Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

HPG: 3 mobese, projektor û çeperek hatin îmhakirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zap, Metîna û Heftanînê gelek çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 3 kamerayên mobeseyê, projektor û çeperek hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa tirk a dagirker de ev agahî parve kir:

“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

20’ê hezîranê saet 10:15’an dagirkerên li Herêma Berxwedanê ya Girê FM dema hewl didan ber bi tunelên şer ve bi pêş ve biçin, bi taktîkên sabotajê hatin hedefgirtin. Di vê çalakiyê de kamerayek mobese û projektorek hatin îmhakirin û tevgera dagirkeran hat rawestandin.

20’ê hezîranê saet 16:00 dagirkerên li Herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk hedef hatin girtin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye kirin.

20’ê hezîranê saet 17:30’î dagirkerên li Herêma Berxwedanê ya Girê Cûdiyê dema hewl didan ber bi tunelên şer ve bi pêş ve biçin bi çekên nîv otomatîk hedef hatin girtin û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye kirin.

20’ê hezîranê saet 16:00 dagirkerên li Herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otamatîk hedef hatin girtin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye kirin.

21’ê hezîranê saet 03.00’an li Herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayek mobese ya dagirkeran bi taktîka sûîqestê hedef hat girtin û îmhakirin.

20’ê hezîranê saet 10:46’an dagirkerên li Herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatik hedef hatine girtin û lêxistin. Di vê çalakiyê de çeperek hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye kirin.

20’ê hezîranê saet 14.00’an li Herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayek mobese ya dagirkeran bi taktîka sûîqestê hedef hatiye girtin û îmhakirin.

20’ê hezîranê saet 17:30 û 21’ê Hezîranê saet 01:30’an dagirkerên li Herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk hedef hatine girtin.

Herêma Heftanînê;

19’ê hezîranê saet 15:00 dagirkerên li herêma Girê Dûpişkê bûn hedef û bi çekên giran derb li wan hate xistin

Herêma Metîna;

19’ê hezîranê saet 18:00 dagirkerên li Herêma Berxwedanê ya Serê Metîna bi çekên nîv otomatîk hedef hatine girtin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye kirin.

20’ê hezîranê saet 18:30 dagirkerên li Herêma Berxwedanê ya Dergelê bi çekên giran hatin hedef girtin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye kirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

20’ê hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hat bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;

19, 20 û 21’ê hezîranê, Herêmên Şehîd Cihan, Sîlê yên herêma Qendîlê 4 caran, Herêma Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê carek, qadên Girê Zengil, Gûzê, Sêser, Zêvkê yên herêma Garê 5 caran, Serê Metîna, Bêşîlî, Qada Berxwedanê ya Dergelê ya herêma Metînayê 3 caran, herêma Lolan, Berbizina, Girê Şehîd Hawar ên herêma Xakurkê 3 caran, bi giştî 16 caran ji aliyê balafirên şer ve hatine bombekirin.

20’ê hezîranê Qada Berxwedanê ya Serê Metîna ya Herêma Metîna bi helîkopterên êrîşê hat bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar