Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Rêya serkeftinê, azadiya Ocalan e

Gotinek meşhûr heye: ‘Ji bo ku mirov tiştekî winda bibîne divê mirov li cihê lê hatiye windakirin bigere’.

Di têkoşîna azadiyê de gelê kurd darbeya herî mezin bi dîlgirtina Rêberê xwe Abdullah Ocalan xwar. Lê pirtûka azadiya gelê kurd û Rojhilata Navîn jî li Îmraliyê hate nivîsandin. Ocalan ji roja ku hatiye dîlgirtin heta niha bi tu awayî xebat û hewldanên xwe yên ji bo azadiya gelê kurd û gelên bindest kêm nekirin û berevajî vê yekê li Îmraliyê bi dehan pirtûk nivîsandin, bi hezaran hevdîtin bi parêzerên xwe re kirin. Ji bo ku çareserî pêk bê jî di serdema muzekereyan de bi heyetên dewlet û HDP’ê re jî bi dehan hevdîtin pêk anîn.

Lê dîsa jî dîlgirtina Ocalan a li wê giravê windahiyek mezin bû ji bo gelê kurd. Wekî windakirinek mezin dîtin, lewre ji gelê kurd bi hezaran ciwan, jin û kalan bê ku bikevin dudiliyê li hemberî Komploya Navneteweyî xwe kirin xelekek ji agir.

Ji Sibata 1999’ê heta niha hema bêje hemû deman dewletê şert û mercên Ocalan ên esaretê ji xwe re kirin mijara bazarek qirêj li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê.

Lê binêrin! Darbe li Tirkiyeyê çêdibe û hedefa yekemîn a darbekaran Ocalan e. Hilbijartin çêdibe lê dîsa hedefa yekemîn a wan Ocalan û Îmralî ye.

Me kurdan bi dîlgirtina Ocalan winda kir, em ê bi azadiya wî qezenc bikin.

Heke hûn bawer nekin, li wan demên ku tecrîd tê nermkirin û dengê wî digiheje gelê kurd binêrin. Dema deng ji Ocalan tê kurd qezenc dikin, Kurdistan qezenc dike û Tirkiye qezenc dike. Dema dengê Ocalan digihije derve her kes li şûna mirinê, behsa jiyanê dikin.

Rêber Ocalan dixwaze birînên gelan derman bike. Hemû derdê wî ew e ku tehma azadiyê bikeve devê gelan, da ku ew bikarin hesabê ji desthilatdarên zalim bipirsin.

Lê yên ku dixwazin jehra penceşêrê berdin ser birînên gelan, niha dîwaran li dora fikr û ramanên Ocalan dirêsin. Ew dixwazin birînan mezin bikin û pişt re jî wan civakên birîndar bi mirinê razî bikin. Ji bo pêşerojekê li ser înkarê ava bikin, bi peydakirina derewên nû re mijûl in.

Dema mirov li daxuyanî û nûçeyên derdorên hikûmetê yên der barê Îmraliyê de dinêre, rewş li wir gelek xeternak e. Divê neyê jibîrkirin ku yê tecrîdê kûr dike û nahêle kes xwe bigihîne Ocalan jî Erdaogan bi xwe ye. Tu kes nizane li Îmraliyê çi dibe. Pirsgirêkên tendurisyê yên rêzdar Ocalan cîddî ne.Dema şikandina wê tecrîdê ji mêj ve hatiye û derbas bûye.

Êdî dem hatiye ku gelê kurd bi hemû hêza xwe hewl bide rewşa Îmraliyê zelal bike û ji tecrîd û dîlgirtina Ocalan re jî bi rastî bêje ‘bes e’.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar