Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Prof. Lemkow: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Prof. Loûîs Lemkow diyar kir ku rola Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd girîng e û wiha got: “Lewma divê Abdullah Ocalan azad bibe. Ew ji ber îdeolojî û daxwazên xwe hatiye mehkûmkirin. Ev jî nîşan dide ku ew girtiyekî siyasî ye. Lewma divê Abdullah Ocalan azad bibe.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nêzî 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê girtin û 40 meh in bi tu awayî agahî jê nayê wergirtin. Her tim di bin navê “cezayê dîsîplînê” de hevdîtina bi parêzeran û malbatê asteng dikin. Komîteya Pêşî Girtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî li hemberî bêhiqûqiya li Îmraliyê, bêdengiya xwe didomîne û bi vî rengî dibe hevkarê tecrîdê. Li dijî vê bêhiqûqiyê jî 10’ê cotmeha 2023’yan pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ hat destpêkirin. Hîn jî ji beşên civakî yên cuda, piştgirî ji vê pêngavê re tê.

Yek ji Civaknasên Zanîngeha Otonom a Barcelonayê Prof. Loûîs Lemkow têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo axivî. Prof. Lemkow diyar kir ku tecrîda Îmraliyê qet nayê qebûlkirin û wiha got: “Şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan, di aliyê hiqûqî de nayê şîrovekirin. Ev tecrîd bi tevahî zexteke siyasî ye û meseleyeke ku nayê qebûlkirin. Lewma şert û mercên ku Ocalan di nav de ye, di rojeva me de jî ye.”

Prof. Lemkow destnîşan kir ku hewl tê dayîn tecrîda Îmraliyê bê normalîzekirin û got ku pêkanînên li dijî Rêber Apo bi temamî polîtîk in. Prof. Lemkow diyar kir ku ew dixwazin bi destê daraz pirsgirêkên siyasî çareser bikin û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê weke formel demokrasî, lê di rastiyê de rejîmeke zextkar heye. Krîza mafên mirovan a li dijî Abdullah Ocalan jî, encama vê yekê ye. Li Tirkiyeyê demokrasî tê tunekirin. Di mafên esas û azadiyên sivîl de, kêmbûnek heye. Ev li Spanyayê diqewime. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, sîstema darazê tê bikaranîn. Ev ji bo me çavkaniyeke mezin a fikarê ye. Girtiyên me yên siyasî yên alîgirên serbixwebûnê ku ji bo serbixwebûna welatê Katalan kampanya dimeşandin, hebûn. Ji ber ku hikûmeta Katalan rêxistin dikirin, hatin girtin. Ji bo serbixwebûna Katalan, referandûmeke ‘derqanûnî’ li dar xistin û 12-13 sal cezayê girtîgehê lê hatin birîn. Ev bi rastî jî rewşeke nayê qebûlkirin.Yanî tişta ku ez dixwazim bêjim, tevgerên alîgirên serbixwebûnê her tim bi terorîzmê tên sûcdarkirin.”

Prof Lemkow bilêv kir ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, kesekî girîng e û wiha bi dawî kir: “Rola Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd girîng e. Ew aktorekî girîng e. Ez difikirim ku ew pir baş nûneriyê ji daxwazên kurdan re dike. Lewma divê Abdullah Ocalan azad bibe. Ew ji ber îdeolojî û daxwazên xwe hatiye mehkûmkirin. Ev jî nîşan dide ku ew girtiyekî siyasî ye. Lewma divê Ocalan azad bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar