Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê girtiyên siyasî yên nexweş terkî mirinê kirine. Ji ber ev pêkanîna dijmirovahî girtiyên nexweş yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Ji van girtiyan yek jê Yildirim Han e. Yildirim Han ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dihate girtin, di nava lîsteya girtiyên bi nexweş ên rewşa wan giran de cih digirt. Piştî ku rewşa wî ya tenduristiyê giran bû beriya 2 hefteyan sewqî Enqereyê kirin.Han ku tedawiya wî li Enqereyê dewam dikir, nîvê şevê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Han piştî kar û barê otopsiyê wê ber bi Colemêrgê ve bê şandin.