Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Dosyaya li ser rewşa Rêber Apo pêşkêşî Rêxistina Efûyê hat kirin

Kurdistaniyên li Londonê dosyaya li ser rewşa Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û tecrîda mutleq a tê meşandin de amade kiribûn pêşkêşî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kirin. Di çalakiyê de banga xwdîderketina li Pêngava Azadiyê ya Kurewî hat kirin.

Li paytexta Îngilistan Londrayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Jiyan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, li ber avahiya Rêxistina Efûyê ya Londrayê tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo hat şermezarkirin. Parêzvana mafên mirovan Margaret Owen jî beşdarî çalakiyê bû û piştgirî da çalakiyê.

Di çalakiyê de pankart û posterên Rêber Apo hatin hilgirtin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Li dijî tecrîda mutleq bêdeng nemînin” hatin berzkirin.

Endama Meclîsa Jinan a Jiyan Berfîn Dêrsîm li vir daxuyaniyek da, nerazîbûna qels a YE û Konseya Ewropayê ya li hemberî tecrîda mutleq a ku dewleta tirk a faşîst li ser Rêber Apo dimeşîne,rexne kir û got: “Rejîma otorîter a li Tirkiyeyê ji fikrên Ocalan ê ku potansiyela veguherîner heye ditirse û ji bo bêdeng bike serî tecrîta dijwar a demdirêj û bi wayekî sîstematîk mafan binpê dike. Saziyên weke Konseya Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê Tirkiye ji binpêkirinên giran ên mafên mirovan berpirsyar nabînin, bersiva civaka navneteweyî ya li hemberî rewşa Ocalan ne bes bû. Tevî tê qebûlkirin ku tecrîd rengekî êşkenceyê ye jî, hevdîtina bi parêzeran û malbatê re tê astengkirin. Ev jî fikarin li ser ewlehî û aramiyê zêde dike.”

Berfîn Dêrsîm diyar kir ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd divê tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî bê misogerkirin û destnîşan kir ku divê saziyên navneteweyî li dijî vê tecrîda mutleq a ku ne rewa ye û li dijî mafên mirovan e, têbikoşin.

Piştî daxuyaniyê parêzvanê mafên mirovan ê navdar Prz. Margaret Owen û nûnerê Karên Derve yê Meclîsa Gel a Kurd a Îngilistanê Egîd Karataş xwestin nameya derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidin maseya Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê û banga lêkolîna lezgînî û ji raya giştî re were parvekirin, kirin.

Xebatkarên Rêxistina Efûyê ni hinceta ewlehiyê hevdîtin li pişt deriyê hesinî qebûl kirin.

Di hevdîtinê de rayedarên buroyê diyar kirin ku derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê de xwedî agahî ne û wan nameya ji bo Rêber Apo ji Sekreteriya Navneteweyî re şandine. Şandeyê diyar kir ku rewşa mutleq a agahînegirtinê ya li ser Rêber Apo 3 sal derbas bûye û tevî ku tê qebûlkirin ku ev yek ‘êşkence ye’ jî nerazîbûna qels a li hemberî dewleta tirk rexne kir.

Meclîsa Gel a Kurd a Îngilistanê û Meclîsa Jinan a Jiyan der barê rewşa “incommunicado” ya 4 salên dawî ya Abdullah Ocalan de agahî dan rayedarên buroyê.

Prz. Margaret Owen piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û bang li civaka Îngilistanê kir ku xwedî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd derkevin. Prz. Margaret Owen diyar kir ku bi salan e ji Abdullah Ocalan agahî nayê wergirtin, divê saziyên navneteweyî di serî de Neteweyên Yekbûyî jî di nav de, rola çavdêriyê û çareseriyê bi cih bînin.

Li ser navê şandeyê nûnerê Karên Derve yê Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê Egîd Karataş ev tişt anî ziman:

“Eger Rêxistina Efûyê wek îdîda dike ku ew saziya sereke ya mafên mirovan li cîhanê ye rol û mîsyona xwe ya parêzvanê mafên mirovan ên gerdûnî bi cih tîne, divê Tirkiyeya ku li cîhanê herî zêde girtiyên siyasî lê tên girtin û bi cezayên herî giran tên cezakirin,bi taybetî bixe rojeva.
Divê kurd û dostên wan di çarçoveya pêngavê de li pêşberî saziyên navneteweyî çalakiyên xwe berdewam bikin. Divê saziyên navneteweyî hay ji her geşedanên li Tirkiye û Kurdistanê hebin û bang li wan bê kirin ku bibin xwedî helwest. Yekane hêza ku em weke gel û tevger xwe dispêrin vîna me ye, divê em rêxistinbûna civakî û trafîka dîplomasiyê ya ji çar aliyê cîhanê pêş bixin.

Em hemû çalakiyên ku bi boneya 12’emîn salvegera Nobeda Rêbertiyê li qadên Ewropayê tên lidarxistin silav dikin û bang li her kesî dikin ku bi ruhê seferberiyê xwedî Pêngava Azadiyê ya Kurewî derkevin.”

Çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar