PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Ji serpêhatiyên wî fêr bûn û di rêya wî de israr kirin

Bêguman îro pêwîstiya başûrê Kurdistanê bi hevalên din ên wekî heval Helmet heye, ji ber ku qeyranên kombûyî yên kronîk ên başûrê Kurdistanê bi ruh û moral û rêbaza heval Helmet wê bigihîjin çareseriyê.

Di ser şehadeta hevalê pêşeng û şoreşgerê mezin Diyar Xerîb ango heval Helmet re 5 sal derbas bûn. Di 5 salên derbasbûyî de li ser têkoşîn û xebata şehîd Helmet gelek axaftin hatin nivîsandin û gelek hatin gotin . Lê belê heta niha me nekariye berhemên wî yên têkoşînê rast binirxînin, ji ber ku heval Helmet rê neda ku rojekê wî winda û vala biçe, berovajî hemû rojên xwe bi berhemên şoreşgerî tijî dikir. Ji ber ku hêviyên wî di lûtkeyê de bûn, coş û moralê wî ne tenê ji bo wî, ji bo hemû derdorên wî jî têr dikir, ez dixwazim di pêncemîn salvegera şehadeta wî de aliyekî din ê têkoşîna wî vekim. Ewjî serdema xebatê Partiya Çareserya  Demokratika Kurdistan e ( PÇDK).

Piştî sala 1991’an di tevlîbûna şoreşa Kurdistanê li Başûr de hinek cudahî hebûn, ji ber ku piraniya xaka Başûr hatibû rizgarkirin û rejîma Baas hilweşiyabû , Lê bi rayedar û deseladarê başûr re nakokî hebû, ji ber ku bêyî pîvan û prensîb destên xwe bi dagirkerên Kurdistanê re tevlihev kiribûn, bi taybetî jî bi destên dagirkeran êrîşî parçeyên din ên Kurdistanê dikirin. Ji ber ku di berdewamkirina têkoşîna xwe de israr kir, êrişên herî zêde ser PKK bûn. Ev yek bû sedem ku rejîma Başûr di 33 salên hebûna xwe de herî zêde êrîşî PKK’ê bike. Niha jî tenê kadroyên PKK’ê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tên şehîdkirin, zîndanî kirin û radestî dagirkeran tên kirin, di vî warî de herî zêde PDK’ê sûc kiriye. Li aliyê din dizî û talankirina mal û milkên xelkê û nebûna edaletê jî ne pêkanina stûnên demokrasiyê bû. Ji ber vê yekê diviyabû gelê başûr li rêyeke din a têkoşînê bigeriyana, rêya herî baş a ku ciwan, rewşenbîr û xwendekar tê de bersivê bibînin, helbet felsefeya Rêber Apo û rêxistinên PKK’ê bû.

PKK di qada siyasî û çekdarî de weke hêzeke neteweyî û serxwebûnê derketibû holê. Kekê heval Helmet di serhildana sala 1991’an de li gundê Çimanî yê Kerkûkê weke pêşmergeyê YNK’ê şehîd bû. Lê rêbaza têkoşînê ya YNK’ê êdî bersiv nedi da heval Helmet. Di sala 1995’an de dema ku li Hewlêrê li zanîngehê dixwend, Dr. Sîrwan nas kir. Di sala 1995’an de tevlî rêxistina xwendekaran dibe û piştre di nava rêxistina girseyî de weke kadro têkoşîna xwe berdewam dike.

Di havîna sala 1997’an de biryar hatibû girtin ku heval Helmet biçe qada Rêber Apo li Sûriyeyê, lê ji ber operasyona dagirkeriya dewleta tirk û alîgirên wî  PDK’ê, heta dawiya salê têkoşîna xwe ya gerîla li gel yekîneyên gerîla yên li Bedînanê weke fermandarê yekîneyê berdewam kir. Di dawiya salê de dema ku PDK’ê li herêma Soran derbeke kujer ji destê gerîlayan xwar, heval Helmet bi komek hevalên xwe re firsenda dibînin û derbasê Rojava dibin û bi rêka xelkê welatparêz ya Rojava xwe digehînin qada Rêbertî li Şamê. Heta ku Rêber Apo li Sûriyeyê derket heval Helmet, tevlî dewreyên perwerdeyê bû û têkoşîna arşîv û ragehandinê jî meşand. Li aliyekê dersên Rêber Apo tomar dikir û li aliyê din jî bi kameraya xwe wêneyên Rêber Apo û hevalên wî dikişand û arşîv dikir. Niha jî gelek wêneyên Rêbertiyê di sala 1998’an de ji aliyê heval Helmet ve hatine kişandin.

Heval Helmet piştî ku vegeriya qada gerîla, ji bo perwerdekirina şervanên nû li Qendîlê wezîfedar bû. Bi girtina Rêbertî û bi dawîbûna Kongreya Şeşemîn a PKK’ê re têkoşîna rêheval Helmet careke din derbasî têkoşîna girseyî ya li Başûr bû, Heta sala 2001’an berdewam kir.

Rewşa Başûr Ji ber şerê navxweyî yê PDK û YNK’ê û nakokiyên li ser desthilatdarî û pereyan, gelê Başûr gelek westiya bû. Ji ber vê yekê ji bo vegerandina bawerî û moralê ji civakê re hêz û îradeyek zêdetir lazim bû. Havîna sala 2000’an di Konferansa Rojhilata Navîn de ji bo ku li başûr bi awayekî nû têkoşîna siyasî û girseyî ji nû ve bê destpêkirin gelek nîqaş hatin kirin. Gehiştin wî encamê de Tevgera Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê de xwerêxistin bikin , jibona wî di  havîna 2001’ê bi daxuyaniyekê de tevgera Çareseriyê hate ragihandin.

Di zivistana 2001’an de qada têkoşînê ya heval Helmet careke din bû çiyayê Qendîlê. Lê vê carê xebatê civakî û siyasî bi rê ve dibir  bi komek hevalên xwedî tecrûbe û ciwan ên wekî Şehîd Arî, Dana, Welat, Sîpan Rêber, Pola û hwd. Mixabin di zivistana sala 2001’an de di dawiya meha Sibatê de 11 heval ketin bin berfê û şehîd ketin. Lê ji bo ku li Başûrê Kurdistanê bigihêje rêxistineke xurt heval Helmet têkoşîna xwe dewam dike jibona Başûr bibe xûdî rêxistinek xurt.

Guhertinên cîhanî û Herêmî bi lez û bez bûn, bi taybetî êrîşa El-Qaîde li ser Amerîka û êrîşa Amerîkayê bo ser Afxanistanê û her wiha amadekariyên êrîşa ser rêjîma Baasê ya Iraqê. Li aliyê din tevî esareta Rêber Apo, manîfestoya ji dewleta rahîbên Sumer ber bi şaristaniya demokratîk hêz, pespektîfên nû da tevgera azadiya gelan, bi taybetî jî deriyek nû  ji bo tevgera PKK’ê vekir. Tecrûbeya têkoşîna li başûr, pespektifên Rêber Apo û nîqaşên dihatin kirin, şert û mercên avakirina partiyeke siyasî ya girseyî li başûrê Kurdistanê ava kiribûn.

Di destpêka adara 2002’an de endamên yekemîn kongreya Tevgera Çareseriyê dihatin komkirin, heval Helmet û heval Viyan Jaf pêşwazî li hevalan dikirin. Xuya bû di şert û mercên nû de ji bo lidarxistina kongreyeke serkeftî gelek nîqaş kirî bûn, Piştî nîqaşên zêdetirî 10 rojan li salona kongreyê ya li Qendîlê, têkoşîna nû bi Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) re formula xwe girt. Di dema kongreyê de piraniya nîqaşan ji aliyê heval Helmet û heval Viyan ve hatin meşandin, bi taybet arastekirina nîqaşan û komkirin  mijaran daku li Başûrê Kurdistanê rolek nû bêdîtin, li aliyekî kêmasiyên berê neyên dubare kirin, Di heman demê de divê kadroyên ji her çar parçeyan bê cudahî di têkoşînê de rola xwe bilîzin, yanî siyasetên herêmçêtî ya partiyên klasîk bê derbaskirin û ji rûxandina rejîma Baasê re amade bin.

