pêk naîne û wiha got: “An ji ber berjewendiyên xwe an jî ji ber neçarê hikûmeta Tirkiyeyê ne an jî nikarin bi wan, li hemberî domandina tecrîdê pir lewaz tevdigerin, kêm dimînin.”
Parêzer Cengîz Yureklî diyar kir ku ew serlêdanên xwe yên Konseya Ewropayê (KE), û saziyên girêdayî konseyê didomînin. Yureklî da zanîn ku ji ber ev yek jî têr nake ew serlêdanên xwe ji saziyên cudatir jî dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev sazî ne alternatîfên hev û du ne. Danekirinên wan cuda bin jî heman peywirê pêk tînin. Di heman demê de rol û misyona wan heye ku dikarin hev û du têxin liv û tevgerê jî. An ku dema komîteyekî NY’ê got ‘êşkence heye, mafê mirovan tê binpêkirin’ CPT, KE an jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nikare bêalî bimîne. Ev yek dê rewabûna wan jî bide nîqaşkirin. Dê encamekî ku ‘karê xwe nakin, erkên xwe pêk naînin’ derkeve holê.”
Cengîz Yureklî serlêdana sala 2022’yan a li Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê hatiye kirin bi bîr xist û anî ziman ku tevî biryara “tevdîrê” ya komîteyê, Tirkiyeyê di demên derbasbûyî de tu gav neavêtine. Yureklî da zanîn ku serlêdana wan ji Raporvaniya Taybet a Îşkenceyê re kirine, rasterast têkildarî vê yekê ye û wiha pê de çû: “Biryara tevdîrê ya komîteyê biryareke pir cidî ye. Balê dikêşe ser her saniyeyên derbas dibin û dibin sedema zirarên pêşî lê nayên girtin. Me serlêdanên xwe ji raporvaniyên cudatir ên girêdayî konseyê jî kirin. Dê nava meha tîrmehê de rûniştinên diyarkirî yên Raporvaniya Taybet a Êşkenceyê ya NY’yê werin li dar xistin û dê Tirkiye jî wek perîyodîk were şopandin. Ev yek wek texmînî rastî perîyodên 5-6 salan tê. Dê binpêkirinên li Tirkiyeyê û çawaniya wan bi awayekî berfireh werin destgirtin.”
Ji sala 2016’an ve biryarên qedexekirina parêzeran heye
Prz. Yureklî ser serlêdana xwe ya ji raporvaniya têkildarî peywira parêzertiyê kar dikin re jî sekini û ev tişt gotin: “Li aliyekî li Îmraliyê tecrîdekî giran didin sepandin, li aliyê din ‘tecrîda hiqûqî’ ya em pênase dikin heye. Nahêlin parêzer tev li dosyeyê bibin, belgenameyên dozê parve nakin. Bi tu awayî agahiyan bi me re parve nakin. Lê belê qanûn vekirî ye, parêzer dikarin bi ser navên kesê mafê wî hatiye binpêkirin serlêdanê bikin û heman kes dikare parastina xwe bi riya parêzerê xwe an jî bi parêzerê xwe re jî bike. Lê belê ji sala 2016’an ve biryarên qedexekirina parêzeran hene û di bin navê cezayên disîplînê de astengkirina hevdîtinên bi malbatê re hene. Anku em qala biryarên dadgehê yên ku 10 salan têkiliyên muwekîlê me bi derve dibirin dikin. Di vê hêlê de girîng e ku em dosye nedana parêzeran, nedana belgeyan, agahî nestandinê dibin mekanîzmayên navneteweyî, lê belê mixabin ev yek jî tê astengkirin.”
Yureklî di civîna ÎHÎK’ê de daxuyaniya Wezaretê Edaletê Yilmaz Tûnç a ku tecrîdê red kiribû bi bîr xist, da zanîn ku tecrîd di vê astê de teşhîr bûye û ketiye rojeva hemû saziyên navneteweyî. Yureklî axaftina xwe wiha domand: “Tecrîda li Îmraliyê di hemû belgenameyên navneteweyî de bûye biryar û êdî di qonaxekî ku êdî nikarin bidomînin de ye. Bi tu awayî wek hiqûqî nikarin vê rewşê bidomînin. Wezîrê Edaletê tim daxuyaniya ‘Li Îmraliyê tecrîd nîn e’ dide û berovajî rastiyê daxuyanî dide. Ev yek sedema xwe ji teşhîrkirina tecrîda li Îmraliyê digire. Ev yek lûtkeya têkoşîna hiqûqî nîşan dide û dê encam jî bigire.
Rewşenbîrên Tirkiyeyê hîn tecrîd fêm nekirine
Yureklî bal kişand ser girîgiya têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê û wiha pê de çû: “Mafê her welatiyekî ye ku li dijî îşkenceyê bisekine, lê belê ev yek berpirsyariya parêzer, saziyên ji parastina mafên mirovan berpirsyar in e. Bi vî aliyê xwe ve divê Yekitiya Baroyan li dijî vê rewşê bêyî helwest nebe. Ev yek tê wateya bêdengiya li dijî tecrîdê û ji peywirên xwe dûr sekinînê. Bi vê yekê ez bi awayekî zelal bînim ziman, rewşa rewşenbîrên li Tirkiyeyê ya li hemberî tecrîda Îmraliyê, nayê fêmkirin. Niha nîqaşên Destûra Bingehîn tên kirin lê belê hebûna Îmraliyê tê wateya redkirina hemû saziyên nevneteweyî.”
Yureklî qala grevên birçîbûnê yên di sala 2019’an de bi daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê û pêkanîna hevdîtinê hatibû destpêkirin kir û wiha derbirî: “Wê deme Wezîrê Edaletê bi rayedarên CPT’ê re ji raya giştî re daxuyaniya ‘Li Îmraliyê tu astengiyên hiqûqî neman, astengiyên li pêşiya hevdîtinê hatine rakirin’ kiribû. Wê demê ji ber grevên birçîbûnê wan dabû zorê, vê daxuyaniyê dabûn. Dîsa di wê demê de hinek kesên rehetiya wan xira bûbû û ji wan re rewşenbîr tê gotin gotibûn ‘erkê bidin me, em bibin şopdarên pêvajoyê’. Lê belê em hêj jî nikarin tu agahiyên ji Îmraliyê bigirin û li hemberî me helwestekî bêyî liv û tevger heye. Lê belê dema têkoşîna li dijî tecrîdê wek hiqûqî, civakî û polîtîk domdar bû dê bandorê li van kesan jî bike. Û dê wê demê nikarin li ber vê têkoşînê bêdeng bimînin.”