Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Zîlan navê serkeftin û evînê ye

Divê keç bibin sembola girêdayîna kesayetên serkeftî. Tam jî di vê xalê de sembola Zîlan kesayeta serkeftinê ye. Kesayeta Zîlan bi hevrebûna jiyan û şer an jî bi gotineke din ve, navê bi yekkirina serfetin û evînê ye. Weke sembol wiha ye. Ji bo me sembol jî girîng in. Çi qasî ji sembolên azadiyê re nirx were dayîn, heta çi qasî xwe bispêrin wan, dê ew qasî pîroz bin. Bi hezaran nirxên me yên wiha hene. Yê ku li şûna nirxeke bilind bidin vê û xwe serûber bikin, weke ku PKK ne şiyar e û weke tevgereke nikare nirxên xwe teqdîr bike, bi înkareke mezin ferzkirinê, ji rêziyê û ev yek ji nedîtinê ve hatine, anîne rewşeke helwestên ku nayên efûkirin, heta ew di asteke bi lenet de ne.

Wisa hûn bawer dikin ku em di partiyê de xebatên jinê ji rêzê bi dest nagrin. Bi temamî dualîtiya serkeftin û evînê de bi dest digrin. Ev pêvajoyeke diyalektîk a gelekî bi zehmet e, yan jî girêdaniya bi felsefeyê ve ye. Lê belê ev yek çareya me ye, yekem riya pîrozbûnê ye. Ger em ji vê bigerin, dibe ku em her tiştê xwe wenda bikin. Me tiştê ku bi navê azadiyê qezenc kiriye, bi dualîtiya girêdana evînê bi serkeftinê, serkeftinê bi evînê ve dest xistiye. Ev diyalektîka vejîna kurd, rizgariya kurd e. Ger em ji vê bigerin tu wateyeke me weke laşekî bêhn pêketiye wêdetir namîne. Gavavêtineke girîng a ku min di jiyana xwe de jî hindekî hêz raber kiriye ye. Her çi qasî kêmasiyên min û lêwaziyên min hebin jî, raberkirina min a vê hêzê divê weke pêşketineke balkêş were nirxandin. Ketineke wiha bi bilindbûneke wiha ve temsîlkirina min, gelekî girîng e. Ji bo gelê kurd hewldana herî zêde sûdê dide jî ev e. Ger hûn vê yekê fêm bikin û di vê de kûr bibin, her milîtanekî me dê herî jor de bi serkeftinê ve di jiyanê de bi hezkirinekê ve di lûtkeyê de jî bi riya serkeftin û evînê ve werin girêdan. Em nikarin di vê mijarê de durûbin, tu kesek nikare kesekî bixapîne. Ger hindek dixwazin têkîliya min a bi we re nîqaş bikin an jî ger hûn dixwazin bi hindekan re nîqaş bikin, çarçoveya balkêş û ya herî jiyanî ye ev e. Derveyî vê kesek tu mijarê nikare di nava me de bike rojevê.

Divê hûn xwe ji piyonbûna ji rêzê ya pergalên koletiyê rizgar bikin. Ji bîr nekin ku em weke gel ketine rewşeke gelekî xirab. Em li şûn hemû gelên dinyayê ne. Weke zayend hûn hîn li şûn wan in jî. Gelo kî îdîa dike ku dê jiyan bi hêsanî were qezenckirin? Yê ku vê îdîa dike derewîn e. Dibe ku di dema derbasbûyî de we gelekî xeletî kiribin. Jixwe di şertên giran a koletiyê de bêxeletî derketin nabe. Dibe ku şaşitiyên we yên girîng hebin. Lê belê niha wate nedayîna derfetên azadiyê xwe, endam nedîtina ji bo pêwîstiyên wê, nêzîkbûna ne efûkirinê ye. Ji ber ku hûn dest bi jiyanê dikin, ji jiyanê fêm dikin. Ger hûn zorê bidin xwe, dikarin bi ser bixin. Ez dixwazim çarçoveyeke ku meşa we bi hemû aliyan ve watedar bike, weke ku xeteke sor xîz bikim. Ger di van hemûyan de ferasetek were bidestxistin, li gor min nebûna meşa we bi şêwazeke balkêş, bi heyecan û her diçe serkeftinê diyar dike û pêk tîne nayê hizirîn. Ji bo vê ji zilaman zêdetir pêdîviya we pê heye. Wêrekî û fedakariya we jî zêdetir li ser vê bingehê ye. Ev ji cewher dûrxistin, di nefêmkirina vê de israr û helwestên ji rêzê pêkanîn, di rastiyê de dê we ji gavên azadiyê ya ku hêviya we ye dûr bixîne. Dibe ku hûn vê dereng ferq bikin, lê belê wê demê jî hûnê winda bikin. Girêdaniya li xwe danê, di jiyanê de nerihetbûn, bi vê nêzîkbûnê ve gelekî girêdayî ye. Li şûna ku hûn heyf bikin, li xwe bidin û perîşan bibin, gaveke xwedî rêgez biavêjin, temenê xwe –ku teqez şerekî we yê ku hûn qezenc dikin heye- li gor wê plan bikin. Cewherê we jî ji bo vê guncaw e. Tiştê ku ji we tê xwestin rengê ku pêwîste bi vê were dayîne. Ji vê jî netirsin.

Divê hûn di nava partiyê de bibin xwedî hewldanekê herî bi îdîa û zilam jî bi hemû aliyan ve sererast bike. Di vê wateyê de ger hûn xwe bi rengê YAJK ê şênber bikin û rêxistin bikin, tê wateya ku hûn têne wateya çekeke ku zilam jî tîne rê. YAJK hetanî niha nêzîkbûneke li gor wekhevî û azadiyê bû, ji vê pêvajoyê pê ve dê wê jî derbas bike. Divê YAJK bibe çekeke ku zilam tîne rê. Ger YAJK xwe li ser vê bingehê watedar bike, misoger ew dikare zilamê Kurd jî bîne rê. Vaye di vê xalê de em dikarin behsa hêza evînê, ya ku zindî dike, bênamûsî û bêrûmetî bi erdê ve dike yek bikin. Ger wateyeke evînê hebe, divê bibe navê di vê xalê de yê tune dibe, xelas dibe, tîne ser hişên xwe. Ger jin vê fêm bike, li gor vê lêgerîna têkîliyan li ser serê me cihê xwe heye.

Ev di heman demê de serkeftina rûmeta wê ye jî. Him pêkanîna wekhevî û rizgariyê ye, him jî rizgariya zilam a ku gelekî xalan de tevlîhev û tune bûye ye. Yê ku di nava we de xwedî îdîa hebin, bi vî rengî nêzîkbûna zilam, li gor min rastir e. Gelek ji wan dibe ku wekhevî û azadiyê dixwaze bi dest bixe, lê belê divê hûn jî zilam tengav bikin. Hûn dikarin bi îdîa xwe, bi vîna xwe, bi partîgeriya xwe ya mînak ve, bi xwedîderketina nirxan ve zilamê ku ji gelek aliyan ve kêm, xeter û metirsîdar bînin ser hişên wî. Di vê wateyê de hûn nizanin xwe weke çekeke jinê bidin şerkirin. Hûn ne di ferqa jêhatî û zayenda xwe heta zayendîtiya xwe ne jî. Her dem weke malekî hatina pêşkeşkirinê, xwedî lê derketinê we weke felsefeyekê fêm kiriye. Ev yek tê wateya di rewşeke gelekî bêvîn, gelekî bêpêwendî û li benda stendinê de mayîn e. Ev di heman demê de sedemê hemû bêhiziriya we û hestyariya we ya erzan e.

Di roja me ya îro de şêwazê malbatê ya mezinkirina zarokan, di yek gavê de kesayet tûne dike. Ev yek êşeke pir mezin e. Dayîkek tenê ji bo zarokên xwe êş dikişîne, yê min jî hevalên min ên weke çiya heye. Hevalên xwe tenê di dilê xwe de jiyankirin têrê nake, dehûrandina wan a mejî pêwîst e. Pêwîst e em emrê wan dirêj bikin. Ev pirsgirikeke pir mezin e. Niha pir nivîskar dibêjin ku “Ev xebat pir zor e” Di kevneşopiya me de keç û xort dema têne 18 saliya xwe, dikevin nava evîne reş –ew ji bo vê neçarin- vê yekê gotin ne eybe. Ev jî tê wateya ketineke pir mezin. Têgîha evîna reş, tê wateya derbeyeke pir mezin. Evîna reş bixwe, tê wateya çavtarîbûn û deriyê xwe heta dawî ji koletiyê re vekirin. Ji bo em şervaneke bigûherînin, ked û hewlên pir mezin didin. Di vir de em dikevin nava xebateke ji mejî heta fîzîga wî/ê ji nûve diafirînin. Li hember vê rastiyê çareseriya ku me dît, bûyera qûtbûnê ye. Di vê bingehê de ez dibêjim; “Rastiyeke Zîlan heye, rastiya Zeynep Kinaciyan ji bo me wasiyetekê ye.” Min jê nexwest ku çalakiyeke wisa pêkbîne, lewre bi biryara xwe ya azad çû vê çalakiyê pêkanî. 3 nameyê wê ya ku di kûrbûna manîfestoyeke de ye heye. Em neçarin ku wan wasiyet û gotinên bi nirx, bi hişiyarî û bi awayeke balkeş goh bidin û pêkbînin. Ev yek manîfestoyêke. Em çawa jiyan bikin? Em çawa şer bikin? Bi bîrdoziya xwe, ramanê xwe, têgîha xwe ya rêxistin û heta têgîha xwe ya çalakiyê ve ji me re rê dide nîşandan. Niha em nikarin vê yekê piştçav bikin û vê rastiyê re bêhûrmet nêzîk bibin. Ev jin jî zewicî bû. Lê belê di kesaniya xwe de ji saziya malbatê re derbeyeke pir mezin dixwe. Girêdan û azweriya wê ya jiyanê heye. Vê yekê di destpêkê di xwe de pêktînê û piştre di dijmin de xwe diteqîne. Ev ji bo me rûmetiya herî mezin e. Vê yekê em nikarin piştçav bikin û bipeyvin.

Di rojên wisa de pêwîst e kesayetê vê rengê bêne nirxandin. Em van kesayetan, kesayetên birûmet dibînin. Ger bal were kişandin, di dîrokê de kesaniyên wisa pir kêmin. Belkû ji hejmarên têliyan jî derbas nake. Her wiha em neçarin ku di nava jinên cîhanê de cîhên xwe pir baş nîşan bidin û pêwîst e ku em girêdana xwe diyar bikin. Ji ber van rastiyana, nirxên herî birûmet in. Di dîrokê de jî hene, ji wan re Ezîze, Melek tê gotin. Pêwîst e ev kesayet di vê qonaxî de bê destgirtin. Di vir de qûtbûneke pir mezin heye. Ev ji bo min jî bûyereke herî mezin e. Tişta ku dikeve ser milên me, erk û hêviyên wan kesayetan pêkanîn û van gotinan kirina jiyanê ye. Ev bûyer pir tişt ji me re dide nasîn. Weke wasiyeteke ye. Em ê vê nameyê bi hevok hevok, bi gotin gotin lêkolîn bikin û vê yekê di kesaniya xwe de pêkbînin. Berovajî vê yekê nêzîkatî ji bo me tê wateya dûrûtiyê. Ev jî ji bo min mijareke herî xirab e. Weke din em nikarin rastiya Zîlan bilêvbikin. Eşq bûyereke birûmet e. Hest û ramanên ku eşqê diqûjînin, ez nikarim bi awayeke hesanî bipejirînim. Ne gengaze ku ez di vê mijarê de vala bisekinim. “Jinê ku we jê re got giraniye, gihîşt qonaxa azadî ya herî dawî.” Ez caran dibêjim ey zilam! Tu ji bo jineke bigirî xwe parçe dikî, li ger deriyê biyaniyan dişuxilî, ji bo mal an go eşyayeke ewqas xebat dikî, ji bo peywendiyeke herî biçûk her tiştî didî berçav. Ew dem ewqas jinên ku ji bo azadiyê kombûne û nêzî azadiyê bûne, çawa dibe bar? Dibêjin ku di jiyan û şer de giraniyê dikin. Di vir de kûrnaztiyeke heye. Destpeke vê yekê bilêvbike û piştre jî bêje ku; “Mezinê te hate, zilamê te hate, li hember wî serê xwe bitewîne, ew ê te rizgar bike.” Pêwîst e em van helwestan biavêjin û nepejirînin. Di destpeke de pêwîst e em derbixin holê ku jin negiraniye, hem pêşketina jiyan hem jî di pêşketina şer de roleke girîng dilîze. Di vir de me xwest ku kesayeta Zîlan bidehûrînin. Zîlan her çiqas di milê fîzîkî de zorî jî dikişîne, di jiyan û şer de nebareke û ne jî giraniyeke. Ev yek ji bo me bûyereke weke ferman e. Pêwîst e êdî zilam li gor pîvan û xwestegên xwe nepeyve û jin jî xwe neke rewşeke wisa. Pêwîst e bê zanîn ku hem jin hem jî zilamên ku vê rastiyê re çewte an go vê rastiyê napejirîne, di nava rêxistinê de naye qebûlkirin. Rastiya Serokatî heta dawî di vê mijarê de bi me de ye û li hember vê rastiyê tu carî tawîzan nade.

Em dikarin girêdaneke wisa jî bikin. Di xwedawenda Îştar an jî Star -Stêrk- heta Zîlan girêdaneke pir balkêş heye. Zîlan yanê keçika bi navê Zeynep, çi kir? Sekinî û lêhûrbûneke jiya û ji civakê pir eciz bû. Piştre rastiya zilam a ku heye mandel kir. Dîsa jiyana bi kesayet a ku bêrêxistine mandel kire. Kesayetên ku bi navê taybetmendiyên feodaltî û kemalîstî, yanê kesayetên ku her dem nexweşe, bi çalakiya xwe ve mandel kir û belav kire. Li hember wê hêzeke pir mezin a dijmin hebû. Dijminê ku tevahî dijberê jiyana azad û dijminê ku xwe dispirîne emperyalîzmê hebû. Vê yekê jî bi awayeke mîsoger red kire. Di tevahî van sedeman a ku vegotina tevahî pirsgirikan dike de, çalakiyeke heta dawî birêxistin, bi pilan û bi hêza xwe ya cewherî ve pêkanî. Ji her dorhelê xwe re bombe pêça û pîma agir jî girt destê xwe û wisa dest bi meşa xwe kir. Di Dêrsîmê de, cîhê ku komkujiya kurd hatiye pêkanîn de, ber bi yêkineyên artêşa tirk ve meşiya. Dema ez cesaret û fedakariya wê tînim berçav, weke çalakiyeke bi hêz a ku di lûtkeyan de bilind dibe tê bîra min. Yên ku dibêjin ev çalakî ji rastiya xwedawendî ve di çi milî de tekîldar e? Ez ê bêjim ku di milê cesaret, zeka, dirûstbûn, pirsgirêk ne derxistin û serkeftineke pir bilind di wê çalakiyê de heye. Ev taybetmendî di rastiyê Îştar de jî heye. Tevahî sifatên ku aydê xwedayane, mirov dikare di vir de jî bibîne. Tevahî van taybetmendî –dixwazî taybetmendiyê xweda, dixwazî taybetmendiyê xwedawend bê gotin- di vê çalakî û têgîhê de bi awayeke hevbeş derdikeve holê. Ger em hinek din jî vekin, nameyên wê yên weke manîfesto heye. Ji Serokatî re, ji gel û tevahî mirovahî re dibêje ku “Ji bo jiyaneke herî mezin.” Ji bo çi û ji dijberê çi pêwîst e em şer bikin? hemû hatiye nivîsandin. Kijan têgîh û rastî bê pejrandin jî nirxandiye. Di vê wateyê de em dikarin weke manîfesto û kesayeta hem şer hem jî jiyanê bigirin dest. Bêgûman ev weke sembole. Û vê yekê bi awayeke vekirî bilêvkiriye. “Tişta ku ez bikim, di vê pêvajoyê dîrokî de çalakiyeke wisa ye.” Li gor min van çalakiyana, çalakiyên herî binirx û rûmetin. Nirxandineke wisa ji bo min rast tê. Min vê rastiyê wisa nirxand. Û di bingehê nirxandinê min de pêwîst e ev yek weke ferman û emreke bê destgirtin. Di vê bingehê de pêwîstî çine, bê pêkanîn.

Di vê bingehê de ez hinek xebat didim meşandin. Di vê wateyê de xebatê ku ez didim meşandin, pêwîstiyên xebatên ku nirxeke wê ya sembolîk heye pêkanîne. Her wiha di vê daristanê de despeke Îştar heye, Kleopatra heye û Semîramîs heye. Jinên hêz ên ku dîroka cîhanê wan nasî û dît heye. Meryem, Fatma, Zeynep, Ayşe heye. Di dîroka me de jinên ku dişibin van kesayetana heye. Em di nava hewldaneke wisa da ne ku, daristanên van jinan vedikin û em dibêjin gelo di nava vê daristanê de ji nû ve zindî bibin, an na? Hêvî tûcar kût nabe. Axaftin û gotinên Zîlan baş guhdar bikin û baş fêm bikin. Em hêzeke ku di bingehê armanceke rûmet de dimeşin in. Pêwîst e hûn weke Zîlan bi nirx û mezin bibin. Weke din nabe. Pêwîst e hûn xebatên şoreşgerî hêzbikin. Her dem xwe bi rêxistin bikin û xwe di berçav de derbas bikin. Li dijî min derkevin lewre, li dijî şêwaz û têgîha Zîlan dernekevin.

Nûçeyên Têkildar