Dewleta tirk a dagirker li ser gelên Kurdistanê qirkirina çandî û fîzîkî dimeşîne. Bi taybetî jî li ser gelê kurd dimeşîne û heta niha bêhejmar komkujiyên dermirovah li ser kurdan meşandin. Li dijî polîtîkayên şer ê taybet a ku li hemberî bişaftina ziman tê meşandin kar û xebatên ku tên kirin didomin. Li dijî tunehesibandin û windakirina ziman sazî û dezgehên ziman xebatên taybet didin meşandin. Yek jî wan Tora Xebatên Kurdî li Stenbolê xebatê dimeşîne. Ev xebat ji hêla 4 saziyan ve tê meşandin. Ev xebat nû dest pê kir.
Derbarê xebatên torê de Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurd Remziye Alparslan ji ajansa me re axivî. Remziye, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser avakirina torê: “Tora Xebatên Kurdî ji hêla 4 saziyan ve tê meşandin. Komeleya Lêkolînên Kurd, Weqfa Mezopotamyayê, Weqfa Îsmaîl Beşîkçî û Entstîtûya Lêkolîna Civakî û Ramyarî ya Amedê (DÎSA) di nav torê de cih digirin. Bi pêşengiya Navenda Hafizeyê em hatin cem hev. Ji xwe ev sazî di derbarê kurdî de kar û xebat dikir. Bi pêşniyara Navenda Hafizayê em hatin cem hev û me ev xebat da destpêkirin. Nêzî saleke em bi hev re dixebitin.”
Hevserok Remziye, daxuyand ku dê çawa bixebitin, li ser çi bixebitin nîqaş hatin kirin û got: “Piştî nîqaşan me dest bi kar kir. Em li ser kijan mijaran dikarin bixebitin nîqaşên berfireh hatin kirin. Ji xwe her sazî di nav xwe de xebatan dimeşîne lê belê di hêla parastinê de xwegihandina di derdoreke berfireh de derfet kêm bû. Hatina li cem hev jî û hevkariya bi hev re dê kapasîteya saziyan berfireh kir. Ji bo standardizasyona zimanê kurdî (Di plansaziya avakirina rêgezên zimanê nivîskî, derxistina hêlên vê yên kêm de hevdîtin kirin) avakirina derfet, piştevanî û avakirina arşîvê bû, her wiha piştgirî dayîna saziyên kurdî bû.”
Remziye, da zanîn ku li Amedê Komxebata Weşanxaneyên Kurd hat lidarxistin û dê di mehên li pêş me de jî dê bernameyek din jî bê lidarxistin û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ev xebata ku bê kirin dê li ser bikaranîna zimanê nivîskî ya kurdî, pirsgirêkên derdikevin holê, xebatên ku divê bê kirin, derxistina kêmasiyên di zimanê nivîskî de, bên nîqaşkirin. Her wiha me pirsgirêkên ku weşanxane rûbirû dimînin, rêxistinbûna wan qadan û hwd nîqaş kiribûn. Lê encam derxistina wan xebat û nîqaşan hêj zû ye. Piştî komxebata duyem dê hîn encamên şênber derkevin holê.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Remziye, wiha bal kişand ser standardîzasyona kurdî: “Heta îro bi saya rojnameyên kurdî, pirtûk û romanan ev standardîsazyon hat astekî. Di vê helê de qada weşanê girîng e. Tişta ku em dixwazin derxin holê tespîtkirina pirsgirêkan, bi nîqaşan pêşxistin e. Ji bo kurdî di her qadê û perwerdê de bi rihetî bê bikarnanîn ev xebat tên kirin. Divê saziyên ku bi nivîskî weşanê dikin û ziman temsîl dikin bên cem hev. Ev yek gaveke girîng e.
Remziye, herî dawiyê wiha axivî: “Niha li Rojava xebatên bi vî rengî tên meşandin. Em jî dixwazin xebatên derbarê ziman de pêş bixin. Di xebatên zimanê kurdî de em dixwazin yekitiyek çêbibe. Ji bo ziman û nasnameya xwe divê em hêza xwe bikin yek û berhemek derxin holê. Serkeftin girêdayî xebatên ku em ê bikin.”