Rêheval Helemt yek ji hevalên ku li dijî tesfiyekariya Ferhad û Botan ku dixwestin PÇDK’ê ji bo armancên xwe bi rê ve bibin, derdiket bû. Bi taybetî feraseta dayîna pere û kesên bi pere tevlî kirin.  mînak Ferhad dixwest bi 50 mark xelk wek Pêşmerge tevlî bibin, ligel ku heval Helmet bi wî şêwaz bawer nedikir, Di heman demê de bi zimanekî henekwarî digot ku di salekî de tene kesek tevlî buye ji bo pere xebat bike.Ji ber ku heval Helmet di wê baweriyê de bû ku ger mirov, ji aliyê fikrî, siyasî û bîrdozî ve îqna nebe, wê demê tevlîbûna têkoşînê tu feydeyê nade.

Li gel ku Di kongreya yekem de heval Helmet di dîwana rêveberîna kongre  de cihê xwe girt , di heman demê de weke endamê desteya rêveber û  pişra weke endamê rêveberiya giştî û mekteba siyasî hate hilbijartin. Di kongreyên duyem û sêyem de roleke mezin di amadekirina kongreyan û serkeftina wan de lîst, ji ber ku wî got pêwîste kongre beriya kongreyê serkeftinê wê diyar be. Li Iraqê piştî rûxandina rejîma Baasê têkoşîna demokratîk meşandin û damezrandina partiyeke siyasî ku kadroyên wê xwedî ezmûneke siyasî û rêxistinî nebûn Ji aliyê din ve, di nava hegemonî û dijminatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her tim derxistin, girtin, birîna nan û komployê de, ne tesadufî bû.

Piştî kongreya çaremîn, heval Helmet weke serokê PÇDK’ê hate hilbijartin û di kongreya pêncemîn de jî weke hevserokatiyê têkoşîna xwe berdewam kir. Di gel ku Tecrubeya hevserokatiyê hîn nû bû jî, heval Helmet hevsengiya zayendî parast û fedakariyên herî mezin kir da ku rêhevalên jin bi serdestî û zexta mêraniyê hîs nekin û li kêleka hev bi ruhekî bilind yê rêhevaltiyê têkoşînê bimeşînin. .

Di têkoşîna 12 salên PÇDK’ê de heval Helmet ked û fedakarî herî mezin nîşan da, di hemû xebatên  rêxistinî, ragehandin, dîplomatîk û perwerdehiyê de pêşengtî kir. Hewl da ku PÇDK’ê ji Zaxo heta Xaneqînê bike partiya hemû gelê Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku hezkirineke wî ya taybet ji gelê Behdînan re hebû çend caran xwe pêşniyar kir ku li herêma Behdînan kar û xebat rêvebibe.  taybetî jî xwest bi civaka êzidî, kaka, hewramî, feylî û şebek re têkiliyan deyne û di nava rêxistinan de cih ji wan re veke. Bi hemû hêza xwe hewl dida ku peyama Rêber Apo ya li ser şoreşa Rojava ku şoreşa jin e  bi cih bîne, ev jî bû sedem ku rêhevalên jin bi heval Helmet baweriyeke mezin bi dest bixin.

PÇDK’ê di kongreya xwe ya şeşemîn de di 16-10-2014’an de xebatên xwe bi dawî kir û tevlî rêxistina sîwan a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bû. Her çiqas PÇDK êdî weke rêxistin nemaye jî, lê mîrateya wê di nava tevgera azadiyê kombuye. heval Helmet ji bo serkeftina têkoşîna tevgera azadiyê her hewl da, ji ber ku ev yek weke parçeyek têkoşîna xwe dihesiband. Piraniya proje, plan, têbînî û têbîniyên xwe pêşkêşî serokatiya Tevgera Azadî kir. Weke ku em dizanin heval Helmet stûna sereke ya têkoşîna başûr bû, dijmin û çetên wîjî jî wisa meyze dikirin, lewma ew kirin hedefa êrîşên xwe û di 26-6-2019’an de di encamê êrişên firokên cengî ya devleta tirk a dagîrker li binarê Qendîl gihişt şehadetê. Helbet îro başûrê Kurdistanê pêwîstiya xwe  gelek bi hevalekî din  weke rêheval Helmet heye, ji ber kombûna qeyranên ne çareser buyî da ku  bi ruh, moral û riya heval Helmet bigihêjin çareseriyê.

Çavkanî: Serdar Star – ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar