Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok tevlî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û derbarê pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, berxwedana gerîla, gel a li hemberî dagirkeran û planên dewleta tirk a dagirker li ser qirkirina gelê kurd tê meşandin nixandinên girîng kir. Hevpeyvîna bi Sabrî Ok re bi vî rengî ye:
39 meh in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Kes nizane bê li Îmraliyê rewş i ye, çi diqewime. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên gelê kurd jî dewam dikin. Hûn hem bexwedan û têkoşîna li Îmraliyê hem jî çalakiyên gelê kurd û dostan çawa dinirxînin?
Rojeva me ya bingehîn rewşa Rêber Apo ye. Ne tenê tevger û rêveberî, gelê me û dostên me jî divê her roj rewşa Rêber Apo ji xwe re bikin rojeva bingehîn, empatiyê bikin, rastî çi ye, wezîfe û berpirsyarî çi ye, çi dikare bê kirin; van meseleyan nîqaş bikin. Ev yek wezîfeyeke exlaqî, siyasî û mirovî ye. Rêber Apo dibêje jiyan, tenduristî û mirina min çawa dibe bila bibe sedema wê siyasî ye. 26 sal in Rêber Apo li Îmraliyê dîlgirtî ye, 39 meh in jî bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. 24 saetan bi kamerayê li Rêber Apo temaşe dikin. Lİ ser milê Rêber Apo barekî giran û dîrokî heye. Em texmîn dikin bê di bin zexteke çawa de ye. Zext û berxwedaneke gelekî mezin li Îmraliyê heye. Şerê esasî li Îmraliyê diqewime. Dewleta tirk Îmraliyê weke herêmeke bê tasfiyekirin dinirxîne. Dewleta tirk, Erdogan û Bahçelî li dijî gelê kurd şerê qirkirinê dimeşînin. Eger îro li Îmraliyê jiyan hinekî normal bûya, Rêber Apo karîbûya jiyaneke asayî bijiya, dewleta tirk li pêşberî rastiya Rêbertî bi hurmet bûya, qebûl bikira vê rewşê jî wê bandoreke erênî li Tirkiyeyê bikira. Ev yek tiştekî nepixandî nîne.
Dilê civaka Tirkiyeyê, gelê kurd li Îmraliyê lê dide. Kes nikare berevajî vê yekê ispat bike. Ji ber vê jî paşeroj, demokratîkbûna Tirkiyeyê, azadiya gelê kurd ji sedî sed bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Lewma misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berpirsyariya her kesî ye. Di serî de gelê me û em, her wiha hêzên şoreşger, her kesên xwedî nirxên mirovahiyê ne berpirsyar in. Ji ber vê jî kampanya ku beriya 8 mehan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate destpêkirin li her devera cîhanê piştgirî wergirt. Ev gelekî bi wate ye. Kampanya hîn jî dewam dike. Ji bo fêhmkirina paradîgmaya Rêber Apo akademîsyen, hêzên şoreşger, ciwan parêznameyan dixwînin û nîqaşan dikin. Li dijî modernîteya kapîtalîst paradîgmaya Rêbertî ji bo her kesî dibe nefesek. Bêguman kampanya gihîştiye astekê lê belê divê em ti carî têrker nebînin. Kampanya divê her roj bi sînerjiyeke nû dewam bike û her kes xwe li pêşberî vê kampanyayê berpirsyar bibîne. Her Kurdek û mirovekî xwedî nirxên mirovahiyê ye divê ji xwe bipirse ku ji bo vê kampanyayê çi kiriye. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nebe divê kes nebêje me gelekî kar kir, bi ser ket û êdî bêhn dikare bê ber me.
Yek ji armancên me yên bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Tecrîd ji xwe li dijî mirovahiyê ye, normal divê malbat, parêzer karibin serdanê bikin. Lê belê armanca me ya esasî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Bêguman ji bo vê têkoşînek tê meşandin lê belê divê hîn berfireh û xurt be. Çawa ku li tevahiya cîhanê mirov xwedî li Mandela derketin, bi heman rengî divê em xwedî li Rêbertî derkevin. Ne tenê gelê kurd dostên me kampanya dan destpêkirin; ev gelekî girîng e. Hêzên demokrasiyê, dostên me, hêzên sosyalîst, tevgerên jin û ciwanan divê vê kampanyayê bigihînin civakên xwe. Ne tenê tevlîbûna hin dostan bi tevlîkirina tevahiya civakê divê ev kampanya bê meşandin. Di vê mijarê de nîqaş hene, plansazî hene. Rojava ji bo vê kampanyayê li ser piyan e. Em hurmetê nîşanî karên li Bakur û Tirkiyeyê didin, têkoşînek tê meşandin lê belê têrker nîne. Bi taybetî gelê me yê li Bakur, hêzên demokrasiyê, hêzên sosyalîst, tevgerên Kurdan bila ji xwe bipirsin; gelo li holê tiştekî hiqûqî, qanûnî, exlaqî heye? Ev bi xwe sedemeke ku tiştek bê kirin.
Têkoşîna ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Bakur û Tirkiyeyê tê kirin em kêm dibînin. Divê civak rehet nebe, divê empatiyê bike. Rêber Apo gelê kurd ji gorê rizgar kir, ku bi saxî hatibû veşartin. Gelê kurd bû xwedî têkoşîn, îrade û nirxan. Rêbertî gel gihand vê astê. Divê gelê kurd, dost, hêzên demokrasî û azadiyê bibêjin ku li holê neheqiyek heye. Di şexsê Rêber Apo de paşeroja civakê tê tinekirin. Lewma gelo ji her demê bêhtir pêwîstî bi têkoşîneke girseyî û hîn mezintir nîne? Ev yek pîvaneke mirovî ye. Weke min got, heta astekê kar heye, lê belê li Îmraliyê zext û êşkence dewam dike Lewma divê rabe ser piyan û têkoşînê dewam bike. Ji aliyê hiqûqî ve jî divê têkoşîn bê mezinkirin. Mînak li Tirkiyeyê bi hezaran parêzeran pirsgirêk xistin rojevê. Ev gelekî gigrîng e. Divê ji civakê re qala derewên dewleta tirk û rûyê rast ê Erdogan bê kirin.
Dihate gotin, dewleta tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê xwedî planên êrişên mezin bû. Ji bo vê jî di navbera Iraqê û dewleta tirk de gelek hevdîtin hatin kirin. Encamên çawa ji van hevdîtinan derkete holê û şerê navbera dewleta tirk û gerîla niha di kîjan astê de ye?
Hem li Herêmên Parastinê yên Medyayê hem jî li Îmraliyê şerekî gelekî giran diqewime. Ya rast li Tirkiyeyê jî şerekî giran heye. Li Tirkiyeyê gelo kes dikare bi rehetî hilmekê bistîne? Ev jî şerekî psîkolojîk, aborî û siyasî ye. Dewleta tirk stratejiyek amade kir. Got, di mehên havînê de wê Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike û gerîla tine bike, bi vî rengî bi ser bikeve. Vî şerî destpê kir. Ji 16’ê Nîsanê û vir ve şerekî giran heye. Gelê kurd û hêzên demokrasiyê vê yekê baş fêhm nakin. Carna mîna ku 2 cîhan hene. Li aliyekî li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî mezin tê meşandin, li aliyê din jî her kes bi pirsgirêkên xwe ve mijûl in. Welê nabe. Eger dewleta tirk li hemberî gerîla encamê bi dest bixe divê bê zanîn ku li Bakur û li Tirkiyeyê wê bêhn li mirovan biçike. Ji ber vê jî dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrişî gerîla dike. Eger hîn jî nekariye encamê bi dest bixe ev yek bi saya berxweedana gerîla ye. Li Zap, Metîna, Xakurkê, Garê û tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tecrûbeya bi salan û ruhê fedaî berxwedan tê kirin. Kes nikare li hemberî vê îradeyê bisekine.
Dewleta tirk ku artêşa duyemîn a herî xurt a NATO’yê ye, çi dike bila bike kes hesab jê napirse. Ew jî pir bê exlaq iln, NATO jî piştgiriyê dide wan. Tevî van hemûyan jî li hemberî gerîla nikarin encamê werbigirin. Divê gelê kurd bi vê zanibe û jê hêzê werbigire. Hîn di destpêka mehên biharê de heyeta tirk bi dewleta Iraqê re timî hevdîtin dikir. Pêşniyar li Iraqê û PDK’ê kir ku bi hev re li dijî PKK’ê şer bikin. Kêm zêde em zanin bê di hevdîtinan de li ser çi axivîn, encameke çawa bi dest xistin. Dixwazim çend tiştan ji dewleta Iraqê re bibêjim; Dewleta Iraqê zane, ji dema Saddam û vir ve zêdeyî 40 sal in PKK li çiyayên Kurdistanê ye. PKK’ê ti carî zerar neda civaka Iraqê, neda gelê Başûr, neda gelê kurd û dewleta Iraqê. Berevajî vê yekê PKK’ê her tim kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan, gel û civakên din hemû parast. Tevî vê jî dewleta Iraqê rabû PKK weke rêxistineke qedexekirî ragihand ku ev yek tiştekî şerm e. Em zanin bê ev tê çi wateyê. Ev rewş ne tenê daxuyaniyek e. Ev biryar rast nîne û divê dewleta Iraqê vê biryara şaş tavilê jinûve binirxîne û sererast bike.
PKK’ê beriya niha bi çend salan li dijî DAIŞ’ê paşeroja Iraqê, Kurdan, Suryaniyan, Êzidiyan û Ereban rizgar kir. Şerekî fedaî kir, xwe ispat kir. Li şûna ku hurmetê nîşanî tevgereke bi vî rengî bide, li şûna ku dostanî û tifaqê pê re çêbike, wergirtina biryareke bi vî rengî neheqî ye. Dewleta Iraqê dibêje dewleteke serbixwe ye, madem welê ye çawa dibe ku dewleta tirk bi sedan kîlometreyî dide nava xaka wê, dagir dike, li dehan deveran baregehan ava dike, bi hezaran leşkerên xwe lê bi cih dike? Ev êdî desteserkirin e, tu êdî dewleteke serbixwe nîne. Ev çawa dibe? Tu ne mafê xwe yê li hiqûqa navneteweyî bi kar tîne, ne şermezar dike, ne hesab dipirse? Her wiha li pêşiya civakê dibe asteng ku nerazîbûnê nîşan nede. Tu nerazîbûna Ereban, gelê kurd asteng dike. Tu nahêle ku çapemenî li hemberî dewleta tirk tiştekî bibêje. Rastiya dewleteke ku ji xwe re dibêje serbixwe ye bi vî rengî ye.
Dewleta Sûriyeyê, Beşar Esad 13 sal in di nava şerekî giran de ye. Sûriye hate talankirin, DAÎŞ, dewleta tirk û gelek çeteyan dagir kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveberiyeke xweser heye û dixwaze pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bike lê belê dewleta tirk xaka Sûriyeyê dagir kiriye. Di heman demê de li ser xaka Sûriyeyê sîstema xwe ya rêveberiyê dimeşîne, desteser kiriye, weke parçeyek ji xwe dibîne. Bi hezaran çete li wir bi cih kiriye. Tevî van hemûyan jî dewleta Sûriyeyê bersiveke bi vî rengî dide daxwaza hevdîtinê ya dewleta tirk; heta ku dewleta tirk a ku xaka me dagir kiriye xaka me neterikîne, heta ku hêzên xwe venekişîne em ê ti hevdîtinê pê re nekin. Bi rastî jî mirov hurmetê nîşan dide. Helwesteke bi pîvan nîşan dide, weke dewletê dibêje ew ê bi kesê ku xaka wan dagir kiriye hevdîtinê nekin.
Em li bendê bûn ku Iraq jî sekneke bi vî rengî nîşan bide. Carna bi helwesteke şermok dibêjin ji xaka me biçin lê belê di heman demê de bi dehan hevdîtinan dikin. Ev rast nîne. Divê dewleta Iraqê zanibe, bila guh nede gefên Erdogan, Erdogan ne weke 20 sal, 10 sal, her wiha ne weke 4 sal berê ye. Di nava civakê de hêza xwe nemaye. Tenê hêza burokrasî û dewletê di destê wî de maye. Wê her tim li ser desthilatdariyê nemîne. Divê dewleta Iraqê hîn stratejîk bifikire, berfireh bifikire, li gorî wê siyasetê bike. Weke tevger em dixwazin ev neheqî ji holê bê rakirin, têkiliyên dostane yên gelê kurd û tevgera me bi civaka Ereb û dewleta Iraqê re bêne pêşvebirin. Ji ber ku ti carî zerar ji me nedîtin.
Divê careke din bên ser xeta rast. Bêguman hinek hene ku hewl didin navbera Iraqê û dewleta tirk çêbikin, dixwazin li hemberî PKK’ê helwestê nîşan bidin, ku vê yekê ji xwe re weke wezîfeyê dibînin. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn serkêşiyê ji vê re dike. Hewl dide ku Bexda û Enqere li hev bikin. Her wiha li Parlamenta Iraqê jî hinek hene ku dikevin xefika dewleta tirk. Mînak Serokê Meclîsa Iraqê, Wezîrê Parastinê. Van şermezar dikim. Divê gelê me zanibe ku gelek pirsgirêk ji ber van kesan e. Bêguman pêvajo dewam dike. Dewleta tirk hîn encam wernegirtiye, niha di patînajê de ye. Em zanin ku wê li dijî me hemû hêza xwe bi kar bîne. Em jî ji hêz, tecrûbe û teknîka xwe baawer dikin, xwe bi ruhê fedaî amade dikin.
Li Tirkiyeyê siyaset dikele. Her kes bîra hevdû dikole. Faşîzma AKP-MHP’ê car din dixwaze bi qeyûman îradeya gelê kurd desteser bike. Li aliyê din desthilatdarî rojevên sixte diafirîne, muxalefeta Tirkiyeyê jî xwe bi vê yekê mijûl dike. Ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên rast, dibin asteng. Li hemberî rewşeke bi vî rengî hêzên demokrasî û şoreşger ên Tirkiyeyê divê helwesteke çawa raber bikin?
Her tiştê dewleta tirk, bi taybetî her tiştê Erdogan-Bahçelî li ser sixtekariyê ye. Ti nirxê wan nîne. Rojeveke sixte ya bi gotina ‘normalbûn’ afirand. Ez ji navê wê jî nerehet dibim. Çima? Ji ber ku tu hebûna gelê kurd, nasname û zimanê wê qebûl nakî, red dikî. Gelê kurd divê vê yekê nîqaş neke, normalbûna çi. Rewşa Rêber Apo û şerê tê meşandin, li holê ye. Dixwazin bi rojevên sixte yên bi vî rengî, her kesê mijûl bikin. Erdogan di desthilatdariya xwe ya 22 salan de, ti carî mîna roja îro lewaz û bêçare nebûye. Di nava xwe de rû bi rûyê gelek pirsgirêkan in, ji her alî ve ketiye nava pîsatiyê. Ew bi xwe jî dibêjin ku divê baldar bin. Herhal civakê mîna pez dihesibînin. Êdî çavê civakê jî vebûye. Lewma nerazîbûn nîşan didin. Lê afirandina rojevê, tiştekî din e. Mesele; 2 tişt hene. Pirsgirêkên giran ên Tirkiyeyê hene. Yan wê hin kes hebin ku siberoja Tirkiyeyê bifikirin, xwe berpirsyar bibînin û çareseriyên mirovî û demokratîk biafirînin. Yan jî wê hin kes hebin ku van pirsgirêkan hîn mezintir bikin û zextê pêk bînin. Niha AKP-MHP vê yekê dike.
Qeyûm jî bi vê yekê re peywendîdar e. Mesele li Herêmên Parastinê yên Medyayê, şer heye. Li hemberî Rêber Apo êşkence heye, lê li aliyê din wê bêjin bi rengekî normal çima şaredarî bi dest xistin? Na, zihniyeta faşîzmê vê yekê qebûl nake. Em jî, hêzên demokrasiyê û gelê kurd jî divê xwe bi vê zanebûnê rêxistin bikin, çalakî bikin û bibin bersiv. Bila bizanibin ku dem ji bo me pir bi qîmet e. Her roja ku derbas dibe li dijî Erdogan derbas dibe, rewşa wî nebaşe. Lewma li dijî qeyûman berxwedana li Wan û Colemêrgê pir pir girîng e. Hêzên demokrasiyê, sosyalîst, jin, ciwan û tevahiya Tirkiyeyê, hemû gelê kurd bi hev re tevdigerin. Mirov li hemberî vê yekê bi kelecan dibe. Ez derketina holê ya îradeyeke bi vî rengî û bi hev re tevgerkirinê, girîng dibînin û bi kelecan dibim. Divê di vê yekê de jî israr bê kirin. Lewma berxwedana Wanê pir baş û serketî bû. Li Colemêrgê gel li berxwe dide, divê di berxwedanê de israr bike. Tifaqa gelê kurd û hêzên demokrasiyê pir girîng e. Her rêxistineke demokratîk a Tirkiyeyê, divê li aliyê têkoşîna gelê kurd cih bigire, gelê kurd jî divê li aliyê hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê cih bigire. Jixwe dewleta tirk ji vê tifaqê ditirse.
Li Kurdistanê li dijî gelê kurd, zext û xespa qeyûm heye, lê li aliyê Tirkiyeyê jî birçîtî heye. Mirov xwe dikujin. Kesên bêkar, nikarin jiyana xwe bidomînin. Li dijî vê rewşê divê hêzên demokrasiyê, DEM Partî bi hev re mîtîngan lidar bixin, çalakiyan bikin, pirsgirêkên ekonomîk û siyasî yên civakê di meclîsê de bînin ziman, divê bi mîtîng û çalakiyan bînin ziman. Divê siyaseteke giştî bimeşînin. Eger bi vî rengî bikin pêşiya tifaqê vekirî ye, wê hîn mezintir bibe. Divê têkoşîn lewaz nebe, divê bê gotin ku ‘divê em li hemberî dewleta tirk encam werbigirin’, eger di têkoşînê de israr bê kirin, wê encam jî bê wergirtin. Lê ne bi rengekî pasîf, yanî ne tenê bi çalakiya rûniştinê û gotina stranan. Divê hîn bi rêxistintir û radîkaltir tevger bê kirin. Erdogan piştî hilbijartinê lewaz bû, îradeya wî şikest. Dixwaze rojevê nerm bike, bi CHP’ê re hevdîtinê dike û dixwaze rojevên sixte biafirîne. Ev jî nîşan dide ku ew çawa lewaz bûye.
Erdogan ev demeke gotineke wiha bi kar tîne; ‘em destûr nadin ku li sînorê me terorîstan bê avakirin’. Meseleya gotina Erdogan a ‘terorîstan’ çi ye?
Di serî de gelê kurd û civaka Tirkiyeyê, hemû cîhan dizane ku terorîstê herî mezin ê paşeroj û siberojê Erdogan e. Dijminahiya wî ya li hemberî gelê kurd li holê ye. Şev û roj terorîst û terorîst. Terorîstê herî mezin ew bi xwe ye. Kurdên li Japonyayê bi rengekî guncaw li gorî qanûna Japon dixwazin zimanê xwe fêr bibin. Erdogan ji bo vê yekê jî qiyamet rakir, got; way kurd çawa li Japonyayê tişteke bi vî rengî dikin. Divê her kurd vê peyamê bigirin. Divê PDK jî vê peyamê bigire. Erdogan dijminê gelê kurd e. Rêber Apo dibêje ku ‘dema we kelemçe li ziman xist, hûn hingê kelemçeyê li dil, mejî û siberoja mirov jî dixin’. Kelemçe li zimanê gelê kurd xistine û dibêjin ‘hûn naaxivin, nabe ku zimanê xwe fêr bibin’. Gelo ma terorîzma herî mezin ne ev e? Gelekî weke terorîst pênase dike. Divê bê bîra we, di referandûma Başûr de Erdogan bi gotina ‘me artêşa xwe aniye ser sînor, eger hûn gavekî paşde neavêjin çi pêwîst be em ê bikin’ gef xwaribûn. Barzaniyan sankî ev jibîr kirin, yan jî ji bo berjewendiyên xwe avêtin aliyekî. Lê rastî ev e; kurd li fezayê jî bin, ew naxwazin kurd xwedî ti tiştî bin.
Hemû cîhan şahid e ku gelên kurd, Ereb û Xirîstiyan li Rojava çawa li dijî DAÎŞ’ê têkoşîn meşandin. Zêdeyî 20 hezar şehîd hatin dayîn. Yê ku DAÎŞ ji Mûsilê derxistî û berê wî dayî Kobanê, Erdogan bû. DAÎŞ’iyên girtî jî vê yekê qebûl dikin. Belgeyên wan hene. Yê ku piştgirî dayî DAÎŞ’ê, xwedî lê derketî, bi hêz û fînanse kirî Erdogan bû. Wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartin bên kirin, şaredarî hene, hûn qebûl bikin jî, qebûl nekin jî bi milyonan mirov li wê herêmê dijîn. Van mirovan berê jî hilbijartin dikirin, gelo çima dema niha dikin dibin terorîstan? Bila kurd vê yekê bizanin ku; ev dijminahiya li hemberî Kurdan e. Bila gelê kurd, civaka Tirkiyeyê û civaka Ereb bizanin; ev xwe weke xelîfeyê 5’emîn dibîne, dixwaze Lîbya, Iraq û her derê dagir bike.
Her tim di çapemeniyê de tê gotin ku serokê berê yê Ocaxên Ulku Sînan Ateş li Enqereyê hatiye kuştin. Hevsera wî jî ji bo doza xwe partî bi partî digere, bi Ozel û herî dawî jî bi Erdogan re hevdîtin kiriye. Dijminatiya Erdogan a li dijî Kurdan di vir de jî tê dîtin. Li Kurdistanê 17 hezar cînayetên ku faîlên wan nediyar, hatin kirin û kurd hatin qetilkirin. Dayik û bav bi salan e her şemî di destê wan de wêneyên zarokên xwe çalakî dikin. Hin dayik û bav, beriya gorên zarokên xwe bibînin, jiyana xwe ji dest dan. Doza wan ne nebû rojeva kesî. Medet Serhat parêzer bû; Li nava Stenbolê hat qetilkirin, kê qala wî kir? Kê behsa Mûsa Anter kir? Tahîr Elçî li ber kamerayan di weşana zindî de hat şehîd kirin; Çend roj berê fail beraat kir, kê behsa wê kir? 7 endamên malbata Dedeogullari yên li Konyayê hatin kuştin, qet neketin rojevê. Ma qey ev ne mirov bûn? Ez vê yekê ji bo CHP’ê jî dibêjim. Mîna Savaş Bûldan û Behçet Cantûrk bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Li Tirkiyeyê hiqûq ji bo gelê kurd nîne. Gelo ya li dijî Rêber Apo hat kirin hiqûqî ye, qetilkirina 17 hezar mirovan hiqûqî ye? Duh HPG’ê ragihand; Tenê di rojekê de 30 herêmên ku Qendîl jî di nav de ye hate bombekirin, 24 saetan çekên qedexekirî û kîmyewî tên bikar anîn. Ma qey ev hiqûqî ye?
Ne tenê gelê kurd, divê mirovên xwedî wijdan, demokrat û heta azadîxwaz vê dualiyê û dijminatiya Erdogan û Bahçelî ya li dijî Kurdan bibînin. Hestiyên zarokê dayê Halîse di kîsekê de bi rêya postayê şandin malê. Dîsa, hestiyên zarokê bavekî jî di kîsikê de hate dayîn, derûniya mirovekî çawa dikare xwe li vê rabigire bila bifikirin. Bi vî rengî dijminatiyê li Kurdan dikin. Dîsa lêgerîna edaletê ya dayika Emîne Şenyaşar didome. Bi kurtasî yê ku her tiştî terorîze dike û li ser kaos û krîzan xwe xwedî dike Erdogan, dewleta tirk û AKP’ê ye. Dibêjin ‘em qebûl nakin ku terorîstan ava bibe’ lê dixwaze çeteîstanê ava bikin. Ne dewleta Sûriyeyê û ne jî gelê Rojava wan nas nake û qebûl nake. Gelê kurd wê li dijî hemû êrîşên hikûmeta AKP’ê bi her awayî berxwedana xwe bidomîne.
Di hilbijartinên Ewropayê de rastgiran dengekî bilind girtin. Li gorî we sedem çi ye ku rastgirên radîkal dengekî zêde girtin? Ev rewş wê bandoreke çawa li siyaseta Tirkiyeyê bike?
Li Ewropayê jî demareke neteweperest heye. Beriya niha di navbera Elmanya, Fransa, Îngilistan û Îtalyayê de şer derketin. DAIŞ û El Qaîdeyê heyamekê li Ewropayê hin çalakî pêk anîn û hin kesan jiyana xwe ji dest dan ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn. Civaka Ewropayê digot ku ev ji Rojhilata Navîn û Efrîqayê tên û bertekên xwe nîşan dida. Li gorî vê yekê sedemeke wê ev e. Sedemeke din jî şerê Ûkrayna û Rûsyayê ye. Ger îro Rûsya Ûkraynayê dagir bike, Ewropa li rex e û civaka Ewropayê dibêjin ku çima rê li ber Rûsyayê nayê girtin. Ji ber vê yekê jî berê xwe dan rastgiran. Lê belê herî zêde nerazîbûnên xwe di mijara koçberiyê de nîşan dan. Ev mijar Tirkiyeyê jî eleqedar dike. Bi milyonan însanan ji Iraq û Sûriyeyê berê xwe dan Tirkiyeyê. Erdogan jî bi zanebûn derî vekirin. Ji ber ku xwest ku vê yekê ji bo xwe weke bazirganiyekê bi kar bîne. Demekê beriya niha civîna G7’ê hate lidarxistin. Bi qasî ku ez dizanim dewleta tirk ev 5,6 sal in tevlî vê civînê nabe. Îsal tevlî bû. Li ser penaberan bazarek kirin û ji Erdogan re gotin ku em ê e qas pere bidin te û tu jî deriyan veneke ku penaber neyên Ewropayê.
Çend rojan beriya niha li Îtalyayê keştiyek noqî avê bû û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev yek bi zanebûnî tê kirin. Di dema xwe de midaxileyî lê nakin û dixwazin penaber bitirsin û bibêjin ku jixwe em nagihîjin armanca xwe û di behran de dixeniqin. Rewşa aboriyê ya Tirkiyeyê li ber çavan e, pêdiviya wan bi pere û sermayeyê heye û ji ber vê yekê pereyan didin Tirkiyeyê û Tirkiye jî vê yekê qebûl dike. Kî dibe bila bibe, însan ji ber şer û hejariyê neçar mane ku xakên xwe biterikînin, lê belê bi awayekî baş li nêzî wan însanan nabin û li ser wan bazirganiyan dikin. Ev yek bêexlaqî ye. Ewropaya ku qala mafên mirovan dike, vê yekê dike û li gel Tirkiyeyê dike. Her tiştî hemû nirxên mirovahiyê binpê dikin. Li gorî min li Ewropayê rastgir ji ber vê yekê di hilbijartinan de bi ser ketin.
29’ê Hezîranê salvegera darvekirina Şêx Seîd e û 30’yê hezîranê jî salvegera çalakiya fedaî ya Şehîd Zîlan e. Têkildarî van her du salvegeran peyama we çi ye?
Di destpêkê de dixwazim bibêjim ku her roj şehîdên me çêdibin û ez hemû şehîdên me bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Her wiha ez Şêx Seîdê ku di dilê gelê kurd de xwedî cihekî girîng e, bi rêzdarî bi bîr tînim. Em şopdarên wan in. Çanda PKK’ê çawa derket holê? Bo nimûne ger Mazlûm, Kemal, Xeyrî û Ferhatên li zîndanan de nebûna, çandeke wiha jî nedibû. Ger Egîd nebûna û di pêvajoya komloyê de bi dehan hevrêyên ku bedena xwe dan ber agir nebûna û Zîlana çalakiya fedaî pêk anî nebûna wê çanda PKK’ê çawa pêk bihata? Van hemûyan çanda PKK’ê ava kirin. Hemû rastî û dîroka PKK’ê ne. Erka me jî ew e ku em li ser xeta van hevrêyan bin û xwedî li van nirxan derbikevin. Bi vê wesîleyê ez careke din hemû şehîdên me bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan bi rêzdarî ditewînim. Gel û Tevgera me, PKK û KCK hêza xwe ji vir distînin. Tevî her tiştî jî têkoşîn berdewam dike. Em bawer dikin ku wê serkeftin jî were bidestxistin.
Şêx Seîd û Seyîd Riza îdam kirin û kes nizane bê ka gorên wan li ku derê ne. Helbet ev yek polîtîkayeke dewleta tirk e. Bi vê polîtîkayê dixwazin ku bîra dîrokî ya gelê kurd bidin jibîrkirin û tune bikin. Îro bi hezaran şehîdên PKK’ê hene, nasname û cihên wan diyar in. Beriya niha li Bakur, Başûr û Rojava bi hezeran însanan seredana goristanan kirin. Dema ku Şêx Seîd hate îdamkirin derfetên bi vî rengî nebûn yanî îdam kirin û tu kes nizane bê ka gora wî li ku ye. PKK li vir jî ji bo dîrokê bû bersiv. Şêx Seîd ne tenê ji ber kesayeta xwe ya olî hate îdamkirin. Kesekî zana bû û 5 ziman dizanî. Alî Rizayê kurê Şêx Seîd jî gotibû, ‘Hişmendiya bavê min a neteweyî zêdetir bû.’ Hemû hewlên me ji bo pêkanîna xeyalên wan in. Rêber Apo jî got.’ Yên nîvco mayîn, ez ê temam bikim û ez ê serkeftinê bi dest bixim.’ Em ê jî wê bi vê berpirsiyarî eşq û kelecanê her tim ya ku dikeve ser milên me bi cih bînin. Em ê hewl bidin ku layîqî şehîd û nirxên gelê kurd bibin